Koçberên Efrînê bi pergala komînan xwe bihêz dikin
Koçberên Efrînî yên ji ber şer neçar mane li kampan jiyana xwe bidomînin, li van kampan jî komînan ava kirine. Jinan diyar kirin ku li kampan derbarê têgihîştina jiyana beşdar a nava civakê de tecrûbeyek pêşeng danîne holê.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Tebqa – Kampa Efrînê ya girêdayî Kantona Tebqayê ya li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di rêvebirina jiyan, civak, aborî û heta karûbarên çandî û hunerî de, pergala Neteweya Demokratîk dişopîne. Ev tercûbeya wan a bêhempa, mîna modelek biçûk a pergala rêveberiya xweser a li ser bingeha jiyana beşdar tê hesibandin.
Li Kampa Efrînê, nêzî 950 malbat dijîn. Ev kamp mîna bajarek biçûk ku du caran ji nû ve ava bûye: Ya ewil ji Efrînê û ya duyemîn ji Şehbayê dema bi darê zorê hatin koçberkirin. Her car, veger sonda wan û rêxistinbûn jî rêbaza wan bû. Gelê Efrînê, tevî koçberiya bi darê zorê û binpêkirinên dewleta Tirk, tu caran dev ji biryardariya xwe ya berxwedanê bernedaye.
Rêxistinbûna li kampê ji bo gelê rastî koçberiya bi zorê tên girîng e
Hevseroka Kampa Efrînê Rozelin Koşan, têkildarî mijarê diyar kir ku di dema koçberiya duyemîn a ji Şehbayê de, bi şert û mercên dijwar re rû bi rû maye û wiha berdewam kir: “Me ji bo mîsogerkirina stargeh û pêdiviyên bingehîn ên ji bo gel, 3 mehan gelek hewil dan. Piştî vê pêvajoyê, me dît ku divê em rêxistinbûna xwe ya di nava kampê de ji nû ve ava bikin.”
‘Bi derfetên kêm rêxistinbûna xwe ava kirin’
Rozelîn destnîşan kir ku "Peyva 'kamp' bi gelemperî êş, birçîbûn, alîkarî û bêhêvîtiyê tîne bîra mirov. Rozelîn bal kişand ser cudahiya Kampên Efrînê ya ji kampên din û van cudahiyan wiha vegot: “Çi li Tebqa be û çi li Kantona Cîzîrê be, qet naşibe kampên din. Li vir li ser rûyê zarokan hêvî heye û gelên kampê ji bo jiyanek baştir têdikoşîn. Jinên temen mezin jî, li dijî şert û mercên zehmet bêzar nebûn. Konan ne jî germahiya havînê û ne jî ji zivistanê tên parastin, lê daxwazên wan ne yên wekî din e. Di pêvajoya kampê ya 7 mehan de, rêxistinbûna ku bi derfetên xwe re ava kirin, hêza dagirker a Tirk ê endamê NATO’yê ye, nekarî li Efrina ku 7 salê dagir kiriye ava bike.”
Modelek biçûk a Rêveberiya Xweser
Rozelîn, pergala birêxistinbûnê ya di nava kampê de jî vegot. Rozelîn da zanîn ku ji roja ewil ve komînan ava kirine û axaftina xwe wiha domand: “Piştî sê mehan, me ev pergal bi awayekî baştir rêxistin kir. Kamp niha ji 6 komînan pêk tê. Her komîn, ji taxek berpirsyar e û bi pergala hevserokatiyê ve tê birêvebirin. Di komînan de, komîteyên aştî, jinan, tenduristî û karûbarên civakî heye. Me însiyatîfên wek komên huner û muzîkê jî ava kirin. Ji ber ku huner û muzîk, beşek kûr a çanda Efrînê ye û em biçin kudere vê çandê bi xwe re dibin. Rûxmê ku em ji ber şert û mercan bi qasî ku dixwazin birêxistinî nebin jî, ji nû ve birêxistinkirina gelê ku du curan ji cih û warên xwe bûye, serkeftinek mezin e. Komîn û pergala meclîsê, di rêxistinkirina civakê de rêbaza herî bibandor e.”
