Kilê Erebî: Mîrata kevneşopî ya jinan

Kilê Erebî sembola mîrata resen e. Kilê ku ji kevirê ithmid tê çêkirin, ji ber taybetmendiyên xwe yên estetîk û dermanî, yek ji baştirîn cureyên kilê xwezayî tê hesibandin.

BERAA CALÎ

Reqa – Tevî ku kapîtalîzma modern kîmyasalan xistiye nav pîşesaziya kozmetîkê jî, jinên temen mezin hê jî rêbazên kevneşopî yên xemilandinê tercîh dikin. Ew bawer dikin ku rêbazên kevin ewletir in û bê bandor in. Her wiha jin tekez dikin ku kozmetîkên nûjen, tevî karanîna wan a berfireh jî, dikarin ji ber sentetîkên ku tê de hene gelek zirarên çerm çêbikin.

Kilê Erebî, ku di stran û helbestên gelêrî de yek ji kevintirîn amûrên xemilandinê ku di tevahiya dîrokê de ji mirovahiyê re tê zanîn e. Ew ne tenê wek xemilandin lê ji bo armancên tenduristiyê jî dihat bikar anîn û heya niha heye.

Kilê Erebî bi kevneşopî li malan tê çêkirin, ku ji dê û dapîran fêr dibin. Ew di rêze mîrateyên estetîkî yên ku di çandê de kûr in.

'Kil kevneşopiyeke ji bo parastina mîrateya çandî ye'

Aoush El-Mahen a 70 salî, kilê Erebî ji hemû kozmetîkên nûjen tercîh dike. Aoush El-Mahen dibêje: "Kil ji demên kevnar ve wek sembola bedewî û xemilandina jinan tê bikar anîn. Dema ku 12 salî bûm, piştî ku amadekirina wê ji diya xwe ku hostayek hunera bijîşkiya erebî bû, hîn bûm. Ev kevneşopî hê jî di jiyana min de zindî ye, ji ber ku heta niha jî berdewam dikim ku wê çêbikim û bikar bînim. Ew wek kevneşopiyek ji bo parastina mîrata çandê ye."

Ji kevirê ithmid tê çêkirin

Kilê Erebî ji kevirekî bi navê "kevirê ithmid" tê çêkirin, heta ku biteqe li ser komiran tê danîn. Piştre heta ku dendik ji hev belav bibin û kevirên nerm belav bibin tê hûrkirin. Pişte amade ye ku were bikar anîn.

Şêwaza çêkirin û amadekirina wê

Aouşh El-Mahen qala çêkirina kilê kir: "Çêkirina kil tenê çend saniyeyan digire. Pêşî, ez hevîrê ji ar çêdikim û dûv re kevirê ithmidê datînim hundur wê, hinek zeyt lê zêde dikim da ku baş bişewite. Piştî ku bi tevahî dişewite, wê di hawanê de hûr dikim û dihelînim da ku nerm bimîne. Bi vî rengî, kil amade ye ku ji bo xemilandina çavan were bikar anîn."

Kilê ji kevirê ithmid tê çêkirin wek saxlem tê hesibandin, bedewiya çavan zêde dike û xuyangek balkêş dide wan. Tê de tiştên xwezayî hene ku bijangan xurt dikin.

Sûdên bikaranîna kilê

Aoush El-Mahen da diyar kirin ku di kil de gelek feydeyên têkildarî tenduristiya çavan hene, di nav de baştirkirina dîtinê û alîkariya dermankirina çavên qels û wiha axivî: "Bandora wê di rewşên enfeksiyonên çavan û alerjiyên giran de, her wiha rola wê di stûrkirina bijangan û xurtkirina pergala parastinê de ji bo şerê li dijî enfeksiyon û alerjiyan heye. Kil ji bo zarokên nûbûyî jî tê bikar anîn, ji ber ku ew çavan paqij dike û qirêjiyê ji wan dûr dixe."

'Kilê Erebî bi sûd e'

Aoush El-Mehen ji jin û jinên ciwan şîret kir: "Divê em kileya kevn a ku em bi xwe çêdikin bikar bînin, ku bedewî û xuyangek teze dide jinên ciwan û çavên wê dibiriqîne, taybet dema ku cilên Erebî û Hebarî li xwe dike. Kozmetîkên nûjen neyên bikar anîn ji ber ku ew kîmyewîyên ku ji bo çavan zirardar in, dihewînin.