Ji nav çar diwaran ber bi rê ve: Jinên ku li dijî qedexeyan rêwîtiyê dikin

Komên geştiyariyê yên ji nifşên cûda yên Rojhilat, qadek bi ewle û dilnizm ava kirine û di qada geştê de rê li ber azadiya kolektîf a jinan vekirine.

ŞEBNEM RAHÎMZADEH

Bokan- Di civakek ku mafê jinan yê geştê jî ji dest wan hatiye girtin de, di demên dawî de guherîn ji nava têkoşîna jinan derdikeve.

Her çiqas beşek ji civakê hîn jî di çandeke bêparkirina jinan de dijî jî, xwesteka guhertinê ji bo jinan bûye hêzeke bê rawestan. Îro beşek biçûk a jinên li Rojhilat, kombûnek taybet ji bo jinan ava kiriye. Jin, hewl didin ji bo nifşên ciwan wê bê parmayînê telafî bikin û guherînê ava bikin. Di heman demê de guherînên ji bo koka çandê gur dikin. Ev kom her çiqas ji bûyerên dawî yên wek şerê dawî yê di navbera Îran û Îsraîlê de bandor bûbin jî, di roja destpêkê ya agirbestê de cardin hatin ba hev. Em bûn mêvanên çalakiya geştê ya vê koma jinan û me çîrokên wan bi zimanê jinan guhdar kir.

‘Rojên herî xweş ên ciwaniya min di nava dîwaran de derbas bû’

Masume K. ku 50 salî ye wiha behsa ciwaniya xwe kir: “Tu caran bi tenê ji malê derneketim. Neçûm kuafor jî. Piraniya kêfxweşiyan ji bo mêran bû, yan jî bi demê re vegeriya serdestiya mêr. Rojên herî xweş ên ciwaniya min di nava çar diwaran de derbas bû.”

Gerên ku bi taybetî ji bo jinan tên li darxistin, îro ji bo gelek kesan têgînek nas e. Ev kom bi çend jinan bi hevre derdikevin geştê ava dibe. Bi taybetî di civakên ku qedexekirinên li hemberî jinan ku xwe dispêre bingehên zayendî û yan jî fikarên ewlehiyê heye, ev cûreyên organîzasyonên geştê di salên dawî de di astek girîng de zêde dibe. Ev kom bi hev re kêfxweşî, danîna sifreyên mezin yên taştê û xwarinê û çûyîna cihên nû ya bi otobusê, dansên xwe yên kêfxweş tên nasîn. Ev kom, her carê berê xwe didin riyekê.

‘Jin xwe bi ewle hîs dikin’

Gelawêj K. ku yek ji rêberên gerê yên Rojhilat e, têkildarî girîngiyên van cûreyên koman wiha got: “Jin xwe di gerên bi taybetî ji bo jinan de zêdetir bi ewle hîs dikin û bi riya van geran dikarin ji heqê astegiyên malbatê, çandî û civakî derkevin. Ya rast ew e ku di civakan de ji bo jinan qadek bi ewle nîne. Rojane em dibin şahidên bûyerên dizî, cînayet û tecawîzê. Di gelek gerên giştî de pêwîstiyên taybet ên jinan li berçav nayên girtin. Gerên taybet ji bo jinan li gor eleqeya jinan tên plankirin. Di heman demê de me hinek sînor jî derbas kir. Em diçin bajarên cûda û heta em ji derveyî welat jî geştê dikin.” Gelawêj K. anî ziman ku ceribandina serbixwe bi dest xistine û wiha got: “Gerên me yên malbatan jî hene, wek jinekê ceribandina serbixwe ya ji me hatî girtin, bi vî awayî em cardin bi dest dixin. Di heman demê de di aliyê aborî de jî guncaw e. Ji bo hemû kes herî kêm beşdarî bernameyên rojane bibin, em hewl didin bijartekên cûda pêşkêş bikin.”

Qadek ji bo hemû jinan e

Zîba Ch. ku ev demek dirêj e beşdarî vê gera jinan dibe, wiha got: “Di her temenî de jin li vê derê bêyî bên darizandin dikarin cih bigrin. Bi taybet ji bo jinên temenê wan mezin bûne, civak hertim kêfxweşiya wan lêpirsîn dike. Lê belê em li vêderê bêyî werin darizandin dikarin dansê bikin, stranan bêjin û kêfxweş bibin.”

Delara Kh. jî li gel havalên xwe beşdarî vê geştê dibe. Delara got: “Ji bo me ciwanan qadek kêfxweşiyê li bajaran tune û em rastî gelek fikar û qedexeyan tên. Ev civînên jinan ceribandinên nû bi me jinan da qezenc kirin û kariye ku beşek ji wê bêpariya ku em dijîn telafî bike.”

‘Hewl didin jinan bisekînin’

Gelek jinên ku beşdarî van koman bûne, li dijî zextên civakê û mohrkirinê serî radikin. Şehla V. wiha got: “Hevjînê min her tim hincetê dibîne û hewl dide min asteng bike.” Zîba Ch. Jî wiha dibêje: “Di xudbeyên Înê de jî tê gotin ku divê beşdariya jinan a li van koman bê astengkirin. Di civakê de fesadî û nefret belav dibe. Ji bo me bidin sekinandin pîvanên pergala mêrsalarî bikar tînin.”

Ev jin tînin ziman ku di destpêkê de beşdariya li van koman gelek zor bû, lê belê dema ku beşdariya jinan zêde bû, ev rewş hat halê ku were qebûlkirin. Hê gelek jin ji ber zoriyên madî û zextên civakê beşdar nabin. Lê belê jinên ku dema geştê dikin li dijî qedexeyan derdikevin, bi hêvî li pêşerojê temaşe dikin.