'Têkiliya di navbera nifşan de ji bo têkoşîna jinên Mexribî girîng e'
Aktivîstên Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî dan zanîn ku têkiliya di navbera nifşên rabirdû û niha de gelek girîng e ji bo pêşxistina têkoşîna tevgerên jinên Mexribî û gotin: "Divê teknolojî rast bê bikaranîn."

HENAN HERÊT
Mexrib – Ji destpêka serxwebûnê ve, tevgera jinên Mexribî di rewşek civakî, siyasî û çandî ya aloz de, derbas bûye. Jinan di sendîka, partiyên siyasî, qadên berxwedanê, dadgehan de têkoşiyane û gelek daxwazên ji bo mafên sivîl, edalet di zagonên malbatê de û wekhevî berhev kirine.
Di vê çarçoveya têkoşînê de damezrandina Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî di sala 1985'an de weke çarçoveyek kolektîf ku hilbijart pirsgirêkên jinan ji perspektîfek eşkere li ser bingeha mafan çareser bike û li ser xaçeriyên edalet û wekheviyê bixebite. Komeleyê ligel pêkhateyên din ên tevgera jinan ji bo serarastkirina Zagona Malbatê têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan, kirin.
Piştî çil salan ji damezrandina komeleyê pirsên bingehîn careke din derdikevin holê gelo derketina holê ya nifşeke nû yê çalakvanên dîjîtal, bi gotarên xwe yên kurt û bi lez belavbûyî, dirêjkirineke xwezayî ya dîrokeke dirêj a têkoşînê ye? An jî tevgera jinan bi cudabûneke veşartî di navbera nifşê "daxuyaniyên zagonî" û nifşê "hashtag û TîkTok" de rûbirû ye?
Sê çalakvanên di nav Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî de ku der barê nûnertiya nifş û ezmûnên cuda dikin, helwestên xwe li ser têkiliya di navbera rabirdû, niha de, di navbera mîrateya dîjîtal û mîrata têkoşînê de û rêbazên ku divê werin nûkirin de, nirxandinên xwe pêşkêş dikin.
'Sîstema baviksalarî tê nûkirin divê em jî bên nûkirin'
Çalakvan û damezrînereke Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî, Reşîda El-Tahêrî dibêje ku pirsgirêk neguheriye lê çarçove guheriye ku pêdivî bi nûjenkirina berdewam a rêbazan bêyî ku nirx tawîz bidin heye. Reşîda El-Tahêrî wiha got: "Nifş diguherin lê bingeha pirsgirêkê dimîne. Îro komele amûrên xwe nû dike û rêbazên xwe ji nûve dinirxîne, ji ber ku armancên wê diguherin û daxwazên demê nûjenkirineke berdewam hewce dikin. Em li ser gelek eniyan xebitîn, di nav de zagon, polîtîkayên giştî, têkoşîna li dijî tundiyê, beşdariya siyasî ya jinan û guhertina Zagona Malbatê hebû. Sîstema baviksalar xwe nû dike, amûrên xwe ji nûve çêdike. Pirsgirêk di nav nifşan de berdewam dike lê ew di asta amûr, rêbazan, analîzan û ramanê de û kûrkirina nîqaşê li ser mijarên ku berê nehatine bilindkirin, tê nûkirin."
'Ciwan ne tenê pêşeroj in ew biryarder in jî'
Koordînasiyona Bernameyên Avakirina Kapasîteyê li Komeleyê, Esmaa Ebû El-Ferac vê veguherînê wek pêwîstiyekê dibîne, ne wek luksekê û wiha dibêje: "Têkiliya di navbera nifşên berê û yên niha de bûye yek ji girîngtirîn tiştên ku em dikarin li ser bisekinin. Em amade ne hevkariyê bikin, stratejiyên xwe nû bikin û bi pêşve bibin lê bêyî ku em dest ji ezmûnên ku me berhev kirine berdin. Ciwan ne tenê ew kes in ku em ji wan hêviyên pêşerojê dikin, ew mirovên enerjîk in, dixwazin bixebitin, şiyanên xwe bi pêş bixin û di heman demê de fêr bibin û hîn bikin. Tiştê herî girîng divê em bikin ew e ku em diyalogek di navbera nifşan de ava bikin, li ser bingeha nêzîkatiyek beşdar ku mafê biryardayînê û mafê rêberî û destpêkirinê dide wan."
'Dîjîtalîzekirin derfetek e û girêdana nifşan jî berpirsiyariyek e'
Meryem El-Mewcawî nûnertiya nifşê nû yê jinan dike û nîşan dide ku her nifşek xwedî amûrên xwe ye û têkoşîn hevpar dimîne. Meryem wiha axivî: "Di nav tevgera jinan de di navbera nifşên cuda de berdewamiyek xwezayî heye, her yek bi awayê xwe şopa xwe dihêle. Pîrozkirina salvegera 40'emîn a komeleyê derfetek da min ku bi jinên ku beriya min têkoşîn kirine re hevdîtin bikim, min gelek îlham ji wan girtiye. Hêvî dikim ku ez jî bibim berdewamiya vê têkoşînê û şopa xwe bihêlim. Nifşê niha xwedî amûrên dîjîtal ên bihêz e ku berê peyda nebûn,û ev tiştek pir erênî ye. Em dikarin van amûran bikar bînin da ku mekanîzmayên xebatê yên tevgera jinên Mexribî pêş bixin. Em hewl didin teknolojiyê bi kar bînin lê bi awayekî rasyonel û hişmend ku xizmeta doza jinên me bike û mafên jinan bi bandortir biparêze."