Şer du xwişkên Xezayî ji xeyalên wan kirin
Maria û Ansam Rayhan ên Xezayî ji ber şer çav, ling û ya herî girîng jî pêşerojên xwe ji dest dan û dixwazin ku ev şer êdî bidawî bibe û vegerin ser axa xwe ya wêrankirî.

NEXEM KERACÊ
Xeza – Li quncikek dûr ê bakurê rojavayê bajarê Xezayê, Maria Rayhan a 10 salî û xwişka wê ya 8 salî Ansam konê hilweşiyayî ku piştî êrîşeke asmanî ya Îsraîlê jiyana wan serûbin kir, bûye yekane stargeha wan. Ev êrîş ne tenê êrîşeke leşkerî bû, dawiya jiyana malbatekê bû jî. Dawiyek ku dilsoziyên xwîn û evînê qut kir, her du xwişk di nav trajediyek êş û bêhêvîtiyê de winda kirin.
Bombebaranê hemû hêviyên wan têk birin
Maria Rayhan dema ku wan kêliyên tijî tirs vedibêje rondikan dibarîne. Maria diyar kir ku gava bihîstine ku artêşa Îsraîlê wan bombebaran bike, tirsiyane û wiha got: “Ji ber vê me her tişt li dû xwe hişt; diya min, bavê min û birayên min. Me fêm nekir ku em ê qet venegerin."
Lê qederê biryarek din da. Şêniyan bihîstin ku ewê avahî nayê hedefgirtin. Malbat bi dilniyayî vegeriyan malên xwe, bi baweriya ku xeterî derbas bûye. Lê bombebarana paşê hemû hêviyên wan şikand, 20 endamên malbata Maria û Ansam, tevî dê û bav û xwişk û birayên wan, ji malên wan revand.
Çavên wê kor bûne
Maria zarokek ku hê nebûye 10 salî ye. Piştî bombebaranê çavê wê yê rastê bi tevahî roniya xwe winda kir. Maria ji ber vê yekê barê windakirina çavên xwe radike. Di çavê wê yê çepê de jî tenê tîrêjek lawaz heye ku bi zorê dikare wek dîtin were hesibandin. Maria got ku tenê dikare siyan bibîne û wiha pê de çû: “Ew sî jî lawaz in. Ez xeyal dikim ku vegerim da ku xwişka xwe ya mayî bibînim û xwendina xwe biqedînim da ku bibim bijîşkek eva ya ku min derman dike.”
Ev zarok tevlîheviyek ji êş û hêviyê hildigire, lê jiyana wê tijî pirsgirêkên rojane yên hêsan xuya dike ku piştî birîndarbûna wê pir tevlihevtir bûne. Heta karên herî hêsan, wek çûna destavê an xwarinê, bê alîkariya domdar a xal an xwişka wê ne mumkin bûne.
'Ez xeyal dikim carek din bikaribim bibezim'
Ansam Rayhan jî, ji lingê xwe yê çepê de birîndar bûye. Bi êşê re çûye nexweşxaneyê û li wir ji bo bicihkirina platînek hesinî ya li ser hestiyê lingê wê emeliyat hatiye kirin. Ev peyv ji bo wê xerîb bû, lê wê fêm nedikir. Wê tenê dizanibû ku dibe ji bo meşê pêdivî bi gopalê hebe. Ansam Rayhan êşa xwe bi çavên xemgîn wiha tîne ziman: "Min mîna her zarokek din li kampê dileyîst û niha ez gopalê bikar tînim. Ez xeyal dikim ku dîsa bi hevalê xwe re bilîzim û bibezim. Ez dixwazim vegerim jiyana xwe ya berê."
Ji 61 hezarî zêdetir Filistînî mirine
Ev çîrok ne ya yekem e. Di şerê 7'ê Cotmeha 2023'yan de, hejmara miriyan li Zîvala Xezayê gihîşt hejmarên trajîk. Zêdetirî 61 hezar û 400 Filistîniyên ku di nav de 15 hezar û 600 zarok hebûn, jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de hejmara birîndaran li gor raporên Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê û Neteweyên Yekbûyî, ji 153 hezar kesan derbas kiriye.
