Şanoya ‘Derdê Jinan’: Li ser dikê êşên jinan

Dengê zarokên keç ên biçûk a ji navenda bajarê kevin a Marakeşê li ser dika Dar Taqafa (Mala Çandê) a Daoudiat deng veda. Di lîstoka şanoyê ya "Derdê Jinan" de, ew zarokên keç ên biçûk zehmetî û êşên rojane yên jinên Mexribê li ser dikê zindî dikin.

RECAA XEYRET

Mexrib – Komek zarokên keç ên biçûk, bi helbestên gelêrî yên zindî (zajal) û performansek ji temenê xwe mezintir, pirsgirêkên mîna xizanî, nebûna perwerdehiyê, vederkirin û bêhêzî yên jinan, li ser dike zindî kirin. Dema ku dik veguherî cihê mikur hatine, huner jî bû amûra guhertinê.

Mala Çandê ya Daoudiat a Marakeşê, 29’ê Cotmehê mazûvaniya lîstika "Derdê Jinan" kir. Di lîstokê de, zarokên keç ên biçûk ên ji taxên xizan ên bajêr hatin, zehmetiyên ku jinên Mexribê pê re rû bi rû dimînin û astengiyên li pêşiya azadiya wan zindî kirin.

Zarokan rûxmê temenên xwe yên biçûk jî, li ser dikê bi hesasiyetek mezin xizanî, neheqî û vederkirinê vegotin. Temaşevan, ji îfadeyên wan ên bêguneh, lê bihêz pir bandor bûn.

Derhêneriya lîstokê hunermenda şanoyê ya bi navê "Simsima" tê naskirin Hayat Ghafrî û nivîsandinê jî helbestvana gelerî Khadija Bi kir. Ev berhema ku bi helbestên bi şêwaza Zajal hat xemilandin, ji bo têkoşînên aborî û civakî yên jinan bangek bihêz bû.

Afirîneriya zarokên keç 

Derhêner Hayat Ghafrî, da zanîn bi piştgiriya Înîsiyatîfa Pêşxistina Mirovan a Neteweyî ji bo zarokan li taxa El Mellah navendek çandî ava kirine. Hayat Ghafrî, diyar kir li vir zarok bi dilgermî berê xwe didin şanoyê û jêhatîyên bêhempa pêşkêş dikin. Hayat Ghafrî, destnîşan kir fikra lîstoka “Derdê Jinan” dema ku pirtûka zajal a li ser êşa jinan xwendiye û şopên biçûk ên heman derdan li zarokên keç ên li navendê ferq kiriye avabûye û got: "Ev derdên biçûk veguhere pirsgirêkên mezin jin dijîn.”

Hayat Ghafrî, diyar kir şano jiyana zarokan diguherîne û wiha axivî: "Hinek ji wan li dibistanê neserkeftî bûn, lê bi saya dikê fêrî xwe îfadekirinê bûn. Êdî zêdetir xwedî xwebawerî û ji bo fêrbûnê vekirine.”

Hayat Ghafrî, di dawiyê xwe de da zanîn zarokên ku berê li kolanê wext derbas dikirin, niha li navenda ku ji ajiyê Komeleya Şanoya Ayoub Simsima û Komeleya El-Hosna ve tê rêvebirin, di hawirdorek biewle de afirîneriya xwe îfade dikin.

‘Şano amûra perwerde û pêşketinê ye’

Nivîskar Khadîja Bi, diyar kir helbestên zajal ên ku di lîstokê de hatine bikar anîn ji pirtûka xwe ya binavê "Huruuf El Jouf" (Peyvên Dengê Hundir) hatiye girtin. Khadîja Bi, da zanîn lîstikvanên biçûk bi hêstek mezin helbestan xwendine û wiha got: “Mîna ku ev helbestan ne ez, ew nivîsandine.”

Khadîja Bi, bang li malbatên zarokan kir û got: "Şano kesayetiyên zarokan xurt dike û asoyên wan ên çandî fireh dike. Divê zarok ne tenê li dibistanê, bi huner û muzîkê re jî bên perwerde kirin.”

Derd û dengên hevpar

Xala girînf a lîstokê di dika "Mala Jinan" de hate jiyîn. Lîstikvanek biçûk, bi rola jinekî extiyar, jinên din tîne cem hev; hemû xizanî, zehmetî û şikestina xeyalên xwe xwe tînin ziman. Daxwaza hemûyan heman e; azad bûyîn û jiyana xwe ava kirin.

Yek ji lîstikvanên biçûk Hiba Radhwanî, wiha axivî: "Me bi saya vê lîstokê, dengê hev bihîst.” Karîma El Kheloufî jî da zanîn derketina dike ya cara ewil, wêrektî daye wê.

"Derdê Jinan" bangekÎ hunerî ya bihêze ku dive dengê jin û zarokan; Huner dikare bibe dengê bêdengan.