Beyda El-Matesem: Ez dixwazim rolên li ser mijarên jinan bilîzim

Piştî qonaxa başbûna nisbî di şanoya Iraqî de, pîşeyên nû yên ciwan û femînîstan û projeyên nû di cîhana şanoyê de xuya bû di demekê de raya giştî ya Iraqê dixwestin ku karên ku bi hûrgiliya civakê radibin bişopînin.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda- Şanoya Iraqê gihîştiye qonaxeke baş yek ji wan şanogeran Beyda El-Matesem li ber hilberîner û derhêneran bala temaşevanan dikşîne.
Beyda El-Matesem jineke ciwan e bi temenê xwe 20 salî ye. Di warê reklamkariya, medyaya dîtbarî de û pêşkêşkirina bernameyan de xebitiye û di warê bikaranîna kamerayê pir bi hewes bû heya ku armanca xwe di şanoyê de dît her wiha ket nava cîhana lîstikvaniyê bi riya hin hevalên xwe yên lîstikvanên fîlman.
Zaroktiyeke bêdeng, kesayetiya civakî û ciwantiyek herî çalak
Zaroktî gelek meyl û pîşeyên hunerî diyar dike lê mijar ji bo Beyda El-Matesem cuda bû û dibêje: "Ez wisa zêde bi tevger nebûm berovajî vê yekê ez pir bi aram, civakbêj bûm û her dem rûken bûm. Kesayeta min dest bi pêşketinê kir piştî ku ez derbasî zanîngehê bûm bêtir înteraktîf, dînamîk û çalaktir bûm ji ber ku zanîngeha hunerên bedew ew tevgera çalakiya hundirîn a mirovê ku xwediyê çalakyên hunerî ye bêtir aktîv dike. Tevî ku ez derbasî zanîngehê beşa hunerê bûm û min zanîngeh qedand jî min ji bo xebata xwe qadeke taybet wekî pisporî diyar nekir
“Ez lîstikvanên navdar ên Ereb dişopînim û rolên xwe bi baldarî hildibjêrim"
Beyda El-Matesem bi riya şopandina gelek lîstikvan û performansa profesyonel a rolên wan ji bo şanoya Ereb mînakek hilbijart ji bo vê yekê jî dibêje: "Ez bi hewes Sewsen Bedir û rolên wê dişopînim û hûrgiliya kesayeta wê di warê rola wê, cilên wê û hunera wê de dişopînim."
Her wiha axaftinê xwe didomîne û dibêje: “Lîstkvan Nadîn Necîm û Dîna El-Şirbînî û Emniya Xelîl karibûn kesayeta jinan di rastiya jiyanê de tê jiyîn pêşkêş bikin di dema lîstikvan mijarek ku di rastiyê de çêbûye hildibjêre ku bi pirsgirêkên jinan re mejûl dibe."
Rolên ku wê ji bo xwe hilbijartin çi ne?
Der barê hilbijartina rolên xwe de wê bal kişand ser cihêrengî û kesayeta dijber û got: "Hilbijartina min ji hinek rolan re wekî pêşbaziyek bû, ji ber ku Xedîca di rêzefîlma (Ehlam El-Sinîn) de xewnên bi salan û Nûr di rêzefîlmê (Teyba) û heyanî rola herî dawî di rêzefîmê (derbet zawiya) lêdana goşeyê di van rolên de tiştek ji giyanê min e, bi kareketerên ku piraniya wan naşibin min."
Di rêzefîlmê Tayba de bi navê nûr di fîlm de cih girt 
Li ser kesayetiya Nûr û rola xirabiyê ku Beyda El-Mutesem dijberê ku jin dijminê jin e di rêzefîlma Tayba de dilîze û dibêje: "Kesayeta Nûr mînakek ji jiyana me dilîze, ew weke keçeke çavnebar û qehrok ku li benda keçeke ku dibe di bûyera neheqiya civakî de mîna wê xuya bike û ji dêvla ku li kêleka wê bisekine ew ji wê re dibe dijmin. Ez pir kêfxweş dibim dema ku temaşevan ji kesayeta Nûr hez nakin ji ber ku ev dide xuyakirin ku min fîlm baş lîstiye
Di rêzefîlmê Ehlam El-Sinîn de bi navê Xedîca cih girt
Rola xedîca di rêzefîlmê "Xewnên salan" Ehlam El-Sinîn de ku di 24'ê Nîsana 2020'an de hat pêşandan hebû.
Karê ku di pêşerojê de dixwazî bidî meşandin çi ye
Li ser projeyên xwe yên pêşerojê û naveroka xebatên ku ew dixwaze beşdar bibe û pêşkêşî civakê bike wê piştrast kir ku ew ê naveroka ku kar û rolên di mijarên jinan û mafên mirovan de bi baldarî xem dike û nîqaş dike pêşkêş bike. Doz û pirsgirêkên jinan di dramayê de (cureyên pêşkêşkirina rêzefîlman) mijarên pir girîng in ji destpêka damezrandina wê de ev yek karên drama yên ku li ser mijarên jinan e di cîhana Ereban de geş kir û rastî gelek rexneyan hatiye. Her wiha di rêzefîlman de hêza jinan dide diyarkirn
"Drama Iraqê bi rexneyên tûj re rûbirû ye ji ber ku beşek biçûk ji rastiyê temsîl dike"
Der barê rexneyên tûj ên ku şanoya Iraqê pê re rûbirû dimîne de Beyda El-Mutesem dibêje: “Em di civakek ku ji rexneyan hez dike de dijîn. Her tişt heta ku tiştên erênî û neyînî be jî rexne dike, em vê qebûl dikin ji ber ku tiştekî me ji derveyî temaşevanên me tune ye û ew sedema serkeftina me ne." Ew bi van gotinan piştrast dike ku heke rexne hebin wê demê tê xuyakirin ku di rezefîlmî de beşek ji rastiya ku civak dijî heye.
Beyda El-Mutesem ditirse ku ew neçar bimîne karekî pêşkêş bike ku wê û temaşevanên wê razî neke û dibêje: "Ez ji pêşkêşkirina rol, karakter an rola kesayetekê bilîzim ku ez hûrgulî, naverok, nameya wê û peyama xwe qebûl nekim, ez pir ji rewşek wisa ditirsim ji ber ku heger ez bi mijarê îqna nebim ez nikarim rolek xweş û serkeftî bilîzim."
Der barê serkeftina xebatên xwe de û bidestxistina rêjeyên bilind de ji temaşevanan Beyda El-Matesem dibêje: "Drama Iraqê (cureyên ji rêzefîlmên ku tên pêşkêşkirin) di pêşveçûnê de ye û serkeftinê wê bi dest bixe ji ber ku bi melayîna dîtinên ku rêzefîlm werdigrin li ser malperên tora civakî û youtube tê xuyakirin."
Li gorî Beyda El-Matesem ku lîstkvanên Iraqê û dramayê ye, di asta kendavê û cîhana Ereb de populer e û xwestekên guhdarkirina zaravayê Iraqê heye û qala girîngiya çêkirina hunermendên kevnar dike di warê ku di dîroka wan de bi wan serbilind in.