11 sal berê komkujiyê jiyabûn: Bi rizgarkirina Dêrazorê re jiyan vegeriya
Jinên ku komkujiya DAIŞ’ê ya El-Şeîtat a kantona Dêrazorê jiyane, diyar kirin ku bi saya piştevaniya QSD û YPJ ji destê DAIŞ’ê rizgar bûne û gotin “Piştre jiyan li Dêrazorê carek din vegeriya. Tevî windahî û wêrankirinê hê jî hêvî heye."

ZEYNEB XELÎF
Dêrzaor – Di sala 2014'an de, DAIŞ’ê li kantona Dêrazor a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî eşîra El-Şeîtat komkujiyek pêk anî. Li her goşeyek gundewarê rojhilatê Dêrazorê, çîrokên jinan tên vegotin. Divê çîrokên wan werin vegotin, da ku ji bo hemû kesên ku dixwazin tiştê bi şer wêran bûne ji nû ve ava bikin, bibin bîranînek. Tevî 11 sal di ser trajediyê re derbas bûn jî, birînên komkujiyê vekirî ne. Dengê dayîkan hê jî gazî kurên xwe yên ku qet venegeriyan dikin û giyanên zarokan hê jî di bîranînên zindiyan de dihejînin.
Ji sextekariya olî ber bi kuştina girseyî ve
Xeda Adêl ku ji eşîra Şeîtat e li ser rojên ji 8 heta 15'ê Tebaxê axivî. Xeda diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê destpêkê di bin ala olê de ketine herêma wan û bi van gotinan behsa wan deman kir: “Mirovan dixapandin û bawer dikirin ku ew projeyek îslamî hildigrin ku dê nirx û prensîban vegerîne. Destpêkê hinek niştecihan ew pejirandin, yên ku bawer dikirin ew şahidiya guhertinek erênî ya olî dikin. Lê rastî zû tarîtir bû. Dema ku wan kontrol bidest xist, qonaxeke nû ya xwînrijandin û terorê destpê kir. Çeteyan kuştinên rêxistinkirî pêk anîn û bi navê şerîetê desthilatdariya xwe ferz kirin. DAIŞ’ê bi derewan ayetên Quranê bikar anîn da ku serjêkirin, darvekirina zarokan û pêkanîna cezayên îslamî rewa bike. Herêma El-Şeîtat yek ji deverên herî zêde bandor dîtiye. Di nav bûyerên herî tirsnak de serjêkirina çar zarokan a li ber çavên bavê wan bû. Bav bi rojan rûniştî ma û ji ber giraniya şokê nekarî wan defin bike. Çeteyan gotin ku ev zarok murted in (ji îslamê veqetiyane), lê Îslam ji vê tawanê bêguneh e."
Bandorên psîkolojîk û trajediyên mirovî
Ev komkujî ne tenê bi gule û kêran bû, di bingeha xwe de wêrankirinek giyan û ruh bû. Dayîk ji hêla psîkolojîk ve hilweşiyan, malbat ji hev ketin û çend jin jî ji ber vê şokê felc bûn. Zarokên 14 salî bi îslamê hatin tawanbarkirin û bûn cenazeyên bêcan û bêserî. Dîmenên ku dem dê tu carî ji bîr neke. Xade Adêl got: "Ne tenê komkujî pêk dianîn, li kêleka wê kiryarên dizî, talankirin û wêrankirinê jî dikirin. Ev kiryar ji hêla çeteyan ve bi navê olê dihatin kirin."
Zindîkirina bîranînê cihê berxwedan û vegerandina rûmetê ye
Her sal, malbatên mexdûran di 8'ê Tebaxê de dicivin. Ne tenê ji bo şînê, di heman demê de ji bo tekezkirina ku mexdûr nehatine jibîrkirin û xwîna wan bê feyde nehatiye rijandin jî. Ew vê rojê bi çalakî, axaftin, wêne û serdanên gorên mexdûran bibîr tînin da ku komkujiyê di bîra nifşan de zindî bihêlin.
'Tevî windahî û wêrankirinê hê jî hêvî heye'
Sehar El-Abid yek ji şahidên komkujiyê ye. Sehar diyar kir ku di Tebaxa 2014'an de trajediyek jiyane û wan rojan bi van hevokan vegotin: “Tenê ew kesên ku jiyane êşa wê dizanin. Me zêdetirî hezar û 200 şehîd dan ku piraniya wan kur, hevjîn û birayên me bûn. Em ji cih û warê xwe koçber bûn û jiyan bû dojeh. Wan ferman da me ku em malên xwe vala bikin. Ji ber vê yekê em ber bi Hecînê, dû re jî ber bi Ebû Herdûb ve çûn û dû re em vegeriyan Nebea û Nesir li El-Şeîtatê. Ew tekane herêma ku bi binpêkirinan re rûbirû mayî ye. Bi saya piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê di sala 2019'an de em ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn. Piştre jiyan li Dêrazorê carek din vegeriya, rêxistinên civakî hatin avakirin û rolên jinan di civakê de aktîv bûn. Tevî windahî û wêrankirinê hê jî hêvî heye."
Windakirin nikare were paşguhkirin
Yaziya El-Hisên çîroka windakirina çar zarokên xwe vedibêje û hêsir ji çavên wê qet xalî nabin. Peyvên wê tijî êş in, lê dîsa jî ew jineke bihêz temsîl dike. Yaziya El-Hisên wiha got: "Ew hemû çûn. Yek ji wan ji min re got, 'Siwarî otomobîlê bibe, em li dû te ne.' Ew çûn û careke din venegeriyan. Rojek ku em ê qet ji bîr nekin. Hestê windakirinê nayê tehemûlkirin, mîna ku dil hezar caran tê kuştin û dilê me bi agir dişewite."
‘Wê demê ducanî bûm’
Nusra El-Abd El-Xenî jî behsa windakirina hevjînê xwe dike. Dibêje: "Wî got ku ew ê biçe derve da ku bibîne ka çi diqewime. Ew çû û careke din venegeriya. Em hê jî tiştekî nizanin. Ez wê demê ducanî bûm. Nizanim min çawa di nav wê êşê de zarok anî dinyayê."
Ew tenê bi riya wêneyan bavê xwe nas dike!
Fatimê El-Ebd El-Qasim, keçek e ku qet bavê xwe nedîtiye. Ew dibêje: "Ez niha 11 salî me. Tenê 6 mehî bûm dema ku bavê min çû û careke din venegeriya. Ez tenê wî ji wêneyan nas dikim. Rûyê wî nayê bîra min, min qet dengê wî nebihîstiye û min hembêza wî hîs nekiriye. Her ku ez wêneyê wî dibînim digirîm. Ez di nav wan kesan de dijîm ku wî tînin bîra min, lê ez zarokek im ku li benda hevdîtinek ku qet çênebûye dimînim."
Bîranînek namirê
Komkujiya Şeîtatê ne tenê beşek din a şer bû; ew kêliyek guherînê bû di navbera êş û berxwedanê, di navbera mirin û zindîmanê de ye. Tevî hemû windahiyan, herêm berxwedêr dimîne û xelkê wê çîrokê mîna aleke neguherbar hildigirin. Ji bin kavilan dengê jinan derket, çîrok digotin, digirîn û ronahiyê ber bi pêşerojekê ve ku tê de cih ji bo DAIŞ an yên mîna wê tune be, dibin.