Jinên ku vegeriyan Şengalê: Em ê jiyanê bi hev re ava bikin

Malbatên ji gundê Sibayê yê girêdayî Şengalê ku vegeriyan li ser ax û warê xwe, kêfxweşiya xwe ya vegerê anîn ziman û bi gotina “Em ê jiyanê bi hev re ava bikin” bang li civaka Êzidî yên li kampan dijîn kirin ku vegerin Şengalê.

HÊVÎ EZDA

Şengal - Li ser fermana 3’ê Tebaxa 2014’an 9 sal derbas bûn. Di encama vê fermanê de li gel revandin kuştin firotin û windakirina jinên Êzidî, bi hezaran kes ji cih û warên xwe koçber bûn. Yek ji wan deveran jî Kampa Şarya ya girêdayî bajarê Dihokê yê Başurê Kurdistanê ye. Piştî fermanê heta niha pêl bi pêl vegera li ser axa Şengalê berdewam dike. Piştî hewldaneke mezin a Êzidiyên li kampan di çarçoveya pêngava vegera koçberên wargehên Başurê Kurdistanê de ji bo Şengalê bi dehan malbatên ji gundê Siba Şêx Xidir ê girêdayî Şengalê vegeriyan ax û warê xwe.

 ‘Li kampan jiyan pir zor zehmet bû’

Xalîde Sîba wiha qala rêwîtiya xwe û salên di kampên Başûrê Kurdistanê de maye kir: “Rêwîtiya me hinek zor zehmet bû, lê dîsa jî baş derbas bû dibêjin bi dehan malbat vegeriyan. Em bi xwe  şeş malbat vegeriyan. Mala me 5 sal li kampa Bacîdê bû, 3 sal jî em li Şarya bûn. Ji bo me jiyan pir zehmet bû. Ji ber ku her dem konên me dişewitîn, germê jî sermayê jî li ser me bandor dikir. Li ser tendirustiya zarokên me bandorê dikir, em nikaribûn bi serekî rehet û bê tirs xew bikin. Ji bo wê em pir kêfxweş in ku em vegeriyane warê xwe.”

‘Sê zarokên min dê nû warê xwe bibînin’

 Xalîde Sîba ya ku sê zarokên xwe li koçberiyê aniye dinyayê bi van gotinan qala hewldanên xwe yên ji bo zarokên xwe dike: “Min sê zarok di koçberiyê de anîn dinyayê, ji bo min ev yek pir zehmet bû. Ji ber ku ez di zanebûna wê de bûm, dizanibûm wê li ser derûniya zarokên min bandorê bike. Ji bo çanda xwe bizanin min her dem ji wan re qala Şengalê û Sibayê dikir. Min ji wan re digot Şengal berê çiqas xweş bû kar û barên me ax û ava me çiqas bi qedir û qîmet bû. Şikur îro ew bi xwe dê bi çavên xwe bibînin, ji bo wê em pir kêfxweş in.”

Roja ku em ji ax û warên derketin pir zehmet bû...’

Şemê Şengalî ya ku ji kampa Şarya berê xwe daye ser axa xwe jî di destpêka gotinên xwe de diyar kir ku ji bo wê veger weke ji nû ji dayikbûn e û wiha got: “Ez ji Sîbayê me ji eşîra Mehmediyan im. Em newestiyane em pir kêfxweş in. Malbata me hinek hatin, hinek jî man. Ji roja ku ez jê derketim heta niha min dixwest ez rojek zû vegerim. Ger mala me nebe jî em kêfxweş in ku vegeriyane ser axa xwe. Em ê ji xwe re jiyan ji nû ve ava bikin.”

‘Em ê bi hev re ava bikin’

Leyal Şengalî ya ku ji bo alîkariya gel ji Şengalê berê xwe daye Sîbayê kêfxweşiya xwe bi van hevokan anî  ziman: “Em pir kêfxweş in ku mirovên me, xizmen me vegeriyane ser axa xwe. Ji duh ve ji wan re amadekarî dikin. Me jî xwarina wan amede kir em ê barên wan deynin. Em dixwazin gel tev vegere ser axa xwe, em weke berê ji xwe re ava bikin weke berê bi hev re bijîn.”

‘Çi bikeve ser milên me em ê bikin’

Hevşaredara gundê Sîba Şêx Xidir Elmas Nayîf jî bi van hevokan qala amadekariyên xwe yên ji bo gelê vegeriyabn kir: “Îro em pir kêfxweş in ku bi dehan mal vegeriyane Sibayê weke şaredariya gund beriya gel vegere me malên wan paqij kirin keherebe û av me birin malan. Îro ji bo pêşwaziya wan me bi hevalên xwe re amadakarî kir û me bi hev re eşyayên wan danîn malên wan. Weke şaredarî çi bikeve ser milên me em ê pêk bînin. Hikumeta Iraqê heya niha tiştek nekiriye divê ew jî bi erkên xwe rabe.”

Şengalî hemû li bendê ne ku tu malbat li koçberiyê nemîne, ji ber ku veger ji bo gel tê wateya avakirin, bedewkirin û rêxistinkirina ax û warê xwe. Vegera li ser axa pîroz a Êzidxanê ji bo xweseriya Şengalê gaveke herî girîng û pîroz e.