Sena di pêşangeha pirtûkan a Helepçe de pirtûkan dide nasîn

Endama Dezgeha Ronge Sena Elî ya di pêşangeha pirtûkan a Helepçe de pirtûkan dide nasîn da zanîn ku ew ji bo pirtûkhezan bi heskirin karê nasandina pirtûkan dike.

Helepçe- Navenda Geşepêdanên Çalakiya Lawan bi alîkariya koma Rêjne û koma Dostên Pirtukan pêncemîn pêşangeha pirtukan ji bo xwendina pirtukan hat li darxistin. Di pêşangehê de dezgaha Ronge, rêxistina dotên a pirtukan ya Helepçe, rêxistina Şinrûyê Kakayî, rêxistina Şarî û pirtukxaneya Baran bejdar bûn. Gelek kesên ku xwesteka wan ji pirtukxwendinê re hebûn berê xwe dan pêşangehê û ji bo xwe pirtuk girtin. Pêşangeha pirtukan ji aliyê hemû pirtûkhezan ve rastî eleqeyek mezin hat.
“Armanc zêdekirina xwendina pirtukane” 
Endama koma dostên pirtukan Nîga Ehmed di derbarê eleqeya ji bo pêşangeha pirtukan de wiha got: “Ez sipasiya hemû ew rêxistinên ku bejdarî pêşangeha pirtukan bûne dikim û di nava wan de gelek nivîskar û xwêndevanên baş hebûn, armanaca me ya li darxistina vê pêşangehê tenê ji bo zêdekirina xwendina pirtukan û em alikariya hev dû bikin daku em hemû kesî teşfiqî xwendina pirtukan bikin.”
Nasandina pirtûkan
Endama dezgaha Ronge Sena Elî ku pirtukan dide nasîn di derbarê armanca pêşangeha pirtukan de wiha got: “Ev pêşangeha pirtukxwendinê ne tenê ji bo Helepçe ye, ji gelek bajaran hatine bejdar bûne. Armance me ewe ku em pirtukxwendinê weke çandekê lê bikin û hemû kes pirtukan bixwine.” 
Sena da zanîn ku Dezgaha Ronge yek ji wan dezgahane ku pirtukan diyarî xwendevanan dike û diyar kir ku armanca wan xwendina pirtukan ji aliyê ciwanan ve weke çandekê lê kirine.
Sena anî ziman ku ev dezgahe perwerdekirina ciwanan bingeh digire û bi salene ji bo çapkirina pirtukan alikariya ciwanan dike û gelek pirtuk li seranserî Iraqê diyarî ciwanan kirine.