Di navbera Lîbya û Filistînê de çîroka mifteya vegerê

Rêwîtiya Rîmas El-Qesam ne tenê kariyerek medyayî ye, nîşaneya nifşekî Filistînî ye jî. Nifşek ku li Lîbyayê malek duyemîn dîtin, sembolên mîna mifte û dara zeytûnê hilgirtin ku xwe bi ax û hesta aîdiyetê ve girêdan.

MUNA TOKA

Lîbya – Li studyoyeke bêdeng a li navenda bajarê Sebha yê Lîbyayê, Rîmas El-Qesama weşanvan û hilberînera bernameyên televîzyon û radyoyê rûniştiye, taybetmendiyên wê tevliheviyek ji nostaljî û serbilindiyê nîşan didin. Dengê wê dîrokeke dirêj, çîrokên welatekî ku wê qet lingê xwe nexistiye û welatekî ku ji dema jidayîkbûna wê ve ew hembêz kiriye û bi germî dorpêç kiriye, dihewîne.

Çîrok di salên 1970'î de dest pê dike, dema ku bavê wê wek mamosteyek di qada perwerdehiyê de gihîşt Lîbyayê, li derfetekê digeriya ku jiyaneke nû ya dûrî toza şer û koçberiyê ava bike. Rîmas El-Qesam dibêje: “Ez li vir li Navenda bijîşkî ya Sabha ji dayîk bûm. Di destpêkê de, min nizanibû ez aydê Lîbyayê me an Filistînê me. Hişyariya fikra welat hêdî hêdî hat, dibe ku di pola sêyemîn a dibistana seretayî de dest pê kir, dema ku min dest pê kir ku fêm bikim du welatên min hene; Filistîn û Lîbya.”

'Du welatên min hene'

Zaroka biçûk ku di nav germahiya malbata xwe û disiplîna dibistana xwe de mezin bû, xwe bi bûyera herî mezin a Filistînî re rûbirû dît ku cîhan hejand; kuştina zarok Mihemed el-Durrah ku niheqiya rayedarên Îsraîlê li ber cîhanê aşkera kir û bû sembola êşa Filistînê. Rîmas got ku “Me berê wêneyan li dibistanan didît, li ser doza Filistînî fêr dibûm û hestek aydiyeta Filistînê di hundurê min de mezin bû, her çiqas li Lîbyayê dijiyam jî. Min hîs dikir ku du welatên min hene ku ez jê hez dikim û ew beşek ji hebûna min in.’

'Kilît û dara zeytûnê sembolên vegerê ne'

Li mala wê semboleke zindî ya vê aydiyetê hebû, kilîtek li dîwar daliqandî bû. Rîmas ji diya xwe li ser vê mijarê pirsî û bersiv wek çîrokeke efsanewî hat û got: ‘Ev kilîta mala malbatê ye li gundê Hemama li Filsitînê ye ku di sala 1948'an de ji ber dagirkeriyê hatibû koçberkirin. Her endamek malbatê berî koçberiyê kilîtek ji mala xwe, bi xwe re bir û ev mifte bû sembola vegerê.

Dara zeytûnê ku di bîranînên malbata Filistînî de hatibû çandin, sembolek din a sebir û hêviyê bû. Rîmas El-Qasem wiha qala sembolên xwe û dara zeytûnê kir: “Kilît û dara zeytûnê sebir û xewna vegerê temsîl dike. Tevî ku min qet axa Filistînê nedîtiye jî, ev aydiyet bûye beşek ji min û beşek ku ji hebûna min nayê veqetandin.”

Medya platforma ji bo pêşkêşkirina pirsgirêkên gelê xwe ye

Rîmas El-Qasem di medyaya Lîbyayê de platformek dît ku bi riya wê bikaribe pirsgirêkên gelê Filistînê bîne ziman û dengê Filistîniyan li dîasporayê bighîne. Tevî ku Rîmas di bernamesaziya komputer û zimanan de derçûye jî, bi tesadufî di sala 2015'an de ew ber bi cîhana medyayê de biriye, ji wê demê ve rêwîtiya wê ya di navbera mîkrofon û kamerayan de dest pê kiriye. Rîmas El-Qasem wiha axivî: “Min plan nedikir ku derbasî xebatên medyayê bibim, lê doza Filistînê sedema sereke bû. Bi awayê fîzîkî min nekarî xwe bigîhanda Filistînê, ji ber vê min di meydyayê de platformek dît ku bi riya wê dikarim dengê gelê xwe bidim bihîstin.”

'Ax dê ya me bimîne'

Karê wê yê medyayî ne tenê karek bû, her wiha peyamek bû ku milet li ser ekranên radyo û televîzyonê, di xwepêşandanan de, di bîranîna rojnamevan Şîrîn Ebû Akleh de û di bûyerên din ên bi êş de hilgirt. Rîmas El-Qasem destnîşan kir ku her çiqas ji Filistînê dûr be jî, dikare evîna welat û mafê vegerê di zarokên xwe de biçîne û got ku “ Ax dê Ereb bimîne û em ê rojekê vegerin, eger em nebin, wê nifşên piştî me vegerin.”

'Xwe ji dûrî welatê xwe hîs nekir'

Medyaya Lîbyayê wek ku Rîmas El-Qasem diyar dike, bi awayekî ku wê di gelek dezgehên din ên medyayê de dît, piştgiriya doza Filistînê dikir. Rîmas wiha got: “Li Lîbyayê, min xwe wek xerîb hîs nedikir. Ala Filistînê li kêleka ala Lîbyayê hatibû bilindkirin û hevgirtin rast bû, heta di berhevkirina alîkariyan de ku gihîştibû Xezayê jî. Di vê navberê de, medyaya navneteweyî pir caran sînordarkirinan li ser azadiya ramanê ya li ser doza Filistînê ferz dike.”

Wekheviya di adet û kevneşopiyan de

Rîmas El-Qasem di nav kevneşopî û adetên civaka Lîbyayê de mezin bû, ku ji gelek aliyan ve dişibin civaka Filistînî. Rîmas wan kevnoşipiyan wiha vegot: “Adetên Lîbyayê pir dişibin yên Filistîniyan. Heta peyv û zarava jî bi hev ve girêdayî ne. Gelê Lîbyayê di hezkirina xwe ya ji bo axa xwe û hesta aydiyeta xwe de dişibin Filistîniyan. Tevî dûrbûnê jî, girîngiya çandina evîna welatê xwe di nifşên pêşerojê de diafirîne. Tiştê herî girîng ku ez ji zarokên xwe dixwazim ev e ku ew ji welatê xwe hez bikin, wê biparêzin û ji bo wê bitirsin. Ez bi hezkirina axê û hesta aydiyetê mezin bûm û ez ê vê yekê fêrî wan bikim.”