Hunermenda Mexribî bi firçeya xwe kevneşopî û nûjeniyê dike yek

Zehra Ehnaş, xwedî tecrubeyeke bêhempa ye bi wêneyan hem riya îfadekirinê hem jî riya berxwedanê diyar dike. Zehra Ehnaş, ava zeytûnê vediguherîne hubrê û jinên gund di tabloyên xwe de vediguherîne sembolek.

HENAN HERÊT

Mexrib – Zehra Ehnaş, bêyî li benda şert û mercên tam bimîne, yek ji mînakên hunermendên jinên gund ên afrîner e. Zehra Ehnaş, malzemeyên xwezayî vediguherîne hunerê û berhemên ku peyamek mirovî û çandî di nava xwe de digrin diafirîne. Çîroka wê ya ji zeytûnan bigre heta şewqeya Şafşavan û ji xeyalek biçûk bigre heta rastiyeke hunerî didome, ji bo hemû kesên ku dixwazin kevneşopî û nûjeniyê di tabloyek de bikin yek, dibe îlham.

Li Çiyayên Şafşavan ên bakurê Mexribê, li cihê ku asoyek ji zêdebûna darên zeytûnan çêbûye, ji dilê xwezayê çîrok ava dibin. Li gundekî dûrî qerebalixiya bajêr, Zehra Ehnaş di atolyeya xwe ya sade de rûdinê û şewqeya xwe ya Şafşavan a bi tayên rengîn hatiye xemilandin, dide serê xwe. Zehra, vê şewqeyê ne tenê mîna serpoşek, mîna sembola aîdiyeta xwe ya bi kokên xwe, zeviyên xwe, gund û axa xwe re dibîne û hemû hest di tabloyên wê de dîtbarî dibin.

Wênesazî rêbaza wê ya bêhngirtinê ye

Zehra Ehnaş, ne hunermendek ji dibistanên hunerên xweşik mezûn bûye ye; jinek e bi keda xwe û biryardariyê şêwaza xwe ava kiriye. Wênesazî ji zarokatiya wê ve ji bo wê bûye rêbaza bêhngirtinê. Ji ber dûrbûna dibistana navîn, neçar maye di pola 6’an de dev ji dibistanê berde. Zehra Ehnaş, wiha dibêje: "Ez nikaribûm tehemulî fikra terikandina dibistanê bikim. Min hîs kir ku jiyana min ji nişkê ve vala bûye. Piştre min dest bi îfadekirina xwe ya bi riya xêzkirinên hêsan kir lê ji ber ku li gund boyax û amûr tunebûn, hewldanên min ên ewil pir zehmet bûn û hindik mabû ez dest jî hewldanên xwe berdim.”

Piştî 13 salan ango di sala 2018’an de Zehra li ber werçerxê bû. Zehra Ehnaş, bi tesadufî dît ava ji guvaştina zeyta zeytûnê dimîne û gelê herêmê mîna “mercan” bi nav dike, li ser kaxezê şopek tarî ku dişibe hubrê dimîne. Wê demê fikrek hat bîra wê û bigotina “Ez ê bi vê avê wêneyan xêz bikim” dest bi hunera xwe kir. Zehra Ehnaş, hinek ji vê avê girt û li ser kaxiz ceriband. Xwezayê ji bo wê boyaxek bê pere, xwezayî û cuda pêşkêş kir. Ji vê demê şûnve ava zeytûnan bû amûra wê ya veşartî. Zehra Ehnaş, firçeya xwe li nava avê da û li ser kaxizê dest bi xêzkirina rûyê jibîrkirî yê jinên gund kir.

‘Ev reng ji bo min azadî ye’

Zehra Ehnaş, wiha axivî: "Rengê wê xwezayî, tarî û nêzî tona reş e. Lê ji bo min ew ne tenê rengek e; cîhanek e. Hinek kes difikirin ku tenê rengek, sînordar e lê ji bo min azadî ye. Ji ber ku dihêle ez li ser raman, ronahî û peyama dixwazim bidim, bisekinim."

Rûyê jibîrkirî yê gund bi serê tiliyên wê zindî dibe

Zehra Ehnaş, dema mijarên tabloyên xwe tîne ziman, wiha dibêje: "Ez îlhama xwe ji jinan, bi taybetî jî ji jinên gund digrim. Ez dixwazim bibim dengê van jinên ku ji perwerde û jiyana giştî bêpar in. Her serkeftina ku ez bi dest dixim, serkeftina jinên gund e.” Berhