Dîcle Muftuoglu: Nagihan bi sekn û nûçeyên xwe mînak bû
Rojnameger Dîcle Muftuoglu ji bo Nagihan Akarsel a ku hat şehîdxistin diyar kir ku ew bi sekn û nûçeyên xwe mînak bûye û got: “Em ê di şopa wê de têkoşîna xwe ya ji bo heqîqetê bidomînin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, rojnameger û edîtora kovara Jineolojiyê, akademîsyen Nagihan Akarsel li Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrîşa çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Ev êrîş bû sedema berteka mezin a jinan, hevalên Nagihan Akarsel a ku bi salan rojnamegerî kir, soza berdewamkirina têkoşîna ji bo heqîqetê dan. Rojnamegeran diyar kirin ku Nagihan Akarsel hem hîndekar bûye hem jî rê nîşan daye û gotin ku bi êrîşa pêk hatiye di şexsê Nagihan de jin û bîrdoziya wan a azadiyê hatine hedefgirtin.
Li gelek bajaran li çîrokên jinan guhdarî kir û qeyd kir
Nagihan Akarsel bi salan li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hat girtin, edîtorî kir, dûre li bajarên Silêmanî, Mexmûr, Efrîn û Reqayê xebatên jineolojiyê kir. Nagihan Akarsel demek dirêj bû li Silêmaniyê bû. Bi çîrokên jinan ên ku berhev kiribû û dersên jineolojiyê, ji aliyê her kesê ve dihat nasîn, ji bo Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê were vekirin di çarçoveya projeyek de dixebitî.
Di warê têkoşîna jinan de xebatên girîng kir
Nagihan Akarsel ku di tevahî jiyana xwe de di qada nûçegihaniya jinan û jineolojiyê de îmze avêt bin gelek xebatên hêja duh li ber mala xwe bi êrîşa çekdarî hat şehîdxistin. Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu ku bi salan bi Nagihan Akarsel re xebitiye, behsa wê kir. Dîcle Muftuoglu diyar kir ku Nagihan Akarsel bi sekn, nûçegihanî û nêrîna xwe ji bo her kesê mînak bû û da zanîn ku ji ber van taybetmendiyên wê hedef hatiye girtin. Muftuoglu ragihand ku Nagihan Akarsel bi taybetî di warê nûçegihanî û têkoşîna jinan de xebatên gelek girîng kirine û bal kişand ku Nagihan Akarsel di DÎHA’yê de rê nîşanî her kesê daye.
Hewl da ji derveyî zimanê nêrza tiştên nû biafirîne
Dîcle Muftuoglu, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema ku nûçeyek çêdikir, li hemû aliyên wê dinihêrî, aliyek ku kêm tê de bimîne nedihişt. Mirov dikare bibêje ku xwedî nêrîn û zimanek cuda bû. Dema ku Nagihan li DÎHA’yê dixebitî servîsa jinan tunebû lê em dikarin bibêjin ku wê pêşengiya vê yekê kir. Ew li gorî rastiya ku jê bawer dikir têkoşiya, ji derveyî zimanê mêr hewl da tiştek din biafirîne. Di vî warî de xwedî seknek cuda bû, hewl dida tiştek nû biafirîne.”
Di warê jineolojî û nûçegihaniya jinan de xebitî
Dîcle Muftuoglu diyar kir ku Nagihan Akarsel di xebatên jineolojiyê de gihîştiye gelek aliyan û got: “Dema ku çû Silêmaniyê û Rojava, hem xebatên rojnamegeriyê domand, hem jî di warê jineolojiyê de xebitî. Li Rojava û Mexmûrê perwerdeya jineolojiyê dida. Ji bo pêşxistina nifşên nû xebatên akademîk dimeşand. Di bin banê jineolojiyê de xebatên berhevkariyê dikir, li çîrokên jinan guhdarî dikir û qeyd dikir, hewl dida cihê jinan ê dîrokê de bibîne, derxe holê. Beriya êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê çûbû Efrînê û li wê derê li ser bajarê Efrînê ji Ajansa Mezopotamyayê re nivîsandibû. Behsa rastiya wê derê û jinên wê derê kiribû.”.
“Em ê riya wê bidomînin”
Dîcle Muftuoglu bal kişand ku bi êrîşê, di kesayetiya Nagihan Akarsel de nasnameya jinan hatiye hedefgirtin û got ku Nagihan nûnera bîrdozî û heqîqetê bû loma xwestin bi wê re vê heqîqetê tune bikin. Muftuoglo soza berdewamkirina têkoşîna Nagihan Akarsel da û wiha bi dawî kir: “Li dijî wê êrîşek pêk hat. Em vê êrîşê şermezar dikin, hem wek hevalên wê hem jî hempîşeyên wê yên ku li balê perwerde bûne; em ê tu carî nehêlin têkoşîn nîvî bimîne. Em ê di şopa wê de têkoşîna xwe ya ji bo heqîqetê bidomînin.”