Bi makîna lehîmê li ser tiştên darîn jiyanê dinexşîne

Jina ciwan Samar Îbrahîm ku bi meraqek dest bi hunera lehîmê kiriye, nîha him dahata malbata xwe mîsoger dike û him jî çîrokên jinên başûrê Lîbyayê yên li deng û derfetan digerin, xêz dike.

MUNA TOKA

Lîbya – Hunera lehîmê, cureyek hunerê ye ku bi yekbûna hesin û enerjiya elektrîkê tê çêkirin. Hunermend, pênûsek hesin bi elektrîkê re dikin yek an jî bi bandora elektrîkê vediguherînin berhemên hunerî yên curbecur. Her çiqas hesin bi piranî mîna amûrek endezyariyê tê bikaranîn jî, hunermend bi awayekî estetîkî dinexşînin û vediguherînin berhemên hunerî yên wateyek dîtbarî û hestyarî hildigirin.

Yek ji van kesan jî jina ciwan Samar Îbrahim e. Samar Îbrahîm a ku xwe di vê hunerê de bipêş xist, him dahata malbata xwe mîsoger dike û him jî çîrokên jinên başûrê Lîbyayê yên li deng û derfetan digerin, xêz dike.

‘Piştî perwerdê min biryar da ku hunera xwe bidomînim’

Samar Îbrahîm, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku bi tesadufî ketiye nava cîhana neqşan û got: "Min bi riya lînkek xwe ji dewreyek perwerde ya Rêxistina Neqşê ya Fezanê re tomar kir. Rêxistin, atolyeyek nexşan a bikaranîna lehîmê lidar dixe. Mijar nû û ne asayî bû û ji xêzkirina kevneşopî ya bi pênûs û rengan cuda bû. Lewma min xwest vê yekê biceribînim. Perwerdeya me çend mehan dom kir û ev yek ji bo min gelek baş bû. Di dawiya perwerdeyê de beşdarî pêşangehek bûm û berhemên xwe yên ewil pêşkêş kir. Piştî vê yekê min biryar da ku hunera xwe bidomînim.”

Meraqa hunerê bû çavkaniya jiyanê

Samar Îbrahîm, di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku bi coş û kelecanek mezin vegeriyaye malê û dest bi çêkirina tabloyên mezintir û ceribandina formên nû kiriye. Samar Îbrahîm, wiha qala xebatên xwe kir: "Piştî pêşangeha ewil, min xwe pêş xist. Min amûrên mîna pênûsa elektrîkê, taxteyên darîn û boyax bikar anîn. Min piştî xebatên xwe, şêwaza xwe bipêş xist û muşteriyên min jî çêbûn. Di destpêkê de ev yek ji bo min tenê meraqek bû, lê piştî sala 2022'an ev meraqa min mezin bû. Ji bo jinan derfetên kar tunebûn. Hunera min, ji meraqê veguherî çavkaniyek dahatê. Dibe ku ez pereyên pir zêde nagrim, lê dîsa jî ev yek dibe sedem ku ev berdewam bikim û bipêş bikevim.”

‘Berhemên dest zêdetir tên ceribandin’

Samar Îbrahîm, tevî ku neqişkirina hesinê elektrîkî hunerek kevnar be jî, vê hunerê bi giyanekî nû ji nû ve diafirîne. Samar Îbrahîm, motîfên kevneşopî bi boyaxên nûjen mîna rûn û akrîlîk re dike yek û tabloyên ku berê û niha tevlihev dikin biafirîne. Samar Îbrahîm, wiha got: "Li pêşangehan, ji berhemên lazerê hatine çêkirin, zêdetir berhemên destan bala mirovan dikşîne. Keda dest germahî û jiyanê nişan dide. Tabloya gerî nêzî ber dilê min a kabeyê ye ku mîna sembolek neteweyî û olî ye. Projeya min bi navê "Neqşên Samar Îbrahîm" li ser rastbûn, nûjenî û hewldanek ji bo yekkirina xemilandina erebî bi xemilandinê ve hatiye damezrandin."

‘Huner dikare pirsgirêkên bingehîn ên civakê çareser bike’

Samar Îbrahîm, bawer dike ku huner ji estetîkê wêdetir rolek dilîze û da zanîn huner dikare bibe amûrek ji bo derbirîna pirsgirêkên civakî an jî amûra guhertinê. Samar Îbrahîm, diyar kir bi taybetî li başûrê Lîbyayê ku piştgirî gelek kêm e, pirsgirêk gelek mezin û da zanîn cihên ji bo pêşangeh û perwerdeyê hatine veqetandin kêm in. Samar Îbrahîm, wiha dibêje: "Hunermendên li başûr ji kêmbûna cihên ji bo pêşandana hunera xwe an jî ji bo perwerdekirina kesên din ên jêhatî zehmetî dijîn. Huner ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn û zêdekirina hişmendiya civakê rêbazek bi bandore û bandorek rasteqîn li ser raman û çandê dike."

Bang li jinên ciwan kir

Samar Îbrahîm, da zanîn tercûbeyên wê ne tenê çîrokek takakesî ye, ji bo her jinek ciwan ku li xeyala xwe ya rastîn digre bangekî çalakiyê ye û bi van gotinan bang li jinên ciwan kir: "Ger hêzkirina we ya hunerê hebe, bila tirs we netirsîne. Rêwîtiya xwe ya kifşkirina xwe bidin destpêkirin. Amûrên bingehîn bi bihayên maqûl hene û ya din jî bi hêzkirin û berdewamiya di perwerdeyê de ve girêdayî ye. Divê hûn bi îsrar bin ku cerbandinek piçûk veguherînînin projeyek jiyanê. Ez çîrokên jinên başûrê Lîbyayê yên li deng û derfetan digerin, xêz dikim."

Samar Îbrahîm bi biryardariyek mezin karê xwe didomîne

Çîroka Samar Îbrahîm, ne tenê li ser wênesaziyê, li ser atolyeyan û pêşangehan e jî. Di heman demê de li ser berdewamiya li dijî nebûna derfetan û veguherandina tiştên sade ya ji bo wateyê ye. Samar Îbrahîm, di civakê ku jinan bêbandor dike de, hesinek elektrîkê û texteyek darîn vediguherîne amûrên ji bo jiyan û afirîneriyê. Samar Îbrahîm, xeyal dike ku rojekê navendên hunerî yên ku mirovên afirîner ên li Başûr hembêz dikin bibîne. Samar Îbrahîm, bi biryardariyek mezin karê xwe didomîne û bawer dike her rêzek ku bi agir dikole, gavek ber bi siberojek berfirehtir ku dengê jinan bêtir tê bihîstin e.