Li Qamişloyê Pirtûkxaneya Rona ya zarokan hat vekirin

Li bajarê Qamişlo ji bo zarokan pirtûkxaneyek bi navê Pirtûkxaneya Rona hate vekirin. Pirtûkxaneya ji aliyê zaroka 12 salî Rona Akeed ve hatî vekirin ji aliyê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê ve tê çavdarî kirin.

ŞÎRÎN MIHEMED
Qamişlo- Di çarçova hewldanên ji bo teşwîqkirina zarokan bi zimanê kurdî bi xwînin û pirtûkên xwe pêşkêş bikin li bajarê Qamişlo pirtûkxaneyek bi navê Pirtûkxaneya Rona hate vekirin. Pirtûkxane ji aliyê Zaroka 12 salî Rona Akeed di bin banê Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Suriyê de tê çavdarî kirin. Rona Akeed piştî ku beşdarî fuara pitûkan a Herekol bû û çavdêriya beşa zarokan kir hewl dide zimanê xwe yê dayikê bi vekirina pirtûkxaneyek taybet bi parêze.
“Zimanê Dayikê zimanê me ya bingehin e”
Rona Akeed da zanînn ku ew hewil dide bi vekirina pirtûkxaneyê ji bo pirtûkên zarokan ên bi zimanê kurdî bala zarokan bikişîne ku bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin û jêhatîbûna xwe pêş bixin, pêre jî xwe perwerde bikin û wiha domand: “Ez dixwazim şaristanî û mîrata me ya kurdî biparêzim ku bikare bigihêje nifişê pêşerojê. Ji bilî piştgirtiya malbat û hevalê min, bavê min ji bo min piştgiriya sereke ye ku min teşwîq kir ku bikarim pirtûkxaneyekê vekim û ji her alî ve piştgirtî da min. Ez ji bo pirtûkxaneya zarokan li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê geriyam lê min pirtukxaneyek ji bo zarokan nedit. Ji ber wê jî min hewil da ku ez ji bo zarokan pirtûkxaneyekê vebikim. Ji ber ku gelek zarok fêrî zimanê Erebî dibin û zimanê xwe yê dayikê paşguh dikin hejmara zarokan pir kême. Zimanê kurdî zimanê min yê zikmakî ye û ez ji zaroktiya xwe ve fêrî zimanê xwe yê kurdî dibim û ezê hîn jî fêr bibim. Ji ber ku li seranserê cîhanê zarok pêşî bi zimanê xwe yê zikmakî fêr dibin , ji ber vê yeke ez dev ji zimanê xwe yê kurdî  berinadim. Ji ber ku zimanê dayikê zimanê me ya bingehine, ez bang li hemû zarokan dikim ku serî li zimanê xwe yê dayikê bidin. Ji ber ku hemû xiyal û jêhatbûna me bi îradeyê ve girêdayi ye , mirovên xwedî îrade her tiştî bi dest bixe û ji bo tu astengî pêşiya wê dernekeve xwe roj bi roj pêşdixe.”
“Lênûsa Ronayê”
Rona Akeed balkişan ser hin projeyên xwe yên pêşerojê ku ew plan dike pêk bîne û wiha got : “Emê ji bilî çêkirina kovarekê ji bo zarokan , xebatek li ser zehmetiyên ku zarok di xwendina bi zimanê kurdî de dikişînin bimeşinîn. Piştî vekirina pirtûkxaneyê me biryar da ku em lênûsek bi navê Rona ji bo zimanê Erebî û Kurdî çebikin , lênûsa ku bi navê min hat çekirim tê wateya ronahiyê. Ez bi xwe pir ser bilindim ku min pirtûkxaneyek bi vî rengî vekir û ev gavek ji bo pêşxistina zimanê Kurdî ye. Ez bang li hemû zarokan dikim ji bo ku mîrateya kurdî û zimanê kurdî bi parêzin vegerin li zimanê xwe û her kesê ku jêhatibûnek yan jî xeyalek wan hebe divê serî li ber astengî û pirsgirêkan netewîne û ji bo pêşxistina xwe tekoşîne bimeşîne.” 
Rona bilêv kir ku ji bo pirtûkxaneya wê pirtûk lazimin û ji bo berhevkirina pirtûkan banga piştevaniyê li saziyên peyîwendîdar kir. Li ser banga Ronayê hun jî dikarin bibin alîkar û pirtûkekê tevlî pirtûkxana zarokan bikin.