Guherînên avhewayê li Tûnisê zêdetir bandorê li jinan dikin

Rawda Al-Qafraj, bal kişand ser guherîna avhewayê ya li Tûnisê, diyar kir ku ev yek zêdetir li ser jinan bandorên neyînî çêdike û got: “Ji ber germahiya zêde ya demsalan, çavkaniyên debarê yên jinan tune dibin.”

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Di van salên dawî de, encamên neyînî yên ji ber guherînên avhewayê çêdibin, zêdetir tên dîtin û hîskirin. Ev rewş di serî de li ser jinan, di hemû warên jiyanê de bandorên neyînî bi xwe er tîne. Rawda Al-Qafraj, a di warê çavkaniyên avê û ahenga bi guherînên avhewayî de pispor û şêwirmend e, ji ajansa me re, behsa bandorên ku ji ber guherîna avhewayê li Tûnisê li herêmên bajar çêdibe kir.

*Guherînên avhewayê bandorên çawa li Tûnisê çêdike?

Têkildarî demsalan her sal daneyên germahî û baranê li gorî parzemînan hene lê ev yek jî êdî bêîstîqrar bûne. Barana ku zêdetir zivistanê dibare êdî bihar û havînê jî heye. Ev guherîn, dibe sedma hişkahî, barana dijwar û lehiyan. Madeyên kîmyewî yên ku ji wesayîd, balafir û gelek tiştên din çêdibin, dibin sedem ku di atmosferê de gaza serayê zêde bibe. Xebatên senayî û tûrîzmê dibin sedema zêdebûna germahiyê û ev yek jî tê wateya xirabûna demsalê. Di encama van de jî li Tûnisê pênc sal in hişkesalî heye, ava bendavan kêm bûye û ava çavkaniyên binê erdê kêm dibe. Guherînên avhewayê, ji ber xirabûna çerxa avê ya cîhanê, li hinek herêman, dibe sedema nebarîna baranê, li hinek herêman jî dibe sedema hişkahî û barana dijwar û lehiyan.

*Li Tûnisê bandorên guherîna avhewayê li ser jinan çi ne?

Bandorên vê yekê li herêmên bajar û gundewar ji hev cuda ne. Ji bo jinên li bajaran. , bi hişkahiyê ava malan kêm dibe, ev yek jî bandoreke neyînî li wan dike. Birandina ava vexwarinê, dibe sedema tengasî û zexta derûnî. Germahiya zêde ya li herêmên bajar, di heman demê de dibe sedema gelek nexweşiyan.

Jinên ku li herêrêm gundewar dijîn, di hilberîna xurekê de dixebitin. Havînê ji ber zêdebûna germahiyê bi taybetî saetên xebatê kêm dibin. Jin zêdetir mehên Gulan û Tebaxê di karên çandiniyê de dixebitin û ji ber vê yekê beriya biçin kar divê li malê jî karê xwe biqedînin. Her wiha çûndin û hatin jî dibe pirsgirêk ji bo wan. Kamyon cotkaran bi peretî dibin tînin û jixwe gelek caran qezayên trafîkê çêdibin.

Van pirsgirêkan hemû, jinên li gundewaran dijîn bi du pirsgirêkên mezin re dihêlin. Yek jê bêkarî, yek jî xebata zêde. Sal bi sal ji ber ku hişkahî zêde dibe, ji bo avdanê av tune ye û baran jî nabare, dîtina kar jî zehmet dibe. Ev yek di heman demê de dibe sedema kêmbûna çandiniyê. Mirov dikare bibêje ku yên ji guherîna avhewayê zêde bi bandor dibin jinên li herêmên gundewar in.

*Bandora agirê ku ji ber guherîna avhewayê derdikevin dê çi be?

Mijarek din jî têkildarî guherînên avhewayê heye ku ew jî agir e. Carna bi derxistina hinekan carna jî ji ber germahiya zêde agir bi deran dikeve. Ji sedî 10 Tûnisî li nêzî daristanan dijîn. Jin ji wan deran giyayên bi şîfa û ji bo şewatê jî daran berhev dikin. Bi agirê ku bi daristanan dikeve, çavkaniya debarê tune dibe. Ger wiha bidome, pênc an jî şeş sal paşê dê çavkaniyên debarê bi temamî tune bibin. Dixwazî lehî, dixwazî agir, hemû guherînên avhewayê, bandorên nebaş li ser jinên li herêmên gundewar dikin. Ji ber ku pêlên demsalê zêde dibin û hevsengî kêm dibe, êdî mirov nikare temînata tu tiştek bide û planek bike. Ev yek jî derûniya jinan xirab dike û warê jiyanê li wan teng dike. Ji bo ji pirsgirêkên xwe re çareseriyan bibînin, her dem difikirin û ev jî dibe sedema ku nebaşbûna rewşa derûnî û tendirustiyê.