Ava bermehiyên radyoaktîf a Fukuşîmayê wê birijînin nava okyanûsê

Qonaxa 3’yemîn a valakirina ava bermahiya radyoaktîf a Santrala Nukleer Dai-içi ya li Fukuşîmayê ku di tisûnamiya Japonyayê de ziyan dît, wê sibê dest pê bike.

Navenda Nûçeyan- Qonaxa nû ya valakirina ava bermahiyên radyoaktîf ên li Santrala Nukleer Dai-içi ya li Fukuşîmayê ku di tisûnamiya piştî erdheja bi pileya 9’an ku di sala 2011’an de li Japonyayê pêk hat ziyan dît, wê sibê dest pê bike.

Li Japonyayê, piştî erdheja sala 2011’an Santrala Nukleer  Dai-içi ya li Fukuşîmayê ku di tisûnamiya ku derket de ziyan dît ava bermahiya radyaktîf dirijînin nava okyanûsê. Rêveberê santrala şîrketa Enerjiya Elektrîkê ya Tokyo (TEPCO) di daxuyaniyê de diyar kir ku kar û barê valakirinê li gorî saeta herêmî di saet 13:00’an de dest pê kiriye.

Tê plankirin ku di 7 qonaxan de 54 hezar û 600 ton ava bermahî bê tehliyekirin

Di daxuyaniya firmaya xebitandina santralê Tokyo Electric Power (TEPCO) de hat diyarkirin ku qonaxa ewil a valakirina ava bermehiyê ya sala malî ya 2024’an ku di 1’ê Nîsanê de dest pê kir, wê di navbera 19’ê Nîsan û 7’ê Gulanê de pêk were. Di vê qonaxê de dê 7 hezar û 800 ton ava bermahî bê valakirin. Di tevahiya sala malî ya 2024’an ku wê di 31’ê Adara 2025’an de bi dawî bibe, firmaya xebitandinê plan dike ku di 7 qonaxên valakirina avê de bi tevahî 54 hezar û 600 ton ava bermayî tehliyeye oknasûnê bê kirin.

Di 4 qonaxan de 31 hezar û 200 ton ava bermahî hat tehliyekirin

Fîrma di sala malî ya 2024’an ku di 31’ê Adara 2024’an dawî bûye de, di 4 qonaxên cuda de bi tevahî 31 hezar û 200 ton ava bermahî tehliyeyê Okyanûsa Pasîfîk kiribû. Qonaxa ewil 24’ê Tebax-11’ê Îlonê, ya duyemîn 5-23 Cotmehê, ya sêyemîn 2-20 Mijdar û ya çaremîn jî 28’ê Sibat-17’ê Adarê pêk hatibû.

Di kontrolên ku li santrala elektrîkê û ava behrê hatin kirin de, hat diyarkirin ku asta radyoaktîvîteya ava behrê û berhemên masîvaniyê, di bin standartên ku hikûmetê destnîşan kiriye de ye. Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê (IAEA), di rapora dawî ya di Tebaxa 2023’an de ragihand ku plana tehliyekirina ava bermahî ya Japonyayê, li gorî standardên ewlehiya navneteweyî ye.