Partiya El-Mewade dê hem bibe dengê jinan hem jî wan bike xwedî biryar

Endezyar Cîhan Ebdullah motîvasyona xwe ya ji bo damezrandina partiya jinan a El-Mewade anî ziman û got: "Ev partî ji bo ku jin bibin xwedî biryar hatiye avakirin."

RECA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Di nava guhertinên siyasî û civakî yên li Iraqê de, daxwazên ji bo wekhevî û edaleta ji bo pirsgirêkên jinan zêde dibin. Damezrandina Partiya El-Mewade ya Jinên Iraqê di warê siyasî de gaveke nû ye. Kongreya damezrandina wê 26'ê Tîrmehê, hat lidarxistin.

Armanc ew e ku jin di warê siyasî aborî ewlehî û perwerdeyê de xwedî gotin bin

Endezyar Cîhan Ebdullah motîvasyona xwe ya ji bo damezrandina partiya jinan a El-Mewade anî ziman û got: "Rêwîtiya min bi hesteke kûr a nebûna dengek ji bo jinan di cihên biryardayînê de, dest pêkir. Jin bi paşguhkirinê bigre heta şîdeta civakî bi gelek rewşên neyînî  re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê min dît ku guhertin tenê bi riya rêxistineke siyasî ya jinan ku pirsgirêkên wan di bingeha platforma xwe de datîne, dikare çêbibe. Însiyatîfa min a damezrandina partiyê ew bû ku divê jin xwedî biryar bin. Armanca partiyê ew e ku jinan di warê siyasî, aborî û civakî de bihêz bike. Her wiha em hewl didin civakek li ser bingeha wekhevî û edaletê ava bikin ku tê de jin di şekildana pêşerojê de hevkarên çalak û rastîn bin."

Vîzyoneke siyasî ya berfireh

Cîhan Ebdullah tekez kir ku vîzyona wan berfireh e û wiha pê de çû: "Em partiyeke jinan in lê bawer dikin ku pirsgirêkên jinan ji yên siyasî, aborî, ewlehî û perwerdeyê nayên veqetandin. Bernameyeke me ya siyasî ya neteweyî heye ku li ser bingeha prensîbên edalet û wekheviyê gelek pirsgirêkan bi perspektîfeke jinan, çareser dike. Em nûnertiya jinên ji hemû kategoriyan dikin. Bi taybetî yên xizanî, paşguhkirî û yên ji şîdetê rizgar bûne. Lê têkoşîna me tenê bi wan re sînordar nîn e. Em hemû komên bêparastin, weke kêmar û civakên ku ji şîdetê rizgar bûne, diparêzin."

Kêşeyên ku partî bi wan re rûbirû dimîne

Cîhan Ebdullah bal kişand ser kêşeyên ku pê re rûbirû dimînin û wiha axivî: "Gelek zehmetiyên ku em bi wan re rû bi rû dimînin hene. Ya herî berbiçav jî nêrîna civakî ya li ser rolên jinan, yekdestdariya biryardana siyasî ji aliyê mêran ve û zehmetiya bidestxistina piştgiriya darayî û medyayê ye. Her wiha jinên siyasetmedar bi kampanyayên reşkirin û çavtirsandinê yên sîstematîk re rûbirû dimînin ku armanc dikin rola wan bêbandor bikin û dengê wan bêdeng bikin. Em bi rêxistinên jinan ên li Iraqê re di nava danûstandin û hevahengiyeke berdewam de ne. Di heman demê de em hewl didin hevkariyên herêmî û navneteweyî ava bikin da ku piştgiriyê bidin pirsgirêkên me û ezmûnên xwe biguherînin. Em dixwazin aliyên din jî bibin hevkar."

Helwesta Partiyê ya li ser zewaca bi zorê û tundiyê

Cîhan Ebdullah helwesta partiyê ya ji pirsgirêkên zewaca bi zorê û tundiyê re wiha anî ziman: "Em radigihînin ku li dijî zewaca bi zorê û di temenê biçûk de ne û em daxwaza guhertinên radîkal di Zagona Rewşa Kesane de dikin da ku mafên tevahî jinan bikevin bin temînatê. Her wiha em têdikoşin ku qanûnek hişk û bi bandor ji bo têkoşîna li dijî şîdeta navmalî derxin ku ji bo jinan parastinê peyda bike. Kampanyayên hişyarkirinê yên li ser şîdeta navmalî, atolyeyên bihêzkirina siyasî ji bo jinên ciwan û însiyatîfên ji bo sererastkirina hinek zagonên ku neheq in li hemberî jinan berdewam dikin. Hûn ê me li meydanan, li ser platformên medyayê û li parlamentoyê bibînin."

'Deriyê me ji her kesê re vekiriye'

Cîhan Ebdullah der barê piştgiriya partiyê yan beşdarbûna di çalakiyên wê de got: "Piştgirî bi baweriya bi ramanê dest pê dike. Gel dikare bi tevlîbûna partiyê, bi dilxwazî ​​di çalakiyên me de, yan jî bi belavkirina peyama me de piştgiriyê bide me. Deriyê me ji bo kesên ku baweriya xwe bi edaleta doza me tînin û dixwazin bibin beşek ji guhertinê re vekirî ye. Peyama me ji jin û jinên ciwan re ew e ku dudilî nebin, Iraq hewceyê deng û hebûna wan a çalak e. Derkevin ser dikê, mafên xwe bixwazin û bibin şirîkên şekildana pêşerojê."