‘Vegrandina dozên jinan ji dadgehê li herêma Kurdistanê didome’

Parêzer Eşwaq Necîb got ku dema doz werin dadgehê baş dibe, ji ber gelek doz hene beriya bigihîjin dadgehê bi riyên din tên çareserkirin û ji dadgehê tên vegerandin jin ji tirsa civakê gilî nakin.

HÊRO ELÎ

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê ji ber feraseta mêr tundiya li dijî jinan zêde dibe. Beşek zêde ya dozan ji ber qetilkirin û tundiya li dijî jinan li herêma Kurdistanê ye. Ji ber destwerdana kesên di partiyan de partî û hikumetê de, doz çareser nabin. Gelek caran bi riya sulha eşîrê tên çareserkirin û sûcdar bê ceza dimînin. Ev jî sedema berdewambûna sûc û binpêkirina mafên jinan e. Têkildarî vê mijarê parêzer Eşwaq Necîb nirxandin kir.

‘Gelek caran serdana malbatan li jinan tên qedexekirin’

Eşwaq Necîb diyar kir ku li herêma Kurdistanê zagona hejmar 8 a sala 2011’an a tundiya li dijî malbat û jinan heye. Di van çend salan de biryar hat girtin ku bê guhertin, ji ber zêdeyî 10 sal in heye û got: “Mixabin gelek caran hatin gotin ku ev zagon xelet e yan pêwistî pê nîn e. Ji ber di cihê wê de zagona ceza ya Iraqê heye ku behsa jinan dike. Lê belê dema li hûrgiliyên qanûnê tê nêrîn, tê dîtin ku valahiyên qanûnî hene. Gelek caran serdana malbatan li jinan tê qedexekirin, gelek caran endamên malbata hevjînê jinan tundiyê li jinan dikin lê belê niha ji ber zagona tundiya li dijî jinan û hişyariya gel û malbatan zêde bûye, rewş baştir bûye. Dayîk û bav nikarin rêgiriyê li jinên ciwan bikin. ”

‘Ji ber zewaca di temenê biçûk de pirsgirêk zêde dibin’

Eşwaq Necîb da zanîn ku nifşên niha di temenê biçûk de dizewicin û got: “Hinek dozên me hene jinên di salên 2007 û 2008’an de ji dayîk bûne, zewicîne û zarokên wan hene, pirgirêkên malbatê hene û pirsgirêk li dadgehê ne. Her wiha dozên jin di 2004’an de ji dayîk bûne du zarokên wan hene û pirsgirêkên wan ên malbatî hene didomin. Ev temenê destpêka jiyanê ye û beşek jê nû dibistan qedandine û divê bingehek ji bo jiyana xwe ava bikin lê belê em dibînin zewicîne û zarokên wan hene, pirsgirêkên wan ên malbatê hene. Ji ber di temenê gelek biçûk de tên zewicandin pirsgirêk zêde dibin. Dema pirsgirêkên malbatê derdikevin bandorê li ser zarok dike. Her wiha li hemû welatan perwerde fêrkirin e lê belê li welatê me ne wisa ye.” 

‘Gelek doz hebûn em bi xwe çûn ban malbatên wan’

Eşwaq Necîb destnîşan kir ku niha gel hişyar bûye dizane ku divê tundî li hemberî wan neyê kirin lê dema dixwazin mafên xwe bi riya dadgehan bi dest bixin ditirsin û got: “Ji ber ku dema doz li dijî kesek tê vekirin, pêwistî bi şahidan heye. Ji ber gelek caran hevjîn bi qasî ku li ser medyaya dîjîtal nîqaş kirine, ewqas rû bi rû nekirine. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk zêde bibin. Ji ber wê ez dibêjim bi amadekarî bikevin pêvajoya zewacê, şansê serkeftinê ji %60 heta %70 heye. Çend doz hebû em bi xwe çûn ba malbatên jinên hatine kuştin û me got em parêzer in em ê bi kêfxweşî dozê bigrin, piştgiriyê bidin lê belê ne amade bûn gilî bikin. Mixabin, gelek dozên me hene ku dayîk û bav piştgiriya jinên ciwan nekirine. Her wiha doz hebûn ku dayîk dikaribû ji ber qetilkirina keça xwe ya ciwan gilî bike lê belê ji tirsa ne amadebû gilî bike. Di van bûyeran de em nikarin tu karek bikin.”

‘Divê doz neyên vegerandin’

Eşwaq Necîb di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema doz digihîje dadgehê baş dibe, ji ber gelek dozên me hene, beriya bigihîjin dadgehê bi awayek tên vegerandin an çareserkirin, ji ber vê jî gef li wê yan jî malbatê tên xwarin. Her wiha jin gelek caran neçar dimînin xwe bixeniqînin  an jî bi awayek din xwe bikujin. Piştre jî gelek propeganda ji bo berovajîkirinê tên kirin. Ji ber wê di malbatan de berovajîkirina pirsgireka qetilkirina jinên ciwan heye.  Gotinek heye ku dibêje ger mêrek were kuştin, kes nabêje ji ber namûsê ye lê ger jinek ciwan ji bo mafên xwe were kuştin, dibêjin ji ber namûsê ye. Ji ber vê divê ev doz were çareserkirin û zagon serwer bin divê doz dema tê dadgehê neyê vegerandin. Mixabin, di civaka me de jinek ciwan ditirse gilî bike. Niha malperên fermî hene bi  taybetî bi pirsgirêkên jinan di torên civakî de çareser kirine. Ji ber wê ger jina ciwan netirse dozê bibe dadgehê wê were çareserkirin. Dema ku jin gilî dike nabe sûcdar efû bike, dema efû dike dibe ku heman sûcî li hemberî kesek din bike. Ev jî dibe sedem ku sûc zêde bibin.” 

‘Gelek sûcên em li dijî zarokên xwe dikin û nizanin sûc e hene’

Eşwaq Necîb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek sûc hene ku em li hemberî zarokên xwe dikin lê em nizanin sûc e hene. Ji bo zarokên kur newisa ye. Ji ber wê divê ji bo jinên ciwan jî wisa be. Dema fêrî zarok dikin ku bê destûr nikare kesê hembêz bike, ew jî fêr dibe û ji derve re rê nade kes wê hembêz bike. Ji ber wisa fêr dibe, ew beden bedena wê ye ku divê bizanibe çawa biparêze. Ev jî dibe sedem ku xwe ji sûcên li hember tên kirin biparêze.”