Di 1’ê Îlonê de daxwaza jinan azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

Jinên ji bajarê Qamişlo yên ku bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê aixvîn bal kişandin banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gotin ku aştiya mayinde bi azadiya wî ya fîzîkî pêkan e.

ŞÎRÎN MIHEMED 

Qamişlo – Jin, ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Aştî û Civaka Demokratîk” îlhamê digrin û Abdullah Ocalan ji bo bidawîbûna şerê bi salane didome û avabûna pêşerojek xwe dispêre rêzdarî û demokrasiyê bang dike.  

Jinên ji bajarê Qamişloya Kantona Cizîrê têkildarî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, ji ajansa me re axivîn.

‘Dengê jinan, dengê aştiyê ye’ 

Endama Tevgera Dayîkên Aştiyê Fisala Musa, da zanîn ku divê civaka navnetewî guh bide bangê û wiha got: “Ev nêzî 40 sal in em vê bangê dikin, lê belê kes bersîv nade. Îro şer belavî her aliyê cîhanê bûye. Li  her cihê kuştin û hilweşandin heye. Lêbelê cîhan çavê xwe ji êşên me re digrin. Ji ber fikrê Abdullah Ocalan ku banga aştî û demokrasiyê kiriye, ne li gorî hêzên serdeste, ev 26 salin li girtîgeha Îmraliyê ye. Divê hemû gelên ku daxwaza aştiyê dikin, guh bidin bangên Rêber Apo û ji bo pêşerojek aştiyê destê xwe dirêj bikin.”  

Fisala Musa, axaftina xwe wiha domand: “Em dayîk, xwîşk, bira û hevjînên şehîdan in. Em daxwaza aştî û edaletê dikin. Ji bo jiyanek bi rûmet, me hebûnên xwe yên bi nirx feda kir. Em nexwazin tu kes bimire û ji cihê xwe bibin. Divê hemû dayîk û zarok di ewlehiyê de bijîn, xwîn nerije. Divê em hemû li dijî planên şer rabin ser lingan. Dengê jinan, dengê jiyan û aştiyê ye û divê ev deng bê bihistin.” 

‘Şeran gûr dikin’

Vahda Wankî jî, wiha axivî: “Rêber Apo her tim banga aştî û demokrasiyê dikir, lê belê ev bang, ji aliyê welatên kapîtalîst û bi taybetî Tirkiye ve nedihat guhdarkirin. Mixabin welatên 1’ê Îlonê wek roja aştiyê ya cîhanê îlan kirine, di heman demê ji bo berjewendiyên xwe şer û hilweşînê gûr dikin. Li Xezayê zarok ji birçînan dimirin, li Sûriyeyê jin ji aliyê cîhadîstan ve tên qetilkirin, şerê Ukranya û Rusya xakan dişewitînin, jiyanê didizin û tecawîzî jinan dikin. Ev yek li ber çavê hemû cîhanê pêkhat, lê belê tu gavên rast nehatin avêtin. Li Kobanê em li dijî rêxistinên terorê ên herî xeternak radiwestin û ji bo hemû mirovatiyê, me serkeftin qezenc kir. Lê belê fedekartiyên me nayên naskirin, ji ber ku li dijî qetlîamên li dijî gelê me kes hesab nade. Em gelek ji aştiyê bawer dikin û em xaka xwe li dijî her cûrê xeteriyê diparêzin. Ger me ji aştiyê bawer nekiriba, me ewqas bi wêrek li dijî terorê têkoşin nekiriba.” 

‘Ji bo aştiya cîhanî divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe’

Vahda Wankî, bi van gotinana dawî li axaftina xwe anî: “Em li gel civakên cûda di heman xakê de dijîn û ji bo em projeya netewa demokratîk bi serbixin bênavber dixebitin. Divê êdî cîhan dengê me bibihîse û rastiya me bibîne. Ji bo aştî were cîhanê divê Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.”