Jina ku çend car ket Guinnessê: Carolîne Chabatinî

Aktivîsta hawirdorê Carolîne Chabatinî ku weke ‘Jina Guinness’ tê binavkirin, bêyî ku guh bide gotinên civakê yên ‘Jina hevberdayî’ bi bermahiyên ku kom kirine û dîzayn kir cara 5’emîn ket pirtûka rekora cîhanî Guinnessê.

FADÎA JUMA

Beyrûd- Hunermenda Lubnanê û aktivîsta hawirdorê Carolîne Chabatinî, bi dizaynên ku çêdike armanca wê ew e bala mijara zanista hawirdorê zêde bike û li pey hev ev cara 5’emîn ket pirtûka rekora Guinnessê. Îro li cîhana Lubnan û Ereb de Caroline Chabatinî weke ‘Jina Guinness’ tê binavkirin, xwe amade dike ku rekorek nû bişkîne.

Caroline Chabatinî di sala 2019’an de bi projeya xwe ya yekem dest bi rêwîtiya xwe ya navneteweyî kir. Li bajarokê Chekka yê bakurê Lubnanê bi 140 hezar şûşeyên plastîk dara herî mezin a Noelê çêkir. Caroline Chabatinî bi armaca piştgiriya hawirdorê bi dara ku mezinahiya 28,5 metre di sala 2019’an de cara yekem bi serxist ku bikeve pirtuka cîhanî ya rekora Guinness. Derbarê ceribandina xwe ya yekem de wiha got: “Min bi vê dara ku çêkirî bi serxist ku rekora Meksîka bişkînim. Di meha Gulana 2020’an de min bi 500 hezar parçeyên plastîk ala herî mezin çêkir. Min rekora ansîkopedî ya Japonya şikand. Piştre min ala herî mezin ya dewletan çêkir.”

Dara yekem a Noelê dîzayn kir

Caroline Chabatinî diyar kir ku ji sala 2018’an ve hewl dide hawirdorê biparêze û li aliyê din bi bermahiyên plastîk dîzaynên hunerî çêdike û got: “Ji bo van şûşeyan bigrin di mijara şandinê de min li gel firmaya şûnde zivirandinê li hev kir lê belê demekê fîrmayê ev nekir. Min jî biryar da ku di dema nêzbûna roja rojbûna keça xwe de bi bermahiyên plastîk min biryar da ku darek mezin ya Noel çêbikim. Ev fikir îlham da mîn. Dara ku min çêkir piştre ket Guinnesê.”

Li pey hev xelat girt

Caroline Chabatinî da zanîn ku tu caran dest jî hedefên xwe bernedaye û wiha got: “Di heman demê de di meha Adara 2020’an de ji bo lîstika Play Station bi hevkariya şîrketek li Dubaiyê ku dixwest nasandina Horizon Forbidden West bike, ji bo lîstokekê Mozaîka ku 260 metre dirêj min çêkir. Bi vê dîzaynê min xelata xwe ya çarem ji Guinness girt. Ew jî çargoşeyek ku ji parçeyên plastîk pêk dihat û tenê min karî di 7 rojan de temam bikim. Di heman demê de mîn cîhanek ku 36 al têde cih digre çêkir. Bi vê dîzayna xwe min rekora ansîkopedî şikand. Min xelata xwe diyarî Komeleya ku bi zarokên penceşêrê re eleqeder dibin kir.”

Bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne

Caroline Chabatini wiha behsa zehmetiyên ku dibine kir: “Ya herî girîng ji van zehmetiyan tunebûna sponseran e ji bo projeyê û pir caran nebûna pereyê têr e, nemaze li Lubnanê ku di asta aborî de rastî şert û mercên dijwar tê. Divê ez hinek malzemeyan bikirim. Lê zehmetiyên herî giran ji faktora hewayê derketin. Ev rewş di her projeye de hem di zivistanê û hem jî di havînê de derdikeve pêşiya min. Mînak min li bajarê Miziara ê bakurê Lubnanê Projeya Hîlalê dikir. Lê  ji ber rewşa hewayî ez neçar mam 3 caran dev ji projeye berdim.”

‘Hinek kesan gotin jina çop’

Der barê sernavê “Jina Guinnessê” de, Caroline Chabatinî wiha got: “Weke jinekê ev sernav ji bo min gelek bi wate ye berî her tiştî ji ber ku min di civakê de gelek êş kişand û ji ber ez jineke hevberdayî bûm, carna jî rastî tundiyê hatim. Ji min re gelek nav hatin gotin. Van navan hêza bixwebaweriyê dan min bi xêra wan min tama serkeftinê girt. Di destpêka rêwîtiya min a di vî warî de kesên herî nêzî min hebûn ku karê ku ez dikim bê qîmet dihesibandin û min rexne dikirin. Kesên ku ji min re digotin 'jina çopê' jî hebûn ji ber ku min bermahiyên plastîk ên girêdayî sêwiranên xwe ji gelek deverên Lubnanê berhev dikirin. Lê min rexneyên wan ji bo xwe nekir derd , enerjiya xwe ya pozîtîf berhev kir û karê xwe berdewam kir û îro gelek kes hene ku piştgiriya min dikin.”

‘Hêviya xwe winda nekin’

Caroline Chabatinî, destnîşan kir ku ji medyaya dîjîtal piştgiriyek mezin girtiye û diyar kir ku piştî 5 rekorên cîhanê yên Guinnessê tomar kir, ji bo hişyariya hawirdorê bilind bike bi şûşeyên avê yên plastîk kîsoyên avê herî mezin çêkiriye û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji bo her jinê peyama min eve; hêviya xwe winda nekin, bi zehmetiyan re rû bi rû werin û ji xwe bawer bin da ku bigihîjin serkeftinê. Ya herî girîng jî ew e ku hûn dev ji xwe bernedin. Gotina 'jina hevberdayî' ya civakê ez neşikandim, berovajî ji kesayeta xwe kesayetek nû afirand.”