Çîroka sê jinên mafê xwedîkirina zarokan winda kirine

Li gorî zagonên Îranê mafê xwedîkirina zarok heta 7 salî aydî dayîkê ye lê belê di rastiyê de gelek jin ji bo zarokên xwe bibînin, neçar dimînin dest ji mehrê berdin. Çîroka Şîna, Rakiye û Nasîbe nîşan didin ku mafê xwedîkirinê çawa bûye amûra zextê.

SOMA KERÎMÎ

Ciwanro- Li gorî madeya 1169’an a qanûna medenî ya Îranê, mafê xwedîkirina zarok heta 7 salî aydî dayîkê ye û piştî 7 salî digihîje bav û bi bazarê nayê guhertin. Di heman demê de li gorî madeya 1172’an a qanûna medenî, dema mafê xwedîkirina li ser dayîk an bav be tu mafê kesê nîn e zarokên xwe berde. Tevî vê jî di pratîkê de ji van zagonan gelek dûr e. Diviyabû mafê xwedîkirinê ‘erka zagonî û maf’ be, di gelek pêvajoyên hevberdanê de bûye rêbazeke zextê.

Şîna 24 salî ye û dayîka zarokek keç a 5 salî ye. Zewaca wê bi zora malbatê bûye û di demek kurt de bi lihevnekirin û hevberdanê bi encam bûye. Şîna wiha got: “Ji bo ez û keça xwe em bikaribin desteka komîteyê bigrin, di belgeya hevberdanê de min mehra xwe bexş kiriye nivîsand. Piştî hevberdanê wê hinek pere bida min. Du sal derbas bû, hê min tiştek negirtiye, kengê pirsa mijarê bikin, dibêjin bersiva hevjînê te yê berê heman e, te keça xwe girtiya, mehra te ew e.” Şîna dibêje, mafê xwedîkirina zarok bi zagonî, bûye beramberî mehrê.

Li beramberî mehrê mafê xwedîkirina zarok

Tiştên Şîna jiyane ne îstîsna ne. Di salên dawî de gelek mînakên raporên ku mafê xwedîkirinê li beramberî dest ji mehrê berde hene. Divê modelê de ji bo jin zarokên xwe bibînin an jî li gel xwe bihêlin, neçar dimînin dest ji mafê malî berdin û zarok bûne rêbaza bazarê.

Dîtina zarok jî êdî bi şert e

Rakiye ya 33 salî, di 17 salî de zewiciye û niha du zarokên wê hene wiha dibêje: “Min kurê xwe yê biçûk ji 6 mehî ve nedîtiye, keça min 13 salî ye û ew jî demek dirêj e nayê gel min. Diviyabû mehê carek min bidîta.” Rakiye dide zanîn ku hevjînê wê yê berê ji bo mafê xwedîkirin û destûra dîtinê şert daniye pêşiyê û got: “Ji min re got, ‘ger tu hemû mehra xwe bexş bikî dê zarok li gel te bîmînin, an jî tenê tê bikaribî bebika 6 mehî bigrî. Ne kaça me.”

Zextên aborî û bêewlehiya civakî Rakiye neçarî paşveavêtina gavê kirine. Beşek mehra xwe daye heta bikaribe destûra dîtina zarokên xwe bigre. Lê belê piştî hevberdanê ev lihevkirin jî xirab bûye û êdî qet nikare zarokên xwe bibîne.

‘Ger hevjînê xwe berdim dê mafê welayeta zarokan bidin bav’

Nasîbe hê zewacek ku naxwaze didomîne. Sedema wê jî ne memnuniyet e, tirsa wê ya ji zagonê ye û dibêje: “Ger ez hevjînê xwe berdim wê mafê xwedîkirinê bigihîje bav. Hevjînê min her dem gefê li min dixwe. Dibêje ‘ger biçî tu êdî zarokên xwe nebînî.’ Ez hê cesaret nakim gilî bikim. Rewşa wî ya madî baş e, tu fêrbûnên xirab jî nîn e, wê bi asanî mafê xwedîkirina zarokan bidin bav.”

Sûda zarokan rêgezek ku gelek caran tê paşguhkirin e

Li gorî madeya 1173’an a Qanûna Medenî ya Îranê, dema mafê xwedîkirina zarok li gel dayîk an jî bav be ger ziyanek exlaqî û fîzîkî bide zarok, biryara dadgehê dikare were guhertin. Lê belê gelek dayîk dibêjin, tundiya ku bav dike, di rewşa ku nikarin li zarok mêze bikin û gefên li ser dadgehê ne bi bandor e. Bi vî awayî biryarên ji bo ‘sûda zarok’ divê di esas bigrin lê di gelek dozan de davêjin plana paş.

Encamên psîkolojîk di navbera veqetandina dayîk û zarokan de

Lêkolînên di navbera salên 2017-2018’an de hatin kirin nîşan didin ku qutbûna dayîkan a bi zorê bi zarokan re, birînên kûr û ruhê vedike. Di nava van de depresyonên giran, fikara kronîk, bêxewî heye.

Çîroka Şîna, Rakiye û Nasîbe, tenê sê mînakên tiştên ku bi hezaran jin dijîn e. Ev jin naçar mane di navbera dayîktî û parastina mafên xwe de hilbijartinê bikin. Di vê pêvajoyê de mafê xwedîkirinê dibe amûrek zextê, mehr dibe rêgeza bazarê, zarok jî dibin mijara bazarê.