9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol bi dawî bû

Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ku di 20’ê Cotmehê de dest pê kiribû, duh di roja xwe ya 7’an de bi girtina diyarî û belavkirina xelatan bi dawî bû.

Qamişlo – 9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol di 20’ê Cotmehê de di bin dirûşmeya “Pirtûk kilîta şarestaniyê ye” de bi beşdarbûna bi dehan weşanxaneyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Qamişloya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kiribû. Pêşengeh duh di roja xwe ya 7’an de bi dawî bû.

Piştî deqeyek rêzgirtin dayîka Herekola cangorî ku hem şervan hem jî nivîskar bû, axivî û bi xêrhatina hemû weşanxane, nivîskar û her kesê amade kir. Dayîk piştre ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hat xelatkirin.

‘Rihê cihereng ê civaka me temsîl dike’

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisê Osman derbarê pêşengehê de axivî û got: “9’emîn Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cardin nîşan da ku çand di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hîn jî bi jiyan, afrînerî û xwendinê geş e. Bi navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk em serkeftina ku vê pêşengehê bi dest xistî pîroz dikin. Ev coşa berfireh, kûrahiya hişyariya civakê, dide diyarkirin û çiqas ev pêşengeh serkeftî ye. Tevî hemû zehmetiyan çalakiyên wiha ne tenê çalakiyên yên ku li ber çav tên dîtin in, her wiha, ew pira xwegihandinê ye di navbera afrîneran û temaşevanan de û rihê cihereng yê civaka me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl dike. Em bawer in ku çand û huner ew rihê şoreşê ye û şoreş ne tenê siyasî yan leşkerî ye, her wiha şoreşeke rewşenbîrî û çandî ye ku mirovekî azad û civakek demokrat ku li ser bingeha nirx û zanînê ava dike. Bi vê boneyê em vê pêşengehê li gihanê hemû şehîdan pîroz dikin û her weşanxaneyên ku beşdarî vê pêşengehê bûne û her nivîskarek û xwendevanek.”

Paşê Koma Ecawîd dîlanên xwe pêşkêş kirin û piştre nivîskar Ferîd Cizîrî, Ismet Efrîn, Enahîta Sîno, Ehmed Hisên,Hisên El-Merî ji bajarê Reqayê û Hisên Mihemed Elî ji Kobanê hatin xelatkirin. Her wiha 51 weşanxaneyên ku başdar bibûn jî hatin xelatkirin.
Pêşengeh bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.