‘Li Tûnisê salên dawî di warê mafên jinan de paşketin çêbûne’

Çalakvan Fatma Bişawî teqez kir ku paşketina mafên jinên Tûnisê di salên borî de dê xwedî bandorên metirsîdar be li ser malbatê û civakê jî lewma divê jin di warê aborî de bên xurtkirin ku statuya xwe ji nû ve bigrin.

NAZÎHA BOUSSÎDÎ

Tûnis- Çalakvana Tunisî Fatma Bişawî Ebdulnebî destnîşankir ku di salên borî de mafên jinên Tûnisî di warê siyasî, civakî û aborî de gelekî bi paş ketine.

Çalakvan Fatma Bişaw Ebdulnebî diyar kir ku paşketina mafên jinên Tunisî di warê siyasî de di nûnertiya wan a kêm di parlamantoya nû de diyar bû. Her wiha bi lawazî beşdarî hilbijartinên zagonî yên dawî bûn, rola wan di navendên biryardayînê de kêm ma.

‘Tundî di dema dawî de zêde bûye’

Fatma Bişaw Ebdulnebî di warê civakî de jî got ku diyaredeya tundîtûjiya li dijî jinan di dema dawî de bi awayekî balkêş zêde bûye û wiha gotinê xwe domand: “Di warê aborî de jî pirsgirêkên jinan di warê hejariyê de hene û nebûna jêderên dahatê ku pêdiviyên xwe û malbata xwe yên bingehîn peyda bike. Rêjeyek mezin ji jinan mafên xwe û derfetên zagonên Tûnisê dide nas nakin. Tu dibînî jineke hevberdayî li malê nefeqeyê nagire û ne jî mafê hembêzkirina zarokan, hin caran dibe qurbaniya şaşîtiyên bijîşkî di dema zarokanînê de.”

Li komeleyê ji bo jinan perwerdeya pîşeyên cuda tê dayîn

 Fatma Bişaw destnîşan dike ku ew weke komele bi hevkariya aliyên pêwendîdar hewl didin rewşên jinan bi pêş bixin. Ne tenê bi riya alîkariyên darayî, bi riya perwerdekirina jinan di warê hawirdorê de û got: “Komele jinan di pîşeyên cuda de perwerde dike, weke dirûtin û neqişandina bi destan, qerzan jî didinê ji bo projeyek biçûk ji xwe re ava bikin. Dema ku di bin çavdêrî û şopandinê de bin û rastî astnegiyan tên komele alîkariya wan dike.”

‘Zarokên keç ji xwendina dibistanê bêpar dimînin’

Beşa jinan a herî lawaz a li taxên kenarên bajaran dijîn, di temenekî biçûk de ji xwendinê qut bûne, dema tên hîn xwendinê dibin û perwerde dibînin, bi hezkirinek mezin dikin ji ber ku hestên bêparbûnê bi wan re hene. Fatma Bişaw wiha didomîne: “Di dema dawî de me dît ku beşek zarokên keç hene ji dibistanê qut bûne û temenê wan hê 12 salî ye.”

‘Di warê siyasî de jin kêm dimînin’

Di warê siyasî de jî Fatma Bişaw wiha dibêje: “Ji bilî hişyarkirina jinan di warê maf û erkên wan de, em wan li ser girîngiya beşdarbûna kar û barên giştî şiyar dikin. Ji wan dixwazin ku hilbijartinan boykot nekin û baş nûnerên xwe di meclisan de hilbijêrin. Em piştgiriya jinan dikin ku mafên xwe yên siyasî bigrin û di navendên biryardayînê de hebin.”

Fatma Bişaw di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku jin bi ked û awayek cidî kar dikin lê beşdarî karên siyasî nabin û ne jî navendên biryardayînê ji ber ku ew bi rihetî nikarin kar bikin. Her wiha dide zanîn ku jinên bi xwe bawer jî hene, ew ji bo mafên xwe têdikoşin, karê xwe berdewam dikin.