Herî zêde zarok dibin mexdûrên şer
Sivîl bi qasî ji sedî 80'yê hejmara miriyan pêk tînin, bi sedan kesên din jî ji ber birçîbûn û lênêrîna tenduristiyê ya nebaş mirine. Tenê ji sedî 14 alîkariya mirovî ya pêwîst ketiye Zîvala Xezayê, binesazî wêran bûye û xizmetên bingehîn asteng bûye, di nav de girtina 352 dibistanan û astengkirina perwerdehiya bi hezaran xwendekaran jî heye. Ev hejmar asta karesata mirovî ya ku nifûsa Xezayê, bi taybetî zarok ku rêjeya herî mezin a mexdûran pêk tînin, nîşan didin.
Ew rûyên rastîn ên karesata mirovî ne
Mariya û Ansam ne tenê du mexdûrên di nav bi hezaran Filîstînî de ne. Her wiha ew rûyê rastîn ê karesateke mirovî jî temsîl dikin. Êşa rojane bi dijwariyên giran piştî wêrankirina binesaziyê û xizmetguzarîyên bingehîn ve girêdayî ye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, zêdetirî miliyonek û 400 kesên ku li Xezayê koçber bûne ji şert û mercên dijwar di stargehên demkî de trajediyan dikşînin, ku piraniya malbatan di konan de bê av, elektrîk, an jî xizmetên tenduristiyê yên têrker dijîn.
'Xwişka min bûye çav û destên min'
Di kona wan a sade ya ku tenê ji tav û şilbûnê diparêze de Maria Rayhan hewl dide ku xwe li gor rastiya xwe ya nû tekûz bike. Maria da zanîn ku dema ez tî an birçî dibe ji bo alîkariyê serî li xwişka xwe Ansam dide û wiha got: “Ew niha çav û destên min e. Ansam jî tevî êşê behsa xewnên xwe yên mezin dike: Em tenê dixwazin ku şer biqede da ku em bikaribin vegerin malên xwe, bixwînin, bilîzin û mîna zarokên din bijîn."
Pêwîstiya wê bi dermankirina derveyî welêt heye
Tevî hemû trajediyan, Maria Rayhan hê jî xewnek sade û bêdawî dijî; ku çavên xwe vegerîne. Doktorên li Xezayê nikarin emeliyatên ku dikarin beşek ji jiyana wê vegerînin pêk bînin û yekane hêviya wê ew e ku biçe derveyî welêt da ku dermankirina guncav bistîne. Ev jî karekî pir dijwar e di nav dorpêçkirin û nebûna destûran de.
Berxwedana li hember êş û wêraniyê
Ansam bi dilek bêguneh û dilsoziya zarokane de diyar kir ku dixwaze bireve û bilîze, vegere dibistanê û mîna her zarokek din ê di temenê xwe de, bijî."
Ev çîroka dilşewat trajediya bi hezaran zarokên ku ji ber şerekî çekdarî yê bêrehm ji zarokatiya xwe bêpar mane nîşan dide. Lê di heman demê de hêza berxwedanê ya li hember êş û wêraniyê jî ronî dike.
Hewcedarî bi piştevaniya derûnî mirovî û bijîşkî heye
Di bin şert û mercên heyî de, divê civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî hewlên xwe ji bo dabînkirina piştgiriya bijîşkî, derûnî û mirovî ji van zarokan re, yên ku bi jiyanek li ber bêhêvîtiyê re rûbirû ne, zêde bikin.
Di dawiyê de, Maria Rayhan û xwişka wê sembola bêgunehiya windabûyî dimînin, hêviyek sade ku tevî hemû zehmetiyan jî bi jiyanê ve girêdayî ye. Dengên wan ên biçûk di navbera têlên hêvî û xemgîniyê de dihejînin, ji bo siberojek çêtir diqîrin da ku zarokên Xezayê bibînin ka pêşeroj ji bo wan çi digire.