Jinên Wargeha Mexmûrê çanda Botanê didomînin
Dayika bi navê Xanim Teyî ku ji Botanê ye ruxmê penaberiya zor û zehmet a 30 salan jî bi van gotinan behsa xwedîkirina pez û hezkirina xwe ya ajalan dike: “Dema ez bi karê pez re mijûl dibim zêdetir xwe zindî û kêfxweş hîs dikim.”

NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Çanda xwedîkirina ajalan li herêma Botanê zêde ye, bi salan e ji bo mirovên li ser vê axê dijîn bûye parçeyek jiyanê û riya debarê. Welatiyên vî herêmê xwedîkirina pez û ajalên din tenê weke debara xwerêvebirinê nagirin dest. Her wiha vê yekê, weke bihevrebûna civakê û hezkirina jiyanê dibînin.
Dayika bi navê Xanim Teyî ya bi eslê xwe ji herêma Botanê ye, di salên 90’î de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçarî penaberiyê bûye û piştî guhertina 7 wargehan li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi cih bûye. Dayê Xanim jî yek ji wan dayikan e ku tevî jiyana xwe ya zehmet a penaberiyê jî dev ji çanda xwedîkirina pez bernedaye.
Dayê Xanim, serpêhatiya xwe ya li Botanê dest pe kiriye û xweşikbûna gundê xwe wiha bilêv dike: “Ez ji gundê Serêbiyê yê girêdayî navçeya Silopiya Şirnexê me. Jiyana xwezayî ya gundê me pir xweş bû. Li gundê me bîçer, genim, nisk û dirûtin hebû. Jiyana me ya gund her dem bi karên çandinî û sewalkariyê re derbas dibû.”
‘Debara gund sewalkarî û çandinî bû’
Dayê Xanim, der barê şêwaza xwedîkirina pez, karê çandiniyê û debara gund de axivî û wiha got: “Li gund ji bo ajalan amadekariya zivistanê dihat kirin. Di werza biharê de me pezên xwe didot û şîrê wan dikir mast, penîr û rûn. Her wiha em biharê diçûn çolan me kereng, sîrîk û giyayên din berhev dikir. Li gund ji mirîşkan bigre heta pez û çêlekan pir ajal dihatin xwedîkirin. Me ajalên xwe sibehê zû berdida çolê û dema dibû şev dixist govê. Me ji bo zivistanê jî kayê amade dikir û bi kar dianî. Li kêleka xwedîkirina ajalan, karê çandiniyê jî dihat kirin. Me hemû pêwistiyên xwe li zêviyên xwe diçand û bi vî awayî jiyana xwe derbas dikir. Debara gundê me xwedîkirina sewal û karê çandiniyê bû. Me gelek zehmetî dikişand lê me hemû pêwîstiyên xwe jî pêk dianî. ”
‘Sewalkarî û çandinî çanda Botanê ye’
Xanim Teyî, di berdewamiya axaftina xwe de qala serpêhatiya xwe ya piştî Botanê kir ku li penaberiyê berdewam kiriye û ruxmê zehmetiyan jî ji bo xwedîkirina pez wiha axivî: “Xwedîkirina sewal û karê çandiniyê çanda Botanê ye. Piştî zilm û zordariya dewleta Tirk em neçarî penaberiyê bûn û piştî guhertina 7 wargehan li Mexmûrê niştecih bûn. Di salên destpêkê de li wargehê tiştek tunebû. Lê me li vir jî bi xwedîkirina sewalan debara xwe kir û dev ji çanda xwe berneda, li vê derê jî em didomînin.”
‘Mirov ked nede nikare sûdeke baş jî bigre’
Xanim Teyî, diyar kir ku dema mirov bi tendurist nêzî karê xwe dibe, sûda wê jî dibîne û wiha got: “Her çiqas zehmetiya vî karî hebe jî mirov her tiştî bi destên xwe çêke bi paqijtir û tenduristir e. Ji ber vê heta mirov ked nede, nikare sûdeke baş jê bigre.”
‘Mirovên ku ajalan xwedî dikin ji aliyê ruhî ve zindî ne’
Xanim Teyî, bal kişand ser hezkirina ajalan, kombûyîn û kêfxweşiya jinan a ji bo kar û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku ez koçber bûm bêyî xwedîkirina pez sebra min nedihat û hezkirina min a pez jî pir zêde ye. Di rêwîtiya xwe ya penaberiyê de min tenê salek pez xwedî nekir. Mirovên ajalan xwedî dikin ji aliyê ruhî ve zindî ne, jiyan û tenduristiya wan her dem baştir e. Mirovên karê ajalvaniyê bikin êdî nikarin dev jê berdin û gelek pê kêfxweş dibin. Dema em jinên gund bi awayekî kombûyî diçûn çolê û me palehiyê dikir, me bi hevre stran û çîrokan digot. Em nizanibûn dema me çawa derbas bûye û me demên pir kêfxweş derbas dikir.”