‘Dê konferansa ekolojiyê bibe nexşeriyek ji bo parastina jîngehê’

Cîgira hevserokên Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer a ku beşdarî Yekemîn Konferansa Ekolojî ya li Qamişlo hat lidarxistin bû, bal kişand pirsgirêkên ekolojîk û destnîşan kir ku ev konferans dê ji bo parastina jîngehê bibe nexşeyek.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di 26-27’ê Nîsanê de Yekemîn Konferansa Ekolojiyê bi dirûşma “Bi paradîgmaya ekolojîk a, Rêber Apo bi Awayekî fizîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin” ji aliyê Desteya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin. Konferans bi beşdariya 130 delegeyan hat lidar xistin.

Di konferansê de mijarên weke "Ekolojî di modernîteya demokratîk de", "Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê", "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî parçeyekî bidawîkirina dagirkeriyê pêşxistina çandiniya ekolojîk" û "Hevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de" hatin nîqaşkirin. Di konfernasê de bi riya online jî beşdarbûn çêbû, gelek beşdarên konferansê yên ji derve ku bi riya online beşdar bûn mijarên ku di konferansê de hatin dest girtin vegotin. Piştî vegotina mijaran di konferansa ku ji Kurdistan, Ewropa û Efrîqayê beşdarbûn pêk hat de, nîqaşên girîng li ser qeyranên ku di warê jîngehê de tê jiyankirin û li ser paradîgmaya netewa demokratîk çareserkirina van qeyranan, hat meşandin.

Cîgira hevserokên Yekitiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer ya ku beşdarî konferansê bûbû behsa girîngiya lidarxistina konferansê kir, bal kişand qeyranên ku di warê jîngehê de tê jiyankirin û destnîşan kir ku ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê ev konferans bibe gavekî girîng ji bo çareserkirina qeyranên jîngehî.

Ji aliyê dewleta Tirk ve li ser heremê qûtkirina avê

Bêrîvan Omer bal kişand ser girîngiya konferansê û wiha pê de çû: “Ev konferans xwedî girîngiyeke mezin e ku ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dikeve, gelek mijarên girîng tên nîqaşkirin. Bêguman beşdarî li ser asta cîhanê Kurdistan, Rojhilata navîn û Ewropayê çêbû. Di roja duyem de mijarên sereke yên ku hatin nîqaşkirin. Mijara avê û siyasta dewleta Tirk, avakirina bendavan, daristan û şewitandina wan.”

Nexşeriyek ji bo parastina jîngehê ji qirkirin û dagirkeriyê

Bêrîvan Omer bi berdewamî diyar kir ku ev hemû pêkanîn ne tiştekî biçûk in û kiryarên herî mezin ên li dijî ekolojî û jîngehê ne û wiha bi dawî kir: “Parastina jîngehê dikeve ser milên her kesê. Em hewl didin civakê bi perspektîfa ekolojîk bi pêş bixin û perwerde bikin da ku bi hev re li dijî dagirkerî û pêkanînên çewt ên li dijî jîngehê rawestin. Rojhilata Navîn bi ekolojiyê ve girêdayî bû, bi çandinî û geşepêdana wê parastibû lê bi plan û polîtîkayan ev rastî guherî, bi xebatên xwe em ê hewl bidin ramana civakên girêdayî xweza û ekolojiyê veguherînin. Ev pêngav gelekî girîng e û dê ev konferans bibe nexşeriyek ji bo parastina jîngehê û meşandina xebatên me.”