Sirên axê vediguherîne hunerê
Suzan Heme Salih a 18 sal in bi seramîkê re dixebite, sirên axê vediguherîne hunerê. Suzan ne tenê berheman diafirîne; ew di heman demê de îlhamê dide ciwanan, wan teşwîq dike ku di vê hunera kevnar de xwedî gotin bin.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Hunera seramîk, yek ji kevintirîn huner û pîşeyên mirovahiyê ye, ku ji destpêka niştecihbûna mirovatiyê ve di çand, huner û jiyana rojane de cihê xwe girtiye. Arkeolog destnîşan dikin ku kelûpelên seramîkê bi kêmî ve 24 hezar sal berê dest pê dikin. Mezopotamya, ku wekî “Welatê Şaristaniyê” tê binavkirin, di parastina vê hunerê de roleke girîng lîstiye. Gelek jin, ji dîrokê heta îro, ji bo berdewamkirina hunera seramîkê ked dane.
Sûzan Heme Salih, ev zêdeyî 18 sal in bi hunera seramîkê re mijûl e. Her çendî destpêkê belgeyeke fermî ya vê qadê tunebû jî, ev yek nebûye asteng ji bo wê. Di sala 2015’an de, ew dibe xwendekara beşa hunera ciwanan û belgeyeke fermî werdigire. Niha, ev çar sal in li Atolyeya Çandî ya Silêmaniyê, ligel hevala xwe mamosta Nizar Hadeyî, bi studyoyeke seramîkê hunerê çêdike û derfeta fêrbûnê ji ciwanan re diafirîne.
Beşdarbûna pêşangehên navneteweyî
Sûzan Heme Salih derbarê xebatên xwe de wiha dibêje: “Ev 18 sal in ez bi hunera seramîkê re me. Niha li Atolyeya Çandî ya Silêmaniyê, bi studyoyeke seramîkê, armanca min ew e ku derfetên kar ji ciwanan re çêbikim û wan fêrî vê hunerê bikim. Min li dibistanan dersên seramîkê dane û di heman demê de karê seramîkê domandiye. Bi rêya dewreyên perwerdeyê, çend mamostayên din jî ji xebatên min sûd wergirtine. Her wiha, min beşdarî gelek pêşangehên hunerî bûme.”
Sûzan û hevalên wê beşdarî pêşangeheke mezin a seramîkê li ser asta Iraqê bûne, ku yekem car bû karekî wisa li navçeyê pêk hat. Sûzan got: “Me karekî serkeftî li dar xist. Ji bilî Herêma Kurdistanê, me li bajarên din ên Iraqê û welatên biyanî jî beşdarî pêşangehan kir. Di atolyeya çandî de, em dewreyên fêrbûnê vedikin û xwendekar di nava du mehan de belgeyên xwe werdigirin.”
Zehmetiyên kelûpelan û pêvajoya afirîneriyê
Sûzan diyar dike ku kelûpelên seramîkê bi piranî ji derveyî welat tîne, ji ber ku li herêmê gihîştina van materyalan zehmet e. Sûzan Heme Salih got: “Kelûpelên seramîkê ji axên cihêreng têne çêkirin û divê di nav wan de quartz û cam hebin. Em axê bi ekşadê re tevlî hev dikin, paşê li gorî karê xwe mezinan bi kar tînin. Her wiha, bi rêya teknîka ‘parewe’ em karê xwe bi firnê xazê temam dikin.”
Hunera seramîk: Çareseriyek ji bo derûniyê
Sûzan Heme Salih bi bawerî dibêje ku hunera seramîk ne tenê hunerek e, lê di heman demê de çareseriyek e ji bo derûniya mirovan. Sûzan wiha got: “Hebûna azweriyê ji bo hunera seramîkê, dibe sedem ku ev kar bidome. Gelek kesên şareza hene, lê ji ber kêmbûna azwerî û armancê, nikarin karê xwe bidomînin. Hunera seramîk aramiyê dide mirovan. Ez hêvîdar im ku jin û ciwan vê hunerê bidomînin. Bi rêya dewreyên perwerdeyê, ez hewl didim vê hunerê biparêzim û ciwanan teşwîq bikim ku girîngiyê bidin seramîkê.”
Sûzan Heme Salih, bi xebatên xwe yên bi ked û azweriyê, ne tenê hunera seramîkê diparêze, lê belê ciwanan jî teşwîq dike ku beşdarî vê mîrateya çandî bibin.