‘Bi zagona malbatê mafên jinan tên parastin’

Jinên gundê Um Eyaş ê bajarê Zirganê ku bi semîneran hay ji zagona malbatê dibin dibêjin: “Zagona malbatê serkeftî ye, bi vê re jin êdî hişyar û zana dibin û êdî têdighîjin ku mafê wan heye û parastî ye.”

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Doza zewaca keçan a di temenê biçûk de û pirzewacî, diyardeyek e ku têkoşînekê dirêj dixwaze. Lê belê ev diyarde xwe dispêre hişmendiya baviksalar. Têkildarî pêşîgirtina vê diyardeyê jî Kongra Star û Mala Jinan, bi sazî û dezgehên din ên jinan ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne re, di nava hewldanan de ne. Li gorî Hevpeymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2023’an de Zagona Malbatê hat derxistin.

Ji ber şert û mercên dijwar û rewşa krîtîk a ku Sûriye tê re derbas dibe û pêwîstiya lezgîn a bicîhanîna wekheviya rastîn a di civakê de, Zagona Malbatê hat çêkirin. Ji bo bidestxistina prensîba jiyana beşdar û xurtkirina têgeha malbata demokratîk, li ser bingeha prensîb û bendên bingehîn ên taybetî yên jinan ku mafên wan destnîşan dike, ev zagon bû pêdiviyek mezin.

Jinên gundê Um Eyaş ê rojhilatê bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê, yekem car li xal û bendên Zagona Malbatê, sûc û cezayên wê û divê ku çawa malbateke demokratîk pêk were, guhdarî kirin. Jinan ji ajansa me re behsa tecrubeyên zewaca berê û niha divê ku têkiliyên dayîk û bav bi zarokan re çawa be û erkên dikevin ser milên wan çi ne, kirin.

‘Ez zarok bûm, min nizanibû çi dibe’

Enûd Hesen a 75 salî got ku ew bûye bendêliya bavê xwe û wiha behsa tiştên ku lê hatine ferzkirin kir: “Ji ber ku dayîka min tuneye, ez bûm bendêliya bavê xwe. Dema berê ne wekî niha bû. Kesî li nêrîna me nedipirsî hema keçik dizewicandin. Ez zarok bûm, min nizanibû çi dibe ji ber wê zagonên berê û niha ji hev gelek cuda ne. Berê civakê her tişt li gorî xwe dikir, pir paşketin hebû gotin û nêrîna keç û lawan tune -bû, bav çi digot wekî wî bû. Niha keç û xort hev dibînin û li ser avakirina malbatê nîqaş dikin. Lê belê berê bêyî ku agahiya keçan jê heba, ji wan re digotin va me te da zewicandin. Me nizanibû zewac çi ye, min digot qey zewac lîstokek ji lîstokên zarokan e.”

Dem û guhertina piştî şoreşê

Enûd Hesen zagon û mafên jinan ên ku bi Şoreşa Rojava re hatine nivîsandin erênî dibîne û wiha qala wê dike: “Niha herî kêm her du alî mafê wan ên pirsînê heye, rastiyek di navbera her du hevjînan de tê avakirin, nêrîna hev dipirsin. Berê bêyî ku paşperdeya malbatê ya civakî were pirsîn keçikê dizewicandin.”

‘Têkoşînekê domdar divê’

Enûd Hesen zewaca di temenê zarokatiyê de weke şaşîtî bi nav kir û ev diyardeya ku hê jî di nav civakê de tê dîtin û pêdivî bi têkoşînekê domdar a li hemberî wê heye rexne kir û got: “Bifikire ku niha jî zarok di temenê biçûk de tên zewicandin, şaşîtiyek mezin e ji bo mafên zarokên keç û law. Hê zarok in û dibin dayîk û bav. Ev di civaka Ereb de pir li pêş e, zarokan ji zarokatiya wan bêpar dikin û wan didin zewicandin. Şaşîtiyek mezin dayîk û bav dikin ku barekî giran li ser milên zarokên xwe yên di zarokatiyê de dizewicînin dikin.”

Hemîda Mihemed Emîn jî 35 salî ye, dibêje ku zewac ger rêzgirtin hezkirin û lihevkirin hebe zewaceke serkeftî ye û wiha behsa vê xalê kir: “Ya herî girîng di navbera hevjînan de hezkirin, lihevkirin û rêzgirtin e lê ger xiyanet çêbibe zewac têk diçe. Bandorên wê yên neyênî li ser zarokan çêdibin û ev şopeke demdirêj di bîra zarokan de dihêle, aramî û ewlehiyê kêm dike. Mafê zarokan jî heye ku divê lê were nêrîn û ji aliyê dayîk û bav ve were parastin. Di malê de tifaq çiqas hebe wê malbateke serkeftî ava bibe. Bêguman ez li dijî pirzewaciyê me jî. Di heman wextê de jî divê ku tundî kêm bibe û li şûna wê hezkirin û rêzgirtina zayendan bi pêş bikeve.”

‘Pêwîst e zarokên keç neçarî zewacê neyên kirin’

Hemîda Mihemed Emîn da zanîn ku zext şert û mercên zor ên ku rû bi rû yê jinan û keçên ku biçûk tên zewicandin û ev bandorekê neyînî li jiyana wan dike û wiha berdewam kir: “Zewaca zarokan û barê giran ku li keçan tê barkirin hêza wan têk dibe. Dibe sedem ku keç di zarokatiyê de û ji ber rakirina berpirsiyariyên giran ku hêza wê derbas dike, bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû bimînin. Pêwîst e zarokên keç neçarî zewacê neyên kirin. Divê mezin bibin û bikaribin bi xwe biryara çawaniya berdewama jiyana xwe bidin.”

‘Wê hembêz bikin ji nexweşiyên derûnî kuştin û revandinê biparêzin’

Hemîda erkên dayîk û bav li hember zarokên xwe û taybetî keçan bi bîr xist û girîngiya wê wiha bilêv kir: “Malbatên ku zarokên xwe yên keç li şûna pereyan didin mêran hene. Ez li dijî vê yekê me. Tevî ku li herêma me rewşên wiha kêm in jî. Bavê ku keça xwe neçarî zewaca bi mêrekî dewlemend re dike sûc dike. Bila pere hebin lê gelo wê derûniya keça wî rehet be û garantiya ku wê keça wî xwe nekuje bide yan na ev girîng e divê were zanîn. Divê ku rastiya zewacê xweşî û nexweşiyên wê ji aliyê dayîk û bav ve bi zarokan re were parvekirin. Di heman demê de jî pir girîng e ku dayîk û bav zarokên xwe sûcdar nekin. Divê piştgiriya wan bikin. Bi taybetî ew keça ku di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û piştre hevberdan çêdibe û vedigere nava malbata xwe divê wê hembêz bikin û ji nexweşiyên derûnî û riyên kuştin û revandinê biparêzin.”

‘Zagona malbatê gaveke serkeftî ye’

Hemîda zagona malbatê mîna gaveke serkeftî bi nav kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zagona malbatê serkeftî ye, bi vê re jin êdî hişyar û zana dibin û êdî têdighîjin ku mafê wan weke jin jî heye û parastî ye. Divê keç û jin netirsin, bizanibin mafê wan heye. Ji lewre gava dayîk û bav xwedî li keça xwe dernekevin, bi riya zagonê re keç dikarin hemû mafên xwe bi dest bixin. Ya herî girîng avakirina malbateke demokratîk e, bêyî wê hemû pirsgirêk wê riyên cuda bidin ber zarokên malbatê.”