Heftemîn Mehrîcana Hinaran a Helebceyê destpêkir

Bi armanca nîşandana berhemên xwemalî yên Helepçe, ev hesft sale Mêhrîcana Peyîzê ya Hinaran tê li darxistin. Bi wê bûneyê Heftemîn Mehrîcana Hinaran a Helebceyê destpêkir.

Helepçe- Heftemîn mêhrîcana Peyîzê ya Hinarên Helebceyê ku ev heft sale ji aliyê Rêxistinên Helepçe ve bi hevkariya Rêveberiya Çandiniya Helepçeyê tê li darxistin. Mehrîcan li saha futbolê ya bajêr bi beşdariya xwediyê baxên hinaran û saziyên civakî destpêkir. Nêzî 400 cotyarên bajêr bi berhemên xwe yên cûda cûda bejdarî mehrîcanê bûn û berhemên xwe dan nîşandan. Ev mehrîcan wê sê rojan dom bike. Ji derveyî  berhemên çandiniyê gelek xwarinên Kurdewarî jî têde tên nîşandan.  
Hemwelatî û geştiyarên ku bejdarî mêhrîcanê bûne bi kirîna berhemên cûr be cûr piştgiriya xwe ya ji bo mehrîcanê didin nîşandan.