Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin derket

Hejmara nû ya rojnameya Newaya Jin a mehane tê weşandin bi zêdekirina nîvîskarên nû derket pêş xwendekarên xwe.

Navenda Nûçeyan- Rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Parastina jiyana nû ya li dijî taaruza kuresel" derket. Newaya Jin a derbasî serdema nû ya weşana xwe bû nivîskarên bi navê Ronahî Serhad, Yurdusev Ozsokmenler, Hêja Zerya, Nilufer Koç, Nurhaq Gulbahar, Selma Irmak, Çimen Aras û Kevana Zêrîn li qadroya xwe zêde kir. Vê mehê gelek mijarên mîna 24'emîn Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rola HDP'ê, Rojeva Tirkiyeyê, Yekîtiya Neteweyî, çand, penaberî, rewşa girtiyên nexweş, jineolojî cih girtin. 
Nivîskara nû ya Newaya Jin Hêja Zerya bal kişand ser 24'emîn Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Nilufer Koç bal kişand ser zextên li ser kurdan û geşedanên dawî yên li Herêma Federe ya Kurdistanê. Her wiha di hejmara meha cotmehê de têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar jî cih girt. Parlamentera HDP'ê ya berê Selma Irmak behsa rola HDP'ê kir. Nurhaq Gulbahar bal kişand ser têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar.
Ji nivîskarên rojnameyê Çimen Aras pêvajoya şoreşa gel a Îranê ya  1979'an analîz kir. Roza Metîna jî bal kişand ser hezar û 605 nexweşên girtî yên mexdûrê daraza yekalî. 
Ji nivîskarên nû Parlamentera HDP'ê ya berê Yurdusev Ozsokmenler di nivîsa xwe ya yekem de cih da Hevseroka Şaredariya Reqayê Leyla Mustafa ya Xelata Serokatiya Şaredariyê ya Cîhanê (World Mayor Award) girt. Aktivîsta Polen Ekoloji Sultan Gulsum bal kişand ser qirkirina ekolojiyê. Endama Akademiya Jineolojiyê Nagehan Akarsel tecrubeya xwe ya xebatên Jineolojiyê ya ji 2012'an heta niha tê rêxistinkirin kir. Bêrî Dersimî analiza wateya çand û hunerê ya dîrokî û civakî kir. 
Roportaja bi Xwendekara doktorayê ya Zanîngeha Cambridgeyê Beja Protner a derbarê mijara penabertiya li Yewnanîstanê jî di rojnameyê de cih girt. Portreya helbestkar û avakarana Komeleya Şoreşger a Jinên Afganistanê Meena Keshwar Kamal jî cih girt. 
Ji navnîşana www.newayajin.net hûn dikarin xwe bigihêjin hejmara nû ya rojnameyê.