Li Lîbyayê nexweşên pençeşêrê nikarin bên dermankirin

Ji ber gelek sedeman ku yek ji sedema sereke jî şerê ku li welat diqewime, krîza aborî û siyasî ye, bandora xwe li qada tenduristiyê ya Lîbyayê kir. Gelek nexweşên pençeşêrê nikarin xwe bigihînin dermanên pêwist.

HINDIYA Al-ASHEPY

Bingazî – Ji sala 2011’an de paşveşûnek diyar di sîstema tenduristî ya Lîbyayê de rû daye. Ji ber şerê ku li welat diqewime, krîza aborî û siyasî ye, bandora xwe li qada tenduristiyê kir. Li welat bi taybetî nexweşên pençeşêra pêsîrê nikarin xwe bigihînin dermanên pêwist. Jinên ku bi nexweşiya pênçeşêra pêsîrê ketine qala zehmetiyên ku dikşînin kirin, dan zanîn ku ew nikarin xwe bigihînin dermanên pêwist û li hemberî desthilata welat bertekên xwe anîn ziman.

Ji ber kêmasiyên bijîjkî nexweşî di laşê wê de belav bû

Ahlam El-Vîtorî ya bi nexweşiya pêsîrê ketiye anî ziman ku desthilata heyî ji bo nexweş xwe bigihînin dermanan bi erka xwe ranabe û wiha helwest nîşanî rewşê da: “Desthilata heyî nikare nexweşan derman bike. Lewra em neçar dimînin ku biçin derveyî welat ji bo dermankirinê. Lîbya makînazmeya pêwîst ji bo dermankirina nexweşan nabîne.”

Ahlam El-Vîtorî anî ziman ku ji ber bê baldarbûna bijîjkan pênçeşêr di hemu laşê wê de belav buye wiha domand: “Ez nikarim mehane derziyan bikirim, min her tiştê xwe firot û êdî nikarim bikirim, bi taybet di bin siya rewşa jiyanî ya dijwar de ku Lîbî niha jiyan dikin.” Ahlam El-Vîtorî ya li hemberî rewşê helwestên xwe anî ziman wiha bang li rayedaran kir: “Divê hemû derman û alavên pêwîst ji bo nexweşên pençeşêrê hebin li gel peydakirina pisporan ku bi awayekî baş xizmetên tendrûstî pêşkêş bikin.”

Ji bo dermankirinê diçe Tûnisê

Hemîde Bo Zirêbe ya ew jî nexweşa pênçeşêra pêsîrê ye anî ziman ku ji ber nebûna derfetên dermankirinê ya li Lîbyayê niha li Tûnisê tê dermankirin û wiha got: “Min li Tûnisê dûrî malbat û zarokên xwe zêdetirî 30 dozayên tîrejî wergirt. Ji ber ku li Lîbyayê derfetê dermankirinê nîn e neçar mam ku werim Tûnisê. Ev rewş gelek zehmet e, divê bê çareserkirin.”

Divê jin li hemberî nexweşiyê hişyar bin

Pispora Nexweşiya Pênçeşêrê Rîhab Şembas jî bal kişand ku di vê pêvajoyê de bi jinan re nexweşiya pênçeşêra pêsîrê gelek belav bûye û wiha got: “Bîlançoyên diyar der barê hejmara jinên bi nexweşiya pênçêşerê ketine nîne. Pençeşîra pêsîrê, ya malzarokê û qolon jinan dixin metirsiya mirinê eger demeke zû diyar nebe û nexweş pê nehese.”

Rîhab Şembas a bang li jinan kir ku li hemberî metirsiya pênçeşêrê divê haydar bin wiha got: “Ji bo jin xwe ji metirsiya pênçeşêrê biparêzin divê li xwe haydar bin, bi tendurist xwarinê bixwun û werzîşê bikin. Her wiha divê jin tevlî bernameyên hişyarkirina derbarê pençeşêra jinan bibin.”

Bijîşk Sada Mehmûd Bolîfa jî got ku pençeşêra pêsîrê belav bûye li Lîbya û hemû cîhanê û li hemberî vê bang li jinan kir ku bi hişyarî û baldarî tevbigerin.