'Biryara girtinê nîşana hişmendiya şikandina nasname û hebûna jinê ye’

Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyona çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye bertek nîşanî êrîşê Asayişa Silêmanî da û got: “Ev biryar nîşana hişmendiya şikandina îradeya jin, nasname û hebûna jinê ye.”

Navenda Nûçeyan- Asayişa Silêmaniyê îro bi awayek hemwext, êrîşî navendên RJAK, Şîrketa Gizingî Berbeyan, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye girt û bêyî belgeya fermî ya dadgehê daxistin. Şîrketa Gizingî Berbeyan ku produksiyoyna çêkirina bernameyan ji bo JIN TV’yê ye, têkildarî êrîş û girtina pruduksiyonê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Roja 31’ê Kanûnê ku roja dawiya salê ye, di çarçoveya biryarekê de ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dezgeha Asayişa Herêm ya Silêmaniyê jî di nav de ne, bêyî hebûn û nîşandayîna nivîsekeke fermî û agahdarkirinê, biryara girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan ya tomarkirina bernameyên televîzyonê yên sinordar ku ji bo JIN TV’yê berheman çêdike, hate dayîn.

Ev biryar di demekê de ye ku têkoşîna jinan li her çar parçeyên Kurdistanê gihiştiye qonaxeke bê nimûne. Têkoşîna jinên Kurd gihiştiye wê astê ku li seranserê cîhanê behsa têkoşîna jinên Kurd tê kirin. Lê polîtîkayek ku tenê di berjewendiyên desthilat û dagirkeriyê de ye, li Herêma Kurdistanê ku 33 salin Kurd birêve dibin, biryara girtina şîrketa me ya medyayê tê dayîn.

Tevî ku ev biryar ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatî dayîn, em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Ev biryar binpêkirina azadiya rojnamevaniyê li Herêma Kurdistanê ye û nîşana hişmendiya şikandina îradeya jin, nasname û hebûna jinê ye.

‘Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînîn’

Em wek Şîrketa Gizingî Berbeyan ku ev heft salin li Başûrê Kurdistanê dixebitîn û bûne deng û rengê jinên Başûrê Kurdistanê, bi her awayî biryara girtina şîrketa me bi tundî şermezar dikin û dibêjîn ev biryar li dijî hemû qurbaniyên jinên Başûrê Kurdistanê ye. Bi her awayî em biryara rawestandina karên xwe red dikin û qebûl nakin. Her wiha em radigihînin ku emê tedbîrên yasayî bixin dewrê û heta dawiyê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînîn.”