Bi pêyvên nivîskar Leyla Xalîd şopên têkoşînê
Nivîskar Leyla Xalîd, di nava şer de û li ber dengê çekan û bêhna kavil û wêraniyê, berhema xwe ya bi navê "Xwişka Êşê" nivîsand. Pirtûk, ji êş û westandina ku di nava tirs û fikarên jiyana wê ya pîşeyî û şer de ava bûne pêk tê.
SÎLVA MENLA OSMAN
Heleb – Di navbera salên 2012 û 2016’an de, taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê rastî êrîş û bombebaranên dijwar ên leşkerên bi pere yên dagirker ên Tirkiyeyê hatin. Di encama van êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û mal û binesazî texrîb bû.
Gel û şervanên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, di her êrîşê de bi piştgiriya hev li ber xwe dan û têkoşîna wan bi saya hewldanên wan ên rêxistinkirî û fedakar, veguherî şerê gelê şoreşgerî.
‘Nivîsandin rêbaza şer û berxwedanê ye’
Rêvebera ofîsa Helebê ya Konseya Jin a Sûriyeyê Leyla Xalid, ji êşên ku gelê van her du taxan bi bombebaran û mirinê re jiyane îlham girt û romana xwe ya bi navê "Xwişka Êşê" nivîsand. Leyla Xalid, diyar kir ku gelê Sûriyeyê ji aliyê dijminên xwe ve tê hedefgirtin lê belê êrîşên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber cihêrengiya wan a etnîkî û mezhebî tundtir bûye.
Leyla Xalid, got ku îlhama wê ji kêliyên xwenirxandin û empatiyê hatiye û hewl daye hestên xwe li ser rûpela xwe ya Facebookê îfade bike. Leyla Xalîd, da zanîn ku ji ber medyaya dîjîtal li hemberî hackkirinê vekiriye, nivîsandinên xwe li ser kaxezê berdewam kiriye.
Romana bi çîrokan
Leyla Xalid, şahidiya çîrokên di pirtûka xwe de kir û bi çîrokên nivîsandiye re dilê gelek kesan xweş kiriye. Pirtûka wê, cara ewil di rojnameya Sharmoula de hatiye weşandin û di sala 2022’an de ji aliyê Dar Shaleeq ve hat weşandin.
Pirtûka "Xwîşka Êşê" ji heşt çîrokan pêk tê:
“Xwişka Êşê
Zaroktiyek li ser kavilan
Dilê min di kurê min de ye, dilê kurê min di welatê wî de ye
Cejna xemgîn a xizanan
Çîroka taxekê
Şahidiya bîjîşkekî bê belge
Şerê bi tîpa R
Perperokên di bahoza agir de.”
Her çîrokek, çîroka ji dilê şer, bombebaran, wêranî û kavilan vedibêje. Mînak, di Cejna xemgîn a xizanan de, şahî, pîrozbahiyên cejnê û lîstikên zarokan tune bûne; li şûna wan tenê dengên çekan, bombebaran û ambulansan heye.
Di çîrokekî de, dema zarokek li singa dayika xwe digere, bi guleya segvanekî jiyana xwe ji dest dide.
Çîroka "Dilê min di kurê min de ye, dilê kurê min di welatê wî de ye" jî çîroka xortekî ku ji aliyê malbata xwe ve ji bo parastina ji şer û kaosê ji derveyî welat re tê şandin e. Ciwan, dema ku berpirsyariya parastina taxa lê ji dayik bûye hîs dike, vedigere. Lê ne ji bo hembêza dayika xwe, ji bo parastina gel û taxa xwe vedigere qada şer.
Çîroka "Zaroktiyek li ser kavilan" zaroktiya di salên şer de windabûyî vêdibêje. Zarok êdî ne bi hêlekan û parkan, di kavilên bombe û roketên dikevin re dilîzin.
Di çîroka "Şerê bi Tîpa R" de, du ciwanên ji hev hêz dikin, ji bo parastina welatê xwe xizmet dikin. Evîna wan, ji bo pêkanîna erka wan nabe asteng û çîroka wan bi zewacê tacîdar dibe.
Çîroka “Perperokên di Bahoza Agir de” hewildanên sê jinên ciwan ên bi navê Semaf, Şîrîn û Nûjiyan ku hewl didin deng û serpêhatiyên gelê taxa xwe belge bikin û bi hemû cîhanê bidin bihîstin, vêdibêje. Ruxmê zehmetî û xeteran jî biryardariya wan hemû astengiyan derbas dike.
Ji bo Leyla Xalid, pênûs ne tenê amûra nivîsandinê ye; çekeke ku hemû kêliyên şer ên nayên jibîrkirin tomar dike û peyamek dide. Armanca wê ya nivîsandinê, ne tenê vegotina bûyeran e, hewl dide berxwedan û têkoşîna mezinan nîşanî nifşên pêşerojê bide.