Platforma Ekolojiya pêngava dar çandinê ragihand

Platforma Ekolojiya Jin a Rojava di çerçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de pêngava dar çandinê ragihand.

Qamişlo - Platforma Ekolojiya Jin a Rojava di çerçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dest bi pêngava dar çandinê kirin. Pêngava nû bi dirûşma “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya xwezayê li ber xwe bidin û xwe bighênin azadiyê” ji 9’ê Çile, heta 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan destpêkirin. Ev kampanya li Kurdistan û Rojhilata navîn ku qetlîama jinan û xwezaya cîhanê pêk tên, tê destpêkirin. Her wiha armanca pêngavê welatê xwe şîn bikin û daran biçînin. Daxuyanî li gulîstana 19’ê Tirmehê ya bajarê Qamişlo-Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate dayîn. Meclîsa Malbatên Şehîdan, Rêxistina Kongra Star û sazî û dezgehên jinan beşdarî daxuyanî bûn.

Daxuyaniya ku ji aliyê Mamoste Hêvî Mihemed Şêxmûs ve hate xwendin wiha bû:

“Em ê îsal jî di çarçoveya tevlêbûna pengava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka kurd re çareserî”, kampanyaya "Li dijî çolbûnê daristanan avabikin" ku her sal pêk tînin, bimeşînin. Me ev pêngav, mehek berê bi xwendina notên kevin ên notê hevdîtinê Rêber Abdullah Ocalan re rojên Çarşemê ku roja hevdîtinêye pêk anîn. Ji niha û pê ve em ê bi dirûşmeya “Ji bo hebûna xwe li hember qirkirina jin û ya  xwezayê li ber xwe bidin û xwe bigihînin azadiyê!" ji 9’ê Çîlê heta 4’ê Nisanê vê kampanya bimeşînin.”

‘Bi azadiya Rêber Apo em dikarin azad bibin’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin vê kampanyayê diyariya berxwedan û ruhê jinan dikin û wiha hate domandin: ”Em vê kampanya di serî de li Kurdistan û Rojhilata Navîn li ser qetlîamên jin û xwezayê yên li hemû cîhanê pêk tên destpêdikin û diyarî  berxwedan u ruhê van jinan dikin. Em dibêjin azadiya jin û xwezayê bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji bo vê jî tenê bi hembêzkirin u pêkanîna fikrên Rêber  Abdullah Ocalan em dikarin azadiya xwe bi dest bixin, xwe parçeyek ji xwezayê bihesibînin û pê re bijîn. Ji ber ku xweza ne tehdîdeke ku jiyana me dixe metirsiyê û ne jî pozîsyoneke ku divê were bidestxistin ê. Xweza qada jiyana ya me ye.”

‘Jin û xweza bi komkujiyan re rû bi rû hatin’

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku pirsgirêkên ku tên jiyankirin di sedema nêzîkatiyên çewt yên desthilatiya dewlet ya baviksalarî de ne û wiha hate domandin: ”Lewma çareseriya pirsgirêkên ekolojî, weke pirsgirêka azadiya jin ya îro, xwedî roleke bingehîn e. Ji ber ku dîroka şaristaniyê her tim xweza, hawîrdor, ax û jin, bi îdeolojîk înkar kiriye, bi înkarkirina civaka çandinî-gund a ku bi îcadên hilberîna maddî yên jinan di serdema neolîtîkê de pêşketiye. Wî ev nirxên ku derketiye holê veguherand nav amûrên berjewendî û zordariyê di bin hegemonya mêran de. Wî ev veguhertin li ser esasê girtin û xistîna jinê li malê, bi berdewamî bi kar anîna axê, ji bajarên dewlet e Sumeran dest pê kir û ber bi çolbûna xwezayî ve hişt û bi demê re bi çolbûna sûnî xwar û mezin kir. Ji ber vê sedemê, şaristaniya dewletparêz di çolbûna axa Mezopotamya’yê de rolek sereke dilîze û taybet li Rojhilate Navîn dîrokek ekolojî tune. Çawa ku jin weke hêmana herî bingehîn a civakê neçar ma ku cewhera xwe înkar bike, xweza jî li ser mantiqa qazanca desthilatdariyê û yekdestdariya mêtingeriyê rastî îstîsmarê hat. Lewma mirovahî ji xweza, jiyan û civakê hatiye dûrxistin û xerib xistin. Bi vî rengî jin û xweza di dîroka şaristaniya dewletparêz de rastî komkujiyên herî hovane hatin.”

‘Her malekî şitlekî, her şitlekî darekî’

Di dawiya daxuyaniyê de pêngava nû wiha hate eşkerekirin: “Bi vê zîhniyetê divê ji 9 Çile û pê ve li mal, kolan, baxçe û deştên xwe kulîlk û daran biçînin, ji bo ku em ji ji nû ve qetilkirina jinan û xwezaya ku parçeyekî wê ne, çavên xwe negirin. Divê em fikra Rêber Abdullah Ocalan a xwezaya azad û jinên azad, bi çandina darekê ji bo her jin û daristanekê ruhê wan zindî bihêlin, bidin jiyîn. Li ser vê bingehê, em hemî dînamîkên civakê dewet dikin da ku her dara xwe bi koka xwe re bîne cem hev. Ji ber ku civak bi xwe di bingehê xwe de diyalektîka ekolojîk e. Ji bo em vegerin ser koka xwe û hemû qetlîaman rawestin, bila bi feraseta 'Her maleki şitlekî, her şitleki dareki' di pêngava civakek ekolojîk de bibin yek. Werin em têbikoşin ku xwezaya xwe ya tazî veguherînin daristan û nebatek mezin! Werin em ekolojî û azadiya jin pêş bixin, hemû hevsengiyên pergala baviksalarî-dewletparêz xera bikin, zîhniyeta qetlîamker hilweşînin!

Li ser vê bingehê hin çalakiyên ku di dema kampanya de pêk bên ev in:

*Li hemû cihan de  civîn çekin u nezikatiye 'Her malekî şaxekî, her şaxekî darekî' peş bixin.

*Perwerde kirin li têkiliya di navbera jin-xweza û civakê de.

*Deverên ku jinên pêşeng hatiye qetil kirin, dar biçinin.”