Hunermendên NÇM’ê qedexekirina konserê pirotesto kirin

Qedexekirina 30’emîn konsera NÇM’ê ji aliyê hunermendên NÇM’ê yên Stenbolê ve hat pirotestokirin.

Stenbol– Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ê  ku ji bo salvegera 30'emîn damezrandina xwe bi dirûşmeya “Berbang” 16’ê Cotmehê li Navenda Çanda Bostanci pêk banîna ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. Hunermendên NÇM’ê li hemberî qedexekirina konserê li  ser Cadeya Îstilalê çalakî lidarxistin. Jinên hunermend li ber dengê erbane û stranan bi gerandina govendê biriyara qedexekirina konserê şermezar kirin.