Li Tûnisê 5’emîn Civîna Hunerî ya Navneteweyî tê li darxistin
Li Qesra el-Najma el-Zehra ya li Sidi Bou Said ya bakurê paytexta Tunisê, 5’emîn Civîna Hunerî ya Navneteweyî tê li darxistin. Çalakî, dê çar rojan bi beşdariya gelek pisporên jin di mijara mîrateya çandî de bidome.

NEZÎHA BOUSEÎDÎ
Tûnis – Qesra el-Najma el-Zehra ya li Sidi Bou Said ya bakurê paytexta Tunisê, mazûvaniya 5’emîn Civîna Hunerî ya Navneteweyî dike. Civîn, wê di navbera dîrokên 5-8’ê Îlonê de bi beşdariya gelek pisporên jin ên di qada mîrateya çandî de pêk were. Roja ewil, bi sernavê "Rola hunerê ya di xurtkirina nasnameyê, zêdekirina nirxa mîrateyê, pêşveçûna yekîtî û domdar de” semîner hatin li dar xistin.
Di çalakiyê de, bi taybetî girîngiya jinên Tûnisê ya di rola parastin û veguhestina mîrateya çandî ya ji bo nifşên din derket pêş. Her wiha platformên dîjîtal û teknolojiyên nûjen çawa dikarin ji bo parastina vê mîrateya werin bikar anîn hate nîqaşkirin.
Hunermendan, bikaranîna malzemeyên vezîvirandinê re berhemên bi peyamên jîngehî û çandî hilberandin. Çalakî, wê bi atolyeyên hunerî yên ji bo zarokan, pêşangehên wêne û projeyên vezîvirandinê bidome.
Ajansa me di roja ewil a çalakiyê de yek ji organîzatoran çalakiyê Seroka Komeleya Geşedanê ya Çandî Sumeyye Khemar re axivî. Sumeyye Khemar, da zanîn 5’emîn Civîna Hunerê ya Navneteweyî şi Qesra el-Najma el-Zehra ya li Sidi Bou Said ya bakurê paytexta Tunisê dest pê kir û diyar kir ku di çalakiyê de têkildarî pêşxistin û xurtkirina mîrateya çandî ya madî û manewî de pêşkeşiyên akademîk hatine pêkanîn.
‘Ciwanan bikaranîna malzemeyên vezîvirandinê re berhemên nû diafirînin’
Sumeyye Khemar, diyar kir di rûniştina danê sibehê de girîngiya taybetmendiyên mîmarî yên Sidi Bou Said ên mîna mîrateyek cîhanê hate nîqaşkirin û da zanîn nêrînên niştecih û pisporên herêmî guhdarkirine: "Me bi taybetî li ser rola Ajansa Parastina Mîrateya Tûnisê di parastin û pêşxistina mîrata çandî ya Tûnisê de û bandora hunera wênekêşiyê ya di kişandina geştiyariyê û têkariya di tomarkirina mîrata mirovan de hate destxistin. Her wiha platformên dîjîtal û teknolojiyên nûjen çawa dikarin ji bo parastina vê mîrateya werin bikaranîn jî hate nîqaşkirin. Çalakiya me ji bo naskirina hunermendên ciwan derfetek girîng pêşkêş kir. Ev ciwanan, bi bikaranîna malzemeyên vezîvirandinê re berhemên bi peyamên jîngehî û çandî dihilberînin.”
Sumeyye Khemar, destnîşan kir ku di tevahiya çalakiyê de ji bo mezinan û zarokan gelek atolye mîna wênesazî, xetnivîsiya erebî, mozaîk û vezîvirandinê bên li dar xistin û wiha got: “Bernameya sibê dê li Mala Ciwanan a li Sidi Bou Said were lidarxistin û ciwan ên ji hundir û derveyî Tûnisê beşdarbûne, wê bên xelatkirin. Hinek ciwan, bi malzemeyên vezîbirandinê re peykerek hunerî çêdikin. Wê ev peykel li herêma Hay al-Khadra ya paytexta Tunisê bê bicîhkirin û hişmendiya jîngehê û afirîneriya hunerî re bike yek. Her wiha çalakî dê li navenda çandî ya li La Marsa bi dawî bibe û pêşangehek hunerî ku gelek berhemên hunerî bên nîşan dide, were lidarxistin.
‘Mîrateya Tûnisê xezîneyek e’
Sumeyye Khemar, der barê rola komeleyê ya di parastina mîratê de wiha got: "Em em komele bi karûbarên çandî re mijûl dibin, berhemên arkeolojîk û dîrokî lêkolîn dikin û dinirxînin û her wiha mîrateya madî û manewî pêş dixin. Ji ber ku mîrateya Tûnisê xezîneyek e û hêjayî lênêrîn û teqdîrek mezintir e."
‘Jin di parastina mîrateyê de rolek krîtîk dilîzin’
Pispora zêdekirina nirxa Mîrasê û teknolojiyê Thuraya Amrî jî, qala Ajansa Parastina Mîrateya Çandî ya Tunisê çawa mîratê diparêze û çawa teknolojiyê bikartîne kir û got: “Bi rêya platformên dîjîtal dikarin bi gerên hunerî qadên dîrokî bên danasîn. Her wiha parastina mîreteya çandî ne tenê aydê saziyên fermî ye, berpirsyariyek giştî ya civakê ye.” Thuraya Amrî, da zanîn jin di parastina mîrateyê de rolek krîtîk dilîzin û diyar kir bi taybetî jinên li gundên mîna Siccanê bi hunerên xwe yên kevneşopî vê mîrateyê zindî dikin.”
‘Nirxa hunerî û çandî ya berheman heye’
Pispora Teoriya Hunerên Dîtbarî û Sêwirana Dîtbarî Dr. Hadiya Al-Ayashî jî, ji perspektîfa hunerên dîtbarî mîrata çandî ya Tûnisê destgirt û qala wênekeş çawa mîrata çandî ya Tûnisê belge dikin û nirxa hunerî û çandî ya van berheman heye kir. Dr. Hadiya Al-Ayashî, pêşniyar kir ku wêneyan veguherînin tabloyên hunerî û li muzexaneyan pêşkêş bikin û got: “Jin bi taybetî li deverên mîna Silyana, mîrateya xwe diparêzin û zindî dikin.”