Aliye Tofîq 44 sal in endezyariyê dike

Rewşa jinan û astengiyên civakê, li hemberî hêz û armanca Aliyeyê nebûye asteng. Ew demek dirêj e endezyar e û di gelek projeyên cuda de kar kiriye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Di nava civaka Başûrê Kurdistanê de endezyarî weke karê meran dihat dîtin û civakê digot endezyarî pîşeyê mêran e. Lê belê endezyara şaristanî û endama komîteya bilind a Endezyarên Kurdistanê Aliye Tofîq bi hewldanên xwe guh neda vî fikrî.

Aliye ji malbatek rewşenbîr û xwendekar hatiye dinyayê, her dem malbata wê ji rewşenbîrî û xwendinê hez kiriye. Di temenê zarokatî de li taxa Serçinar bûn û li dibistana Xanzad xwendiye û piştre ji bo dibistana amadeyî bixwîne çûye bajarê Silêmaniyê.

Di wan salan de di rewşa siyasî ya dijawar de dixwend

Aliye yek ji wan jinan bû hê di zarokatiya xwe de ji xwendin û fêrbûnê hez dikir, bi taybetî gelek ji waneyên Bîrkarî hez dikir. Aliye destnîşan kir ku di qonaxa şeşemîn a amadeyî de ji ber di salên 74-75’an de bû, li Silêmanî şer hebû, ezmûna qonaxa dawî birin Kerkuk û neçarî berê xwe da Kerkukê da ku beşdarî ezmûnan bibe û got: “Ji bo min çûyîna bajarek din di wê demê de ne asan bû, malbata min dudilî bû, malbata min dikaribû di wê rewşa ne asayî de min rêbikin bajarê Kerkuk û ez beşdarî ezmûnan bibim û min di ezmûnan de dikaribûm pileyek baş bi dest bixim û serkeftî bim. Ev hewldanên min, gihand serkeftinê û di wê demê de malbata min mamoste bû û gelek piştgiriya min dikirin. Dema ku ez xwendekar bûm, rewşa jiyanê zehmet bû. Bi awayekê xwendekaran di rewşa siyasî de xwendina xwe berdewam dikir. Di salên destpêka  80’an de rewşa siyasî wisa xirab bû, zanîngeha Silêmaniyê birin Hewlêrê û rewşa jiyanê jî di asteke xirab de bû. Lê belê ev hemû li hemberî xwendina min nebûn asteng. Ez dikaribûm di sala 1974-1975’an de biçim koleja endezyariyê ya zanîngeha Silêmaniyê.”

‘Di hilbijartina beşa zanîngehê de cudahî di navbera jin û meran de nîn e’

Aliye Tofîq da zanîn ku di wê demê de xwendina li zanîngehê bi zimanê Îngilîzî bû. Mamoste Hindî, Yabanî, Pakistanî û Ereb bûn û hinek Kurd jî di nav de hebûn û wiha domand: “Di pola şeşem de daxwaza min ji du beşên dermansazî û endezyariyê re hebû. Lê belê ji ber rewşa xirab a wê demê, ez nikaribûm biçim Bexdayê beşa dermansazî bixînim. Ji bo wê jî min biryar da li zanîngeha Silêmanî beşa Endezyarî bixwînim. Ji berê ve heta niha beşa endezyariyê weke pîşeyeke meran hatiye dîtin û nabe ku jin beşa endezyarî bixwîne. Wê demê li hemû beşa endezyariya şaristanî tenê 15 jin hebûn û piranî mêr bûn. Lê belê ev yek bandorê li xwendina min nekir û min hîn zêdetir hewl da bibim endezyarek mînak.”

‘Min her dem hewl daye di karê xwe de bi pêş bikevim’

Aliye di sala 1978-1979’an de zanîngeh temam kiriye û piştî du mehan bi awayeke fermî tayîn bû ji bo dewreyeke perwerdeyê çûye Bexda û demekê li wê derê maye û piştre li ofîsa binasaziya Silêmanî dest bi kar kiriye û demek dirêj li wê derê kar kir û ji derveyî wê jî li bajarê Hewlêrê jî karê endezyariyê kiriye û wiha got: “Min gelek ji karê xwe hez dikir û min gelek projeyên avahiyan danî. Karê min pêwîstî bi xwendina berdewam hebû, tu deman ez jê bêzar nebûm û her dem ez di wê baweriyê de bûm diviyabû endezyarek her dem bixwîne. Di berdewamiya karê xwe de ez bûm rêvebera Awadankirina Silêmanî û min karê xwe berdewam kir heta sala 2020’an ez xananîşîn bûm. Ji sala 2000’an ve ez di komîteya bilind a endezyariya Kurdistanê de xizmetê ji bo endezyaran dikim.”

Dayika wê wek keleh li pişta wê bû

Aliye Tofîq diyar kir ku di jiyanê de gelek kesan piştgiriya wê dikir û piraniya wan mamoste bûn û ji derveyî wê jî dayika wê di piştgirîkirina keça xwe de xwedî rolek sereke bû, her dem hewl dida bigihîje armanca xwe û wiha got: “Dayika min bi awayekî alîkariya me dikir û mûçeyê ku digirt dida me da ku em bixwînin û serkeftî bibin.”

‘Guhnedana gotinên xelkê mirov digihîjîne serkeftinê’

Aliye di der barê gotin û rexneyên xelkê li ser kar û hêza jinan e wiha got: “Her dem xelk gotinan dibêje, ji ber wê nabe mirov guhên xwe bide. Divê bi rastî kar bikin û kesek hişyar bin êdî girîngî nedin derdorê. Nabe ku gotinên xelkê bibe sedema rêgirî û astengiyê li hemberî mirovan were kirin û divê bibe sedema serkeftinê.”