Ji Kongra Star li Til Temirê çalakiya dar çandinê

Kongra Star a navçeya Til Temirê bi çandina daran li dora Goristana şehîdên Til Temirê rêzeçalakiyên xwe yê 8’ê Adarê didomîne.

Hesekê – Kongra Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Cizîrê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêzeçalakiyên Roja Jinan a Cîhanî ango 8’ê Adarê, di bin diruşma "Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin" didomîne.

Îro jî bi beşdariya dehan jin û mêr li Goristana Şehîdên Til Temirê darên xurma hatin çandin.

Li hember siyasetên qirkirin û dagirkeriyê çandina daran

Têkildarê vê çalakiyê Rêvebera Kongra Star a navçeyê Edla Dawûd 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha domand: "Çandina darên xurma yek ji wan rêzeçalakiyên ku di nav ewqas êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ye. Heta dawî rêza me ji bo fedekariya gulîmor û lehingên ku di oxira vê şoreşê û azadiya jin û welêt de canê xwe dane, heye. Ji lewra armanca me ew bû ku dar li goristanê û li dora wê werin çandin. Ji bo ku îro em doza mafê xwe bikin, bi hezaran jin jiyana xwe ji dest didin. Li hember siyasetên qirkirin û dagirkeriyê ku jinan di asta yekem de hedef digre, em ê wan bi çandina daran bidin jiyîn. Jinekê qetil bikin bi dehan jin dikevin şûna wê de, bila dagirker şad nebe em hene û em li vir in."

Çalakiya çandina 90 darên xurmeyan bi diruşma "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.