‘Ji bo parastina civakê û jinan rêxistinbûyin girîng e’
Rozelîn Koşan, balkişand ser girîngiya birêxistinbûnê ya di şert û mercên şer de û got ku civakên ku şer tê ferzkirin, belav dibe. Rozelîn anî ziman ku lewma rêxistinbûn xwedî girîngiyek mezin e û wiha pê de çû: “Ger rêxistinbûn nebe, ew gel piştî şerê leşkerî, wê bibin hedefa şerê taybet. Dagirkeriya Tirk tenê me koçber nekir, jin û ciwanan bi rêbaza şerê taybet hedef digre. Em ji bo parastina civak û jinan ya ji van êrîşan, girîngiyek mezin didin rêxistinbûnê.”
‘Hêvî û baweriya Efrîniyan veger e’
Rozelîn hêviya gel a ji bo vegerê jî wiha anî ziman: "Em li kampê şert û mercên dijwar dijîn, lê em rastiya ku dagirkeriya Tirk li Efrînê ferz dike, qebûl nakin. Lewma em venagerin. Gelê ku tama azadiyê girtiye, koletiyê qebûl nake. Em heta ku vegerek bi rûmet û ewle ya maf, azadî, ziman û nasnameya me tê parastin neyê mîsogerkirin, vegere qebûl nakin. Gelo heta ku dagirkeriya Tirk li Efrînê berdewam dike, emê çawa vegerin? Em ji wan bawer nakin. Bêyî pêbawerî em venagerin. Hinek kal û pîrên me ji ber hesreta axa xwe, hewil dan vegerin, lê rastî gelek tiştan hatin û piraniya wan vegeriyan konên xwe.”
Rêxistinbûna jinê, rêya birêxistinkirina civakê ye
Rêvebera Komîteya Jinan a Kampa Efrînê ya li Kantona Tebqayê Arîfe Bîlal jî diyar kir ku jin bingeha civakê ne û wiha got: “Ji ber hemû berpirsiyariya malbatê hildigirin li ser milê xwe. Bi xwedîkirin û perwerdekirina zarokan re nifşa pêşerojê şêwe dikin. Lewma perwerdekirin û rêxistinkirina jinan, rêya birêxistinkirina tevahiya civakê ye."
Arîfe Bîlal, gotina Rêberê Gelê Abdullah Ocalan a "Heta jin azad nebe civak azad nabe” bibîr xist û wiha axivî: "Jinek birêxistinkirî dikare welatê xwe birêve bibe. Di dema amadekariya vegera Efrînê de, pir girîng e ku hişmendî û birêxistinkirina jinan zêde bibe. Jina ne rêxistinkirî, dibe mexdûra şerê taybet. Rêxistin, perwerde, komîte û komîteyan bi hev ve girêdayî ye û ji hev nayê cudakirin. Li kampê ev rêxistinbûn ji bo ne ewil e. Me li Kampa Şehbayê jî xwe bi xwe birêxistin dikir. Pirsgirêkên xwe yên civakî me bi xwe çareser dikir, ji ber ku erka me ye.”
Komîn bingeha birêxistinbûna li kampê ye
Hevseroka komîna taxeke li kampê Nezîfa Ehmed jî derbarê komînan de agahî da. Nezîfa diyar kir ku pênaseya komîn, tê wateya civakê û wiha axivî: “Ango em di nava mirovan de jiyana kolektîf û hevbeş bihêz dikin. Em di qadên civakî, aborî û xizmetê de pêdiviyan dabîn dikin. Em pirsgirêkên gel çareser dikin. Ger em nikaribin çareser bikin, radighînin meclîsê. Ev avahî dihêle ku gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Her wiha em ji bo bilindkirina zanebûna gel, civîn û perwerdeyan li dar dixin.”
Nezîfa Ehmed, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Di hewayên germ de kon nayên parastin, lê rûxmê hemû zehmetiyan jî emê heta vegera Efrînê li ber xwe bidin.”