Li Kobanê kampanya hawirdorê hat destpêkirin

Li Kobanê çalakiyên bi beşdariya jin û zarokan re bi kampanyaya bi navê "Hevgirên jîngehê bin" ji aliyê Saziya Jîngehê ya Herêma Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye destpêkirin, tên lidarxistin.

NORŞÎN ABDÎ

Kobanê- Rêveberiya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Firatê ji destpêka meha Çileyê ve ji bo parastina jîngehê û avakirina civakeke hestiyar ji hawirdorê re kampanyaya çandina daran bi dirûşma "Hevgirên jîngehê bin" da destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de armanc çandina hezar û 500 daran e her wiha gelek çalakiyên weke forum û civîn jî tên lidarxistin.

Seroka Ajansa Hawirdorê Almaz Rumî behsa armancên bi vê kampanyayê kir.

‘Armanca me zêdekirina çanda xwezayê û zêdekirina daran e’

Almaz Rumî li ser xebatên ku ji roja ewil a kampanyayê ve heta niha kirine wiha got: "Ji destpêka îsal ve me li Herêma Firatê ji bo zêdekirina daran û belavkirina çanda gelan dest bi kampanyaya daristanan kiriye. Binesaziya Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di sala 2014’an de, hat rûxandin û vê yekê bandorê li ser jîngeh û xwezayê kir. Weke Saziya Jîngehê em ji bo afirandina çanda jîngehê û zêdekirina daristanan dixebitin. Ji bo vê yekê jî Saziya Jîngehê bi Dezgeha Ragihandinê, Rêveberiya Xweser û gelek saziyên civaka sivîl re hevkarî kir."

‘Xebatên me ji dibistanan dest pê kirin’

Almaz Rûmî da zanîn ku ew bi sazî û rêveberiyên dibistanan re bi koordîne kar dikin û destnîşan kir ku divê hişmendiya civakî ji zarokên ku nifşên nû ne dest pê bike wiha berdevam kir: “Ji bo em vê nifşê bi çanda parastina jîngeh û xwezayê mezin bikin, me bi hevkariya xwendekaran dest bi kampanyaya çandina daran li dibistanan kir. Çanda daran xwedî girîngiyeke mezin e ne tenê di warê zêdekirina deverên hêşîn de, ji ber ku dar hewayê paqij dikin û dibin alîkar ku rêjeya oksîjenê di atmosferê de zêde bibe.”

'Em dikarin têkiliyên xwe bi Rêber Ocalan re xurt bikin'

Almaz Rûmî bal kişand ser hesasiyeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo ekolojiyê û got, “Rêber Ocalan di parêznameyên xwe de diyar dike ku divê em jîngehê çawa biparêzin. Ji ber ku em di rêveberiyeke li ser esasê parastina jîngehê de ne divê em vê jîngehê biparêzin. Em dikarin bi parastina jîngehê re têkiliya xwe bi Rêber Ocalan re xurt bikin. Em ê di roja 4'ê Nîsanê ku rojbûna Ocalan e  daran biçînin. Armanca me ew e ku em vê kampanyayê heta 4’ê Nîsanê bidomînin.

Dê dar bên çandin

Almaz Rûmî di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: “Di çarçoveya kampanyayê de dê li cihên giştî, daristan, dibistan, baxçe, gund, navçe û girên bi bereket ên Kobanê dar bên çandin. Her wiha dê bi riya komînan cureyên curbecur kulîlk bên belavkirin. Armanca me bi çandina kulîlk û daran ew e ku hezkirina axê bi zarok û jinan re çêbibe. Di civaka xwezayî de, jin bi ax, xweza û hawirdorê re xwedî têkiliyeke nêz bûne. Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin ku jinan ji destpêka dîrokê ve ev çand parastine û em ji wan dixwazin ku zarokên xwe bi vî rengî mezin bikin.”

Almaz Rûmî destnîşan kir ku parastina jîngehê bingeha avakirina jiyana bi tendurist e û wiha bi dawî kir: “Ji ber vê yekê divê em jîngehê biparêzin û zêdetir girîngiyê bidin. Di serî de li jinan em bang li hemû gelan dikin ku beşdarî vê kampanyayê bibin. Em ê bi zêdekirina qadên hêşîn bajarê xwe xweş bikin."