Jinên Cezayîrî rengê xwe dan mihrîcana çanda afrîneriyê
Mihrîcana çanda afrîner a jinan a neteweyî ku li payetexta Cezayîrê hat lidarxistin, hêza jinên Cezayîrê di çand û hunerê de carake din îsbat kir. Pêşandana şanoyê, hêza jinan a hunerê veguherand qada civakî ya îfade û berxwedanê.
NECWA RAHÎM
Cezayîr – Şeva 24’ê Cotmehê di dawiya mihrîcana çanda afrînerî ya jinan a neteweyî de ku li paytexta Cezayîr Qahîreyê hatî lidarxistin de bi çalakiyan û atmosferek bi coş ku bi hunerê mîrasa jinan a kevneşopî tîne ba hev bi dawî bû. Di merasîma girtinê de ji civakên Ahillîl û Cenat bi şano û stranên gel derketin ser dikê. Hewaya bi efsûn a ruhê otantîk ê herêma Sahrayê, kûrahiya hişê kolektîf ava kir. Bi performansên şano, muzîk û gotina çîrokan, kûrahiya ceribandina jinan hat xuyakirin.
Ji navên di mihrîcanê de derketin pêş, vegotina çîrokan Saîda Belhadî, bi performansek bi bandor temaşevanan kêfxweş kir. Piştî wan hunermend Samia Kennoş bi stranên xwe dikek hestiyar pêşkêş kir.
Hunermenda şanoyê Wahîba Hamdî bi şanoya‘Newara’ ya pêşkêş kir, bû monodram. Wahîba Hamdî bi performansa xwe ya bi hêz ku bi tena serê xwe li ser dikê pêşkêş kir, têkoşîna jiyanê ya jinên Cezayîrê, êş û berxwedan ji dil teyîsand.
Vê berhemê hewldana jinan a ku tevî hemû zoriyan careke din rabin ser lingan, sekinîna ji dil li dijî dinyayê anî ziman. Wahîbe Hamdî şanoyê hem weke qadeke hişyariyê, hem jî awayekî berxwedanê nirxand û got: “Newara ne tenê karekterek bû, sembola jinek ku rolên hatine ferzkirin red dike û dixwaze nasnameya xwe nû bide naşin e.”
Dika hişmendiya jinan şano
Wahîbe Hamdî da zanîn ku pêşandana Newara di dika çandê ya Cezayîrê de dengê jinên şanoger ê bilind dibe bihêz kir. Ev performansa ku pirsgirêkên jinan bi cesaret girt dest, bi taybetî ji temaşevanên jin eleqeyek mezin dît. Gelek jinan di lîstika Wahîbe Hamadî de çîrok, têkoşîn û hêviyên xwe dîtin.
Wahîbe Hamadî nîşan da ku şano hê amûreke ‘gotin û çalakiyê ye.’ Jinên Cezayîr êşê veguherandin hunerê, bêdengiyê jî veguherandin hêzê. Kûrahiya hunerê ku bi samîmiyetê bûye yek, di hişê temaşevanan de bandorek mayînde hişt.
Nasnameya jinan a bi rengan
Di beşa girtinê de jî defîleyeke ku jinên ciwan ên Cezayîrê pêşkêş kirin cih girt. Ev pêşandana cilên gelerî yên başûrê Cezayîrê bi destên mûjen hatin çêkirin, bi kokên jinan ên çandê rehên nûbûnê anîn ba hev.
Ev dika fînalê, nasnameya piralî ya jinên Cezayîrê, ji gelêriyê, ber bi modernbûnê ve, ji xwecihî ber gerdûnê, bi awayekî zarîf teyîsand. Dema jinan mîrasa çandî dida jiyîn, di heman demê de sembola hêzê ji nû ve ava kir.