Dîwana Wêjeyê bûye sîwana hemû nivîskar û wêjevanan

Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûye sîwana hemû wêjevanan.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Dîwana Wêjeyê, bi mebesta hewldanên berdewam ên ji bo parastina nasnameya çandî û wêjeyî ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karûbarên xwe didomîne. Dîwana Wêjeyê ya di sala 2016’an de hat avakirin, dixwaze rola wêje û hunerê ya mîna pireyek ji bo ragihandina mirovan û parastina bîra kolektîf destnîşan bike. Bi riya xebat û çalakiyên xwe, dîwan hewl dide piştgiriyê bide nivîskar, helbestvan û afrîneran û hebûna wêjeya berxwedanê ya ku pirsgirêk, fikar û hêviyên civakî ji bo pêşerojek adiltir û azadtir nîşan dide, zêde bike. Dîwana Wêjeyê wekî platformeke çandî ya bingehîn tê hesibandin ku ezmûnên afirîner dihewîne û mîrateya dewlemend a herêmê belge dike, da ku mîrata wêjeyî biparêze û bi ruhek hemdem ji nifşên pêşerojê re veguhezîne.

Endama Rêveberiya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Botan Hoşê behsa kar û xebatên Dîwanê ji ajansa me re kir.

‘Dîwana Wêjeyê di sala 2016’an de hat avakirin’

Botan Hoşê behsa destpêka vekirina dîwana wêjeyê, kar û xebatên ku di dîwanê de hatin meşandin kir û got: “Dîwana Wêjeyê di sala 2016’an de hat avakirin. Di destpêkê de navê wê komîteya wêjeyê bû, me ew komîte bi hejmareke pir kêm ku ji sê jinan pêk dihat birêve bir. Di wê demê de gelek kar û xebat ji bo wêjeyê dihatin kirin. Têkiliyên me bi mamosteyên ku beşa wêjeyê xwendibûn ên li herêma Cizîrê re çêbû. Bi riya wan ew komîte xurt bû. Nivîsên wan dihatin dayîn. Dema ku me komîte ava kir, bi piranî em bi karê pirtûkan re mijûl dibûn. Di heman demê de jî me karê danhev, komkirin û folklorê jî dikir. Bi demê re berhemên komîteya wêjeyê çêbûn, ekîb berfirehtir bû, me komîteyên xwe bi herdû zimanan, bi zimanê Kurdî û Erebî ava kirin. Li gorî şert û mercên wê demê yên zehmet karekî baş û serkeftî dihat birêvebirin.”

 Konferansa yekem di sala 2022’an de li dar xistin

Botan Hoşê da zanîn ku di sala 2022’an de Dîwana Wêjeyê konferansa xwe ya yekemîn li dar xistiye û wiha berdewam kir: “Konferansa me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Piştî konferansê karê me li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Di wir de karê me berfireh bû, armanc ne ew bû em tenê li kantona Cizîrê kar bikin. Me xwe gihand gelek herêmên din û karên serkeftî hatin kirin. Komîteyên ji bo zimanê Kurdî û Erebî jî hatin avakirin.”

‘Em asta nirxandina pirtûkan bi pêş dixin’

Botan Hoşê bal kişand ser kar û xebatên dîwana wêjeyê jî. Botan ragihand ku ew kar û xebatên xwendin û nirxandina pirtûkan dikin û wiha domand: “Dema ku pirtûk ji me re tên, komîteya me ya nirxandinê wan pirtûkan dinirxîne. Carna ew pirtûk qebûl dibin û carna jî nabin. Ev karekî cuda ye em weke sazî pê re mijûl dibin. Kar û xebatên me hene, em gelek komxebat çêdikin. Bi wan komxebatên xwe em zarok û ciwanan fêrî xendin û nivîsa wêjeyî dikin. Komxebatek me bi dawî bû, me nêzî 8 jinên ciwan fêrî nivîsandina helbest, çîrok û gotaran kir. Hêviya  me ji wan heye ku bibin nivîskarên pêşerojê.”

Hefteyên Wêjeyî

Botan da zanîn ku ji bilî komxebatan, hefteyên wêjeyî jî li dar dixin û bi van gotinan behsa van komxebatan kir: “Ev hefteyên wêjeyî 6 roj didomin. Em mijaran hildibjêrin, em li ser yên di wêjeyî de kêm û tên jibîrkirin, nîqaş dikin. Di nav wan de jî semîner, panel û xwendina çîrokan hene. Di heman demê de jî em festîvalan li dar dixin. Festîvala Osman Sebrî û li gelek bajaran em festîvalan li dar dixin. Em dîwana xwendinê jî li dar dixin. Mehê de du sê caran li gelek bajaran em li dar dixin. Em birtûkekê hildibjêrin, didin xwendekarên beşdar, ew dixwînin û nerînên xwe li ser dibêjin, em asta nirxandina pirtûkê bi pêş dixin.”

‘Armanca me parastina wêjeya Kurdî ye’

Botan Hoşê diyar kir ku ew ji di xebatên xwe bi zehmetiyan dibînin û wiha pê de çû: “Armanca me ew e ku nivîskar, rewşenbîr û wêjevan xwe komî ser hev bikin û wêjeya Kurdî biparêzin. Zehmetî pir bûn, em rastî gelek zehmetiyan tên, dema ku em dixwazin berhemek xwe derxin derveyî bajêr. Dema em ji bo karekî bixebitin komkirina hemû nivîskaran jî astengî tên kişandin.”

‘Dîwana Wêjeyê mala hemû nivîskaran e’

Botan Hoşê da zanîn ku deriyê Dîwana Wêjeyê ji her kesî re vekirî ye û bang kir ku hemû ciwan wêjeya xwe biparêzin. Botan bi vê bangê dawî li nirxandinên xwe anî: “Dîwana Wêjeyê bûye sîwanek ji hemû nivîskar û wêjevanan re. Her kes dikare cihê xwe tê de bigre. Me deriyê xwe ji tu kesan re negirtiye. Em her kesî qebûl dikin bi çi fikir û zimanî be jî gere her nivîskarek Dîwana Wêjeyê weke mala xwe bibîne. Weşanên me yên pirtûkan jî her salê hene, weşanên îsal 17 pirtûk in. Ewê di pêşengeha Şehît Herekol de werin pêşandan. Em dixwazin di pêşerojê de gelek xebatan bidin meşandin û xwe bighînin deverên Sûriyeyê yên din ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em dixwazin hemû nivîskar dîwanê weke mala xwe bibînin û kesek ku dixwaze bi me re bibe alîkar û nivîsek binvîse deriyê me ji wan re vekirî ye. Heta ku ji me tê em ê tiştên baş ji bo dîwanê derxin pêş.”