Li Dakarê Îndeksa kalîteya hewayê di asta xeternak de ye

Ewrên tozê yên ku ji Çola Sahara tên û li tevahiya Senegalê bandor e, li Dakarê rûyê esmanê dorpeç kir. Li Dakarê Îndeksa Kalîteya Hewayê (AQI) gihişt asta "xeter".

Navenda Nûçeyan- Paytexta Senegalê Dakar, li Afrîkayê di nava paytextên ku hewa herî qirêj de cih digre. Ewrên tozê yên ku ji Çola Sahara tên û li tevahiya Senegalê bandor e, li Dakarê rûyê esmanê dorpeç kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Neteweyî ya Hewayî û Meteorolojiyê ya Neteweyî (ANACIM) ve hat dayîn de hate diyarkirin Îndeksa Kalîteya Hewayê (AQI) ya li Dakarê gihişt asta 500’î ku tê wateya "xeter".

Qirêjbûna hewayê we çend rojên din bidome

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku asta qirêjiya partîkulên zirav (PM2.5) 12,5 qat ji nirxa xwe normal zêde bû û gihişt 155 ku tê wateya "qirêjbûna zêde" û hate hişyarkirin ku heta pêwist neke ji malê dernekevin û ger derdikevin jî maske bikarbînin. Hate diyarkirin qirêjiya hewayê ya ku duh zêde bû, wê çend rojên din bidome. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), divê zêdebûna asta PM10 bibe 20 û asta PM2.5 jî bibe 10. Lê li Dakarê navînî ya zêdebûna PM10 wek 146 û asta PM2.5 jî wek 30 hatiye pîvandin.

Dibe ku di jinên ducanî de bibe sedema xeteriya jiberçûnê

PM2.5’ê ku wek qirêjiya mîkroskopî tê binavkirin, ji qûma çolê 20 qat biçûktir e. PM2.5’ê ku rasterast dikare derbasî cegerê bibe, dibe ku belavî xwîne bibe û di kesên ducanî de dibe sedema zayîna pêşwext û xeteriya jiberçûnê.

Di lêkolînek ku ji aliyê kovara Lancet Planet Health ve di sala 2021'an de hate weşandin de, hatiye tesbîtkirin ku li Afrîkayê di sala 2019'an de ji ber nexweşiyên bi qirêjiya hewayê re çêbûne 1,1 mîlyon mirov jiyana xwe ji dest dane.