Platforma Ekolojiyê ya Jinan li dijî qirkirina jîngehê banga parastinê kir

Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava a bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand li ser felaketa ku li Erzînganê rû da, anî ziman ku bi polîtîkayên qirkirinê yê dewleta Tirk re erdnigariya Kurdistanê bi qirkirina jînegê re rû bi rû ye û banga hişyariyê kir.

Qamişlo - Di 13’ê Sibatê de li navçeya Îliç a bajarê Erzîngan li Bakurê Kurdistanê li madena zêr hezaz pêk hat û li gor agahiyan di madênê de 9 karker di bin heyelanê de man. Hezaza ku pêk hatî, ji ber madeya kîmyewî ya siyanûr heye, bi tonan bermahiyên jehrî diherikin çemê Firatê. Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya ku hate dayîn wiha ye:

“Wekî tê zanîn ev ji sed salî zêdetire ji aliyê dewletên dagirker ve li ser erdnîgariya Kurdistanê polîtîkayên pişaftin û qirkirinê tên meşandin. Ev polîtîka îro tenê bi rêbaz û amûrên qirkirina klasîk ve nakin, di heman demê de bi polîtîkayên qirkirina-eko (eco-cide) ve ketine pêvajoyekî nû de. Rejîma AKP'ê ya bê ku sînoran nas bike, ev polîtîka kiriye navenda xwe û hemû hêzên kapîtalîst, li gel bikaranîna çekên termo-barîk ên kîmyewî, di bin navê lêgerîna maden (zêr, petrol û hwd) de dixwaze vê politikaya xwe berdewam bike. Mirov dikare mînaka vê ya herî dawî li devera Çöpler a bajarê Erzinganê, di kargeha Anonîm a pîşesazî ya bi navê Anagold Madencilik'ê de dema li zêran digerîyan, cara duyem li ser hêza wê re dema fireh dike, di hilweşîna axê de me dît. Vê rewşê di erndengariya Kurdistanê de rê ji keraseteke nû re vekiriye. Di vê hilweşînê de tenê 9 mirov jîyana xwe ji dest nedane, di heman demê de bi giştî erdnîgarîyek rûbirûyê tunebûnê re hatîye hiştin. Ev eşkereye ku em nikarin vê rewşê wekî bûyerekî ji rêzê ya hilweşîna axê bigrin dest.  

Li ser erdnigariya Kurdistanê qirkirin

Axên Mezopotamya û taybet axên bi bereket ên bi ava Dîcle û Firatê tên xwedîkirin, ji dema împaratorîya Sumeran ve tê dagirkirin û hema bêje bi qirkirinekî ekolojîk ve rûbirû hatîye hiştin û ev rastîyekî dîrokî ye. Rejîma faşîsta ya AKP-MHP'ê ji milekê ve bi projeyên pêşketina kesk ve dixwaze xwe têxe nav welatên ekolojîk de, ji milekê din ve di bin navê  lêgerîna madena de, hemû zindîyên ser erd û bin erd jehrî dike. Ger rejîmekî pir faşîst û qirker be, an jî her tiştê xwe winda bike dikare wisa çavên wî reş bibe. Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê jî di encama polîtîkayên xwe yên li ser Kurdistanê disepandin her tiştên xwe winda kirin û ketine pêvajoyeke hilweşîna aborî de. Ji ber vê yekê pirojeyên xwe yên pêşxistina aborî li ser polîtîkayên şer saz dikin. Kevneşopîya wê ya sîyasî û qirker a dewletê û pratîka wê ya tê nûjenkirin. Cardin bi rêya sermaya netewî û navnetewî ve dixwazin Kurdistanê bi xweza û hemû pergala wê ya ekolojîk ve tune bikin. Ji ber vê yekê rejîma AKP-MHP'ya faşîst tenê 9 însan qetil nekirine, erdnîgarîya Kurd û Kurdistanê, ava wê, axa wê û tevna wê ya civakî bi awayekî giştî kirîye armanc û  bi koçberkirineke berfireh ve guhertina demografî kiriye plana xwe. Bi helandina çandî û girêdana aborî ve dixwazin qirkirina Kurdan tamam bikin.

‘Sûcekî li dijî mirov û xwezayê ye’

Îro di serî de bi rêya sazîyên finansa kapîtal ên netewî û navnetevî ve erdnîgarîya Kurdistan û Tirkîyê ji alîyê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ve tê jehirkirin. Em ji bîr nekin pergala ekolojî ya hatî jehrîkirin a Kurdistan û Tirkîyê di heman deme de jehrîkirina erdnîgarîya tevahî cîhanê ye. Çawa ku çekên kîmyewî ji devereke cîhanê birina devereke din û bikaranîna wê sûc be, bikaranîna madeyên hevsengiya xweza û pergala ekolojîk xira dikin û zindîyan tune dikin jî suc e. Ên ku van kiryaran erê dikin û yê dikin merîyetê jî sucê mirovahîyê dike. Kesên Hîtler rexne dikin, îro bi kiryarên xwe yên faşizan û planên xwe yên xapînok ve, rûyê sîstema kapîtalîst ê dirû û demagojik aşkere kirine. Em jibîr nekin çawa ku Hîtler bi ser neket, wê hêza desthilatdar û şopdarên wê rejîma AKP û MHP'ê jî bi ser nekevin. Yên ku bi ser bikevin şervanên azadîyê ne

Li hember van kiryaran dengê xwe bilind bikin

Rarazvanên xwezayê û mirovatîyê bin. Li ser vî bingehî em bangawazî dikin ku her kesê, her kesa ekolojîk dihizire, li dijî şêwazê kiryarên di encama polîtîkayên qirkirinê de tên sepandin û nûjenkirin bisekinin. Di serî de ji bo em xwedî li jîyana zindîyên di bin navê lêgerînên madenan de tune kirin biparêzin û xwedî li jîyana xwe derkevin em banga hevgirtinê dikin. Em dengê xwe bilind bikin. Hemû rêbazên tunekirin û qirkirina  xwezayê ya di bin navê lêgerîna madenan de tên kirin, li dijî derkevin û ji serdemeke nû ya Hîtler re bêjin na!

Em jîyana xwe biparêzin.”