Cezayê girtîgehê ya çalakvan Fatemeh Sepehrî hat erêkirin

18 sal cezayê girtîgehê ya ji çalakvana siyasî Fatima Sepehrî ku tevlî serhildanên gel ya Îranê bûbû hat dayîn, hat erêkirin.

Navenda Nûçeyan- Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê cezayê 18 sal cezayê girtîgehê ya girtiya siyasî Fatemê Sepehrî erê kir û ragihand ku ev ceza ji 12’ê Adarê ve “derbasdar e”. Fatemeh Sepehrî yek ji wan 14 çalakvanên ji bo Îstifasa Hamaneyê îmzakar e, 5 sal ji bo “propaganda dijî rejîmê”, 5 sal ji bo “hevkariya bi welatên dijmin re”, 2 sal ji bo “heqareta li Humeynî û Xamineyî” û “Civîna li dijî ewlehiya navxweyî ya welat" û ji ber sûcê "komplo" 6 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Birayê Fatemeh Sepehrî Asghar Sepehrî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal di parvekirina xwe de wiha got: "18 sal cezayê girtîgehê ya xwîşka min hat erê kirin.”

Fatme Sepehrî ku di 21'ê Îlonê de piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî ya di 16'ê Îlonê de li Tehranê di serdegirtina mala wê de hatibû binçavkirin, biribûn Girtîgeha Vakilabad a Meşhedê.

.