“Dewleta tirk siyaseta xwe ya dijber didomîne”

Yekîtiya Ragihandina Azad li dijî siyaseta dewleta tirk a qirkirina gelan, li bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Qamişlo - Li dijî êrîşên, gef û siyasetên dewleta tirk ku heta roja îro tê dewamkirin ser axa Rojava û Başûrê Kurdistanê, Yekîtiya Ragihandina Azad û saziyên ragihandina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo daxuyanî da çapemeniyê û ev kiryar şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya Çarexerêya Şehît Robar a bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna dehan ji endamên ragihandina azad hat xwendin.

“Gef û êrîşên dewleta tirk sînor derbas kirine”

Daxuyaniya ku ji hêla Endama Meclisa Yekîtiya Ragihandina Azad Canê Xemgîn ve hat xwendin, wiha destpê kir: “Dewleta Tirk di çarçoveya qirkirina gelê kurd û hemû gelên herêmê de siyasetên xwe yên dijber didomîne. Ev ji piştgiriya DAIŞ’ê û komên wekî wê bigire û heta bicihkirina serçeteyên wan li herêmê dagirkirî mînaka herî zindî ya li ber çavan e. Ji dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û guhertina demgorafî ku li wan herêman tê kirin, topbaranên rojane yên li dijî gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, he wiha hedefgirtina sivîlan û rêveberiyên herêmê bi balafirên keşfê yên bêmirov sûcên li dijî yasa û peymanên navdewletî ne ku dewleta tirk pêk tîne. Gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê kurd tu carî sînordar nebûye, lê belê hemû sînor derbas kirine. Ev ji kirinên wan ên  li dijî mafê mirovan li Bakur û Rojhilatê Sûriyêku di hundirê sînorê xwe de jî pêk tîne, zelal e. Çend roj berê li dijî xebatkarên ragihandinê û siyasetmedarên kurd ên li Bakurê Kurdistanê rastiyên wan a faşîst eşkere dikirin, opersyon dan destpêkirin û ew xistin girtîgehan.”

“Gelê Şengalê û Rojava bi balafirên keşfê yên bêmirov tên hedefgirtin”

Canê Xemgîn di daxuyaniyê de da zanîn ku gelê Şengal û Rojavayê Kurdistanê rastî êrîş û hedefgirtina bi balafirên keşfê yên bêmirov tên û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bikaranîna balafirên bê mirov û yên şer çi li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çi li dijî êzidyan li Şengal û deverên din ên Başûrê Kurdistanê, rojane dibe sedema mirina welatiyan. Di heman demê de siyasetmedar û rêveberên gelê kurd û gelên din dikin armanc û bi vê jî hemû qanûnên navdewletî derbas dikin. Di binpêkirin û derbaskirina serweriya xaka welatan de, balafirên bêmirov ên dewleta tirk, di hem wextî de balafirên wan li Şengalê jî sivîl kirin armanc. Di encama vê êrîşê de zarok û sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ev di demekê de hema bêje rojane bajarok û gund sedan kîlometir sînorê xwe derbas dike û siyasetêmedar û gelê me yê Şengalê û deverên din ên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Pê re hema bêje rojane gund û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran dike.”

“Hikûmeta AKP’ê bi van kirinên xwe hemû yasa û qanûnên navdewletî binpê dike”

Canê Xemgîn di daxuyaniyê de destnîşan kir ku hikumeta AKP bi kiryarên xwe yên dijber hemû qanûnên navdewletî binpê dike û wiha domand: “Di ser de jî gefa êrişên nû li dijî herêmên me yên bi ewle ku bi sedhezaran koçberên herêmên din ên Sûriyê bi cih kirin dixwe. Li aliyê din jî kampên niştecihbûnê yên nijatperst li herêmên dagirkirî ku xelkên wê yên resen bi zorê hatine koçberkirin, ava dike. Niha jî kar dike zêdeyî milyonek koçberên Sûriyê yên li cem xwe, li wan herêmên dagirkirî li şûna şêniyên wê yên resen ên bi darê zorê hatine derxistin, bi cih bike. Hikûmeta AKP’ê bi van kirinên xwe hemû yasa û qanûnên navdewletî û bi taybet ên derbarê parastina zarokan de binpê dike. Her wiha hemû kirinên dermirovî yên li dijî sivîlan pêk tîne. Ev guhertina demgorafî heger dewam kir, dê bandoreke neyînî li ser rewşa mirovî û ewlekariya herêmê bike. Di heman demê de wê veqetandineke mezin û nakokiyê di nava civaka Sûriyê bi giştî de çêbike.”

“Em ê her dem û li her derê dengê gelê xwe yê azadîxwaz bin”

Canê Xemgîn got teqez kir di daxuyaniyê de ku dê her dem û li her derê dengê gelê xwe yê azadîxwaz bin, her wiha kiryarên dewleta tirk bi tundî şermezar kir û wiha pêde çû: “Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad, Sazî û dezgehên ragihandinê û xebatkarên ragihandinê van kiryar û êrîşên berdewam ên dewleta Tirk ku li dijî îradeya gelê me ya azad pêk tîne, bi tundî şermezar dikin. Em hemû kirin û sûcên dewleta Tirk a faşist ji hedefgirtina çalakvanên siyasî û welatparêzên azad û berpirsên Rêveberiya Xweser bi tu awayî qebûl nakin. Em rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vir radighînin ku em ê ji bo aşkerekirina siyasetên kirêt ên dewleta Tirk xebatên xwe duqat zêde bikin. Em ê her dem û li her derê dengê gelê xwe yê azadîxwaz bin. Em tekez dibêjin dê îradeya me tu carî sist nabin. Ev kirin û êrişên wan dê tu carî me dûrî berpirsyarî û erkên me derbarê gelê me de, dûr nexe.”

“Bi yek destî û bi hemû pêkhateyan li pêşiya faşîzma dewleta tirk bisekinin”

Di dawiya daxuyaniyê deCanê Xemgîn bang li pêkhateyan kir ku bi yek destî li pêşiya faşîzma dewleta tirk bisekinin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Em soz didin hevalên xwe yên rojnamevan ên ji bo veguhstina rastiya gelê me di her şert û mercan de tekoşîn kirin û canê xwe feda kirin, em ê xeta wan bidomînin û bibin deng û îradeya rast a civakê.  Li ser vî esasî jî em bang li rojnamevan, xebatkar û saziyên ragihandinê, hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê dikin ku bi yek destî li dijî êrişên dewleta Tirk li kêleka doza gelê me bi hemû pêkhateyên wan bisekinin.”

https://1128498596.rsc.cdn77.org/video/23-06-2022-qamislo-yekiti-ragihandin-azad-daxuyani-diji-eris-dewlet-tirk.mp4