Li Efxanistanê xweşiya cejnan nemaye

Cejna Remezanê ku berê sembola şahî, hevgirtin û jiyana hevbeş bû li Efganîstanê, niha ji ber xizanî, şer û astengiyên civakî ji bo gelek kesan, nemaze jin û zarokan, di bin dorpêçê de derbas dibe.

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl – Piştî cejna Newrozê, li Efganistanê Cejna Remezanê û Cejna Qurbanê tên pîrozkirin lê belê gelê Efganistanê ku zêdetirî 40 sal in di bin desthilatdariya dîktatoriyê de dijî, nikare bi şahiyên weke rojên berê cejnan pîroz bike. Li Efganistanê êdî cejn bi taybetî di nava malbatên dewlemend de tê pîrozkirin lê ji bo malbatên xizan Cejna Qurbanê ji rojên din ne cuda ye. Her çendî li Efganistanê betlaneyan ji bo mezinan girîngiya xwe winda kiribin jî zarok dîsa dixwazin cejnê bi şahî pîroz bikin. Zarok li hinek parêzgeh, navçe û gundên welat, bi ziyareta xizm û cîranên xwe Cejna Remezanê pîroz dikin. Malbat li gorî derfetên xwe yên aborî xwarinê didin zarokên ku li deriyên wan dixin.

‘Tahma cejnên berê tune ye'

Dayika 4 zarokan Nûriya Feyaz a ji parêzgeha Perwanê ye wiha got: "Êdî reng û tahma berê ya cejnan nemaye. Dema ku gel bi xizanî û bêkariyê re têdikoşe, malbatên ku hezkiriyên wan ji ber rejîma Talîbanê mirine, di nava êşan de dijîn. Ji şahî û aramiya berê tu tişt nemaye. Di salên borî de gel bi şahî cejnan pêşwazî dikir. Em di betlaneyê de derdiketin derve, bi hêkan me şer dikirin û bi topan dilîstin. Malbatan xwarinên herêmî amade dikirin. Me cil û bergên nû li xwe dikirin û hine li destên xwe dida. Lê îro ji ber xizaniya berbelav, heta serdana xizmên me jî kêm bûye."

Jina bi navê Şîma Welî ya ji Kabîlê jî wiha got: "Ez li Qereçî li ser rê dixebitim û bi gelek bêbextiyan re rû bi rû dimînim. Ji ber vê yekê êdî Cejna Remezanê ji bo min tu wateya wê nemaye. Lê belê roja ku zarokên min têr bibin ji bo min cejn e."

‘Roja ku ez ji esaretê xelas bibim dê bibe cejn'

Şokofa Newab a ji parêzgeha Ferah got: "Roja ku ez ji hemû astengiyên Talîbanê li ser me ferz kirine xilas bibim, dawî li bêbextî û dîlîtiyê were dê ji min re bibe cejneke rast. Ev hest ne tenê ya min e, di heman demê de hestên hemû jinên welatê min e."