Saja Hamdan: Min bi xwendinê tama şêwaza edebî girt

Sara Hamdan dibêje; "Min dapîr dîtin û berî dagirkeriya Israîlê li ser welat nivîsandin, ji bo ku jiyana wan di şahî û êşan de mayînde bikim her wiha min dayika şehîd û jinên ku bi êrîşa bejahî ya li ser Xezayê re rû bi rû man dîtin, nemaze dapîra ku bi nexweşiya hestî ketibû û ku bi hezaran kîlometre rê meşiya ji bo li neviyê xwe yê di nava tankên şer de bigere. Ew di cesaret, qehremanî û fedakakariyê de ji jinên Filistînî re model e.”

REFÎF ISLÎM
Xeza- Bi derbasbûna salan re, xeyala jina ciwan Saja Hemdan, bi pirtûk an nivîsa ku ew der barê komek çandî ya rastîn de dixwîne de mezin dibû heya ku ew bû rêvebera nivîsgeha Filistînê ya Federasyona Cîhanî ya Rewşenbîrên Ereb. Wî navê di destpêkê de ew ditirsand ji ber ku ji bo wê bû peywirek mezin ku bigihîje Torgilokê bi nivîskar û nivîskarên Filistînî.
Pirtûkek biçûk bes bû ku Saja Hamdan a 23 salî neçar bike di nav wan nivîsan de dest bi lêgerîna xwe bike. Ew dibêje ku raman bi şans dest pê kir dema ku ew li pirtûkxaneya dibistana navîn geriya da ku romanek bibîne û biryar da ku wê di rêza dawîn de bixwîne. Di dema xwendinê de wê cîhan vedîtin ku haya wê jê tunebû. Wê şêwazê edebî jî tahm kir û hin peyv peyda kir da ku xwe piştî xwendina çend pirtûkan bibîne ku encamek  zimanî ya baş giritye ku jê re asoyên mezin vekir. 
Hewl dide zêdetir pirtûkên edebî bixwîne 
Gotina nivîskar Adham Sharkawy ya ku dibêje: "Pirtûk pasaporta belengaz û bindestan e ku ji hêla sefîran ve tên avêtin û ji hêla balafirgehan ve tên derxistin" li gel Saja Hamdan  a herî baş e ku her dem bi xwe re dibêje û pê bawer dike. Ew diyar dike ku bi salan, dorhêla girîngiyên wê mezin bûye û ew li bendê ye ku bêtir pirtûkên ku tê de nivîsên edebî yên hêja hene bixwîne û bi kom û kesên ku heman berjewendiyan parve dikin teşwîq bike. 
Xwendina bijîjkî li pêş wê nebû astengî ku ew xewna xwe bişopîne û ew dibêje: "Berê min komek rûpel ji pirtûkên li ser edebiyat, çand, ol û mijarên din terxan dikir da ku li gorî berjewendiyên xwe tevbigerim û bi guhertoyên herî dawîn re agahdar bim. Saja Hamdan balê dikşîne ser jimarên pirtûkên ku xwendine û hişt bibe nivîskar û wiha dibêje: "Gelek nivîsên min hene ku min li ser wan xelatên navneteweyî û herêmî wergirtine, wek xelata Wezareta Çandê ya Filistînê ji bo nivîsa "Fragility" ku tê de hestên jinekê vedibêje dema ku hevjînê xwe winda dike.
Di nivîsên xwe de ji jinan îlhamê digre
Saja Hamdan me vedigerîne serê salê 2020’an bi derketina vîrusa koronayê li Xezayê û wê wekî serdema zêrîn bi nav dike, ji ber ku di riya wê re ew karibû beşdarî yaneyên xwendinê yên bi riya înternetê bibe û beşdarî pêşbirkên Erebî û navneteweyî bibe û gelek xelatan werbigire, di nav de navenda yekem di projeya "Asbouha 180" de ji bo pîşesaziya xwendevanên Ereb.
Jixwe jin di nivîsên Saja Hamdan de serdest e ji ber ku ew yekem îlhamker e, wekî ku wê behs kir. Mirov bi piranî di çîrokên jinên Filistînê de serpêhatiyên girîng dibîne ku bi salan belgekirinê hewce dikin. Li ser vê yekê dibêje: "Min dapîr dîtin û berî dagirkeriya Israîlê li ser welat nivîsand, ji bo ku jiyana wan di şahî û êşan de dokomanto bikim her wiha min dayika şehîd û jinên ku bi êrîşa bejahî ya li ser Xezayê re rû bi rû man dîtin, nemaze dapîra ku bi nexweşiya hestî ketibû û ku bi hezaran kîlometre rê meşiya ji bo li neviyê xwe yê di nava tankên şer de bigere. Ew cesaret û qehremaniya di fedakariya wê de ji jinên Filistînî re model e.”
“Yekitî hewl dide nivîskaran bi pêş bixe”
Saja Hamadan dibêje dema ku ew wek rêvebera nivêsgeha yekitiya giştî ya rewşenbîran hat bijartin keda wê vala neçû û wiha got: "Piştî nirxandina hemû karên min û pêşbirkên ku ez tê de beşdar bûm, ez ji bo nûnertiyê li Filistînê hatim hilbijatin. Jixwe xebata me di serdema heyî de amadekariya bi navgîniya înterentê ku kesên ji çandê hez dikin, çi hilberîn, çi xwendin, çi dirav, bikşînin gel xwe, da ku navend bi fermî were vekirin de bû.”
 Saja Hemdan bal kişand ku Yekitî di serî de saziyek karûbar e ku hewl dide nivîskaran bi pêş bixe û alîkariya hilberîna pirtûkên wan bike yan sernavên guncan ji bo naverokê bi navgîniya gelek rexnegirên ku endametiya xwe radest kirine û berê hatine pejirandin, pêşniyar bike. Di heman demê de dê fersendek hebe ku mirov rastnivîs û rêzimanê bi bihayên navîn kontrol bike, ji bo kesên ku nû dest bi xwendinê dikin dê sernavên ku li gorî wan in pêşniyar bikin û ezmûnên xwe parve bikin da ku wan ji girîngiya tiştê ku ew dikin ji bo pêşxistina çandî agahdar bikin.
“Bedewî ya fizîkî demborî ye lê ya hiş, kesayet û aqil naqede”
Saja Hamdan dibîne ku dê para jinan ji çalakiyên yekitiyê de hebe ew jî bi riya çalakiyên xwendin û nivîsandinê dê pêk were, ji bo ku kesayetên pêşeng biafirînin û bikaribin bi hişmendiyek ronak bi feraseta bingeha çandî ya baş nîqaş bikin ku ji wan re dibe alîkar û heyîna xwe biafirînin û xwe ferz bikin. Bedewiya fizîkî ya jinan bi demê re diçe lê bedewiya hiş, kesayet û aqil naqede ji ber ku muxatab dê her carê aliyek bedew bibîne. 
Saja Hemdan li hemû jinên li deverên cîhanê şîret dike ku dest bi xwendinê bikin, ji ber ku nezaniya rastîn dûrbûna ji perwerde û pêşketina domdar e, nemaze ku jin vê berpirsyariyê hildigirin da ku bikaribin nifşekî hişmend xwedî bikin. Gelek kesayetên edebî berhemeke wan a mezin heye û jê hez dikin, tevî ku wan xwendina xwe ya zanîngehê neqedandine jî dikaribûne berhemên giranbuha binivîsînin.