Aktîvîsta Tunisî: Divê polîtîkayên bêcezakirinê bi dawî bibe
Aktîvîsta jinan û mafên mirovan a Tûnisî Fatimê Aşûr bawer dike ku rewşa azadiyê li Tûnisê xirab e û mafên jinan tên binpêkirin. Fatimê destnîşan kir ku li hemberî kiryarên li dijî jinan polîtîkayên bêcezakirinê heye û divê ev bi dawî bibe.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Mafên jinan li Tûnisê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne. Gotinên mêrane li gel atmosfera ne demokratîk a ku welat dijî dest pê kirine, belav dibin. Di heman demê de Zagona 58 a ji bo têkoşîna li dijî tundiyê weke ku tê xwestin nayê bicîhanîn, bicîhanîna wê guhertinek hewce dike ku ji nava tevna civakî û malbatê were.
'Zagona 58 nayê bicihanîn'
Aktîvîsta mafên mirovan a Komeleya Berpirsyariya Hiqûqî Fatimê Aşûr Zagona hejmar 58 ku di sala 2017'an de ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan hatiye derxistin, weke zagonek şoreşger û destkeftiyek mezin a veguherîna demokratîk bi nav kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Ger têkoşîn û şoreş nebûya derxistina zagonek ku komele û civaka sivîl beşdar bibin û nêzikatiyek jinan a zelal qebûl bikin dê ne hêsan bûya. Hewayeke demokratîk dibe alîkar ji bo pêşxistin û vejandina mafan lê eger rejîmeke populîst an otorîter serdest be, destkeftî ne rasterast lê bi riya retorîkê yan jî bi xurtkirina pêla nefretê û afirandina dabeşbûnê di navbera endamên civakê de tên têkbirin. Ev jî dihêle tacîzkar tundiya xwe û kuştina jinan rewa bibînin. Ev klîşeya li ser têkiliya di navbera jin û zarokan de divê were rakirin, ji ber ku qanûn bi jin û zarokan re eleqedar e. Her wiha li şûna ku tundî û qetilkirina jinan kêm bibe, her diçe zêde dibe ji ber ku bendên zagonî nayên pêkanîn."
Divê bendê zagonê werin bicihanîn
Fatimê Aşûr tekez kir ku xebata li ser zagonê weke ku hatiye pêşkêşkirin dê bibe alîkar ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û qetilkirina jinan. Fatimê Aşûr wiha berdewamî da gotinên xwe: "Divê hemû mexdûrên tundiyê bi heman awayî werin dermankirin, bêyî ku hewl were dayîn zext li mexdûran were kirin dema ku ew diçin qereqola polîsan da ku dozê vekin. Divê stargeh ji wan re were peydakirin da ku neyên kuştin. Guhertin ji kûrahiya civakî û malbatê tê ku divê ew bi jinan re wekî bi mêran re reftar dikin tevbigerin."
'Hesabpirsîna ji tacîzkaran mafê hemû jinan e'
Zagona 58 hemû cureyên tundiyê digre nav xwe, tevî tundiya siyasî. Fatimê Aşûr wiha dibêje: "Hinek bendên zagonê hê jî tevlihev in, weke pêvajoya dozê û tevliheviya giliyên ku ji hêla jinên rastî îstismarê hatine ve tên kirin ku carna li qereqolên polîsan bi awayên ne zelal tên dermankirin, an jî tên razîkirin ku vegerin û gilî nekin, an jî tên hesabkirin û tên mecbûrkirin ku xwe sûcdar hîs bikin. Em red dikin ku wesayetê li ser jinên bi îstîsmaran re dimînin, bikar bînin, ji ber ku carna ew neçar in bi rastiyeke civakî ya dijwar a dorpêçkirî re bin û zext li ser wan tê kirin ku tacîzkar neyên darizandin. Jin bi gotinên ku divê ew tundiyê qebûl bikin mezin bûne divê em li ser vê bixebitin da ku zîhniyetê biguherînin, jinan biparêzin û perwerde bikin. Divê jin dema ku rastî şîdetê tên dev ji gilî û gazinan bernedin. Divê ew bêhêvî nebin. Ger ev hewldan bi ser nekeve, careke din divê hewl bidin û li riya dadwerî û edaletê bigerin."
Rewşa azadiyê li Tûnisê mirovan aciz dike
Fatimê Aşûr rewşa azadiyê li Tûnisê wek "fetisînok" bi nav kir û got: "Prosedurên zagonî tên binpêkirin û di dosyayên kesên ku bi sûcên siyasî tên tawanbarkirin de nezelalî heye. Em nikarin baweriya xwe bi dewletek sivîl û destkeftiyên wê bînin û di heman demê de bi kesên ku pê re ne li hev dikin re bi vî rengî tevbigerin. Welatê me yê ku beşek ji peymanên navneteweyî yên parastina mafên mirovan e, nikare azadiyan heta vê astê tepeser bike. Welatiyên Tûnisê xetera fermana 54'an hîs kirin dema ku derbirîna raya xwe li ser xizmetên nexweşxaneyek, qelsiya xizmeteke îdarî yan rexnekirina awayê xebata wezaretê dijwar bû. Ji ber ku her kes ditirse giliyek li dijî wezîrek dikare bibe sedema cezayê girtîgehê heta 10 salan. Em di qonaxeke wisa de ne ku ger tu bi desthiladaran re bi nakok bî û helwestên wan rexne bikî te weke komploger nîşan didin. Eger tu jin bî jî navên xilat li te tê datinîn, naverok tê jibîrkirin û bal tê kişandin ser bedenê. Bi vî awayî azadî tenê bi hinek aliyan ve hatiye sînordarkirin."
Guftûgoyên siyasî bandorê li ser karê rêxistinên civaka sivîl dikin
Fatimê Aşûr der barê bandora rastiya azadiyan li ser karê civaka sivîl de wiha axivî: "Bandor girantir e ji ber ku civaka sivîl di pêşengiya şerê parastina maf û azadiyan de ye. Pirsgirêk ev e ku rayedar bi qanûnê mudaxele nekin, ew bi axaftinê mudaxele dikin ku bandorê li kolanê dike û bandorê li karê komeleyê dike. Em seferberî û handana li dijî me red dikin, ji ber ku her kes dizane dewlet bi fermana 88'an ku çavdêriya fînansekirinê û hemî prosedurên li hemû astan dike, mudaxeleyî karê komeleyan dike. Fînansman di Banka Navendî re derbas dibe û di Ofîsa Serokwezîr de beşek heye ku çavdêriyê dike. Eger komeleyek dijber derkeve, dewlet maf heye ku wê berpirsiyar bigire. Kes li jor qanûnê nîne, bi şertê ku şertên darizandinek adil werin bicihkirin."
Fatimê Aşûr behsa doza seroka berê ya komeleya "Tunisia Land of Penaber" Şerîfa El-Riyahî ki ku ji aliyê parêzer û civaka sivîl ve ji gelek tohmetan beraet kiribû lê hê nehatiye berdan û hê jî ji zarokên xwe yên temenbiçûk bêpar e kir û got: “Em hevgirtina xwe bi hemû girtiyên jin re nîşan didin, ji ber tohmetên li dijî wan ew di rewşên psîkolojîk ên dijwar de ne.”
'Nirxên azadiyê sabît in'
Fatimê Aşûr hê jî baweriya xwe bi serhildanê tîne û dibêje ku 15 salên serhildanê li gorî dehsalên neheqî û bêcezakirinê ne dirêj in û got: "Azadî hêjayî fedakarî û sebirê ye. Çend salên borî derfetek bûne ji bo fêmkirina guhertinên cîhanî yên di têkiliya Tûnisê û keşûhewaya jeopolîtîk de da ku serkeftina şoreşê misoger bibe. Nirxên azadiyê sabît in û ti partî nekariye wan ji wan bistîne. Ew berbiçav in, ew di hiş de ne û hesta herî bilind in ku mirovek dikare biceribîne. Yek ji nirxên herî girîng ên şoreşê edalet e. Hemû war bi siyasetê ve girêdayî ne û li dora hişmendiya vê yekê dûrî populîzmê, dizivirin."