Ji Caluyê heta Xezayê hewldana mirovî ya li dijî dorpêçê

Di cîhana ku bi zoriyan dagirtiye de, hê jî qadên biçûk lê xwedî wateyên kûr hene. Cihên ku merdahî lê heye û mirovahiyê hembêz dike… Ji bajarê Calu yê Libyayê ku di dilê çolê de ye Komeleya El-Libbe ya Xêrxwaziyê mîrasa çandî diparêze.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Bingazî – Komeleya Xêrxwaziyê El-Libbe, sînorên li Libyayê derbas dike, bi germahiya dilê endamên xwe digihîje Xezaya di bin dorpêçê de. Komele li Xezaya ku di nava birçîbûn û rûxandinê de maye  îsbat dike ku alîkariya mirovî bi dûrbûn û sînoran nayê astengkirin.

Alîkariyê sînoran derbas kir

Serok û damezrînera komeleyê Mebrûke Îbrahîm Şahat, behsa rêwîtiya xwe ya ji bo alîkariyê ku 15 sal in didomîne dike û wiha dibêje: “Komeleya El-Hibbe ya li Caluyê di sala 2009’an de hat damezirandin, ji wê demê ve heta niha bêdeng lê bi biryardarî xebatên xwe didomîne. Armanca wê ew e ku jinan di warê aborî de bi hêz bike, mîrasa herêmî biparêze û alîkariya mirovî bike.”

Her çendî zoriyên madî û astengiyên li pêşiya piştgiriyê hebin jî komele xebatên xwe didomîne. Fiarên biçûk en senayiyê li dar xist, bi edîsyonên yekem û duyem ên Festîvala Diyarê Xewnan a Calûyê re wahayan bi awayê turîstîk da nasîn. Niha jî xwe ji bo edisyona sêyem amade dike.

Komeleyê di her alî de aliyê mirovî esas girt. Ji sala 2011’an pê ve piştî ku krîz zêde bûn, ji bo koçberên li Libyayê, bi taybetî gelê Tawargihayê û hemû kesên ku li Calûyê bi cih bûne piştgirî da. Ji bo mirovên birçî yên li Sûdan û Somaliyê alîkarî şand.

Beşdariya konvoya şikandina dorçêpa li ser Xezayê

Mebrûke Îbrahîm diyar dike ku Xeza di dilê wê û koma wê de xwedî cihekî taybet e û wiha didomîne: “Me di sala 2010’an de ji bo Xezayê dest bi xebatê kir. Bi bin banê komîteya piştgiriya ji bo gelê Filistînê re em tevlî konvoya ji bo şikandina dorpêçê bûn.”

Tabloya bi êş a îro li Xezayê heye, bû sedem ku komele beriya heft mehan dest bi kampanyayek bike. Bi navbeynkariya koma Pira Xêrxwaziyê re me hewl da em xurek û avê temîn bikin. Bi taybetî ji bo kampên li Bakur lewre rûxandina herî mezin û êşên herî giran li wê derê bûn. Deriyên sînor girtî bûn, derbaskirina alîkariyên madî zor bû lê komeleyê çareseriyên cuda dît. Di ser nasnameyên dîjîtal de me dest bi transferiya pere kir heta pereyê kripto jî lewre rasterast û bi awayê lezgîn digihîje û nikarin dest bidin ser.”

Mebrûke Îbrahîn diyar dike ku gelek pereyê ku ji bajarê cuda yên Libyayê berhev kirine rasterast gihîştine Xezayê.

Ji bo piştgiriya bi Xezayê re hewldana “Bîra Avê”

Mebrûke Îbrahîm li ser gihîştina alîkariyan a Xezayê wiha dibêje: “Dema me li vîdyoyên ku nîşan didin alîkarî li ser navê Komeleya El- Libbe gihîştine Xezayê temaşe kir hestên ku nayên pênasekirin bi me re çêbûn… Weke ku em di nava wan xirbeyan de li ba wan rûniştî bin û ji wan re bibêjin ‘hûn bi tenê nîn in.’Ji bo ku çarçoveya alîkariyan berfireh bibe, sê hesabên nû yên banqeyê hatin vekirin, hewldana “Bîra Avê” hat destpêkirin. Vê yekê eleqeyek mezin dît. Armanca me ew e ku bi her awayî em zêdetir xwe bigihîjin mirovên li Xezayê. Hedefa me herêmên sînor ên ku zêde zirarê dîtine ne.”

Mebrûke Îbrahîm balê dikşîne ku li Xezayê tevî xelaya di warê xurekan û bihayê zêde yê her tiştî, bi saya transferkirina pere mirov dikarin pêdiviyên xwe bikirin, jiyana xwe bidomînin û wiha got: “Birçîbûn zalim e. Mirina ji ber birçîbûnê trajediyeke ku nayê pênasekirin e. Libyayiyan di serdema dagirkeriya Îtalyayê de û li kampên kombûnê yên mezin vê êşê kişandin. Ji ber wê em baş dizanin ew çi dikşînin.”

Mebrûke Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de bang li kesên li Libya û cîhana Ereb ên di dilê wan de merhemet heye dike û wiha bi dawî dike: “Li dijî birçîbûna li Xezayê bila dest û milên me girtî nebin. Çiqas dibe bila bibe divê em destê xwe ji bo alîkariyê dirêj bikin. Dibe ku em nikaribin rewşa heyî biguherînin lê em dikarin êşan siviktir bikin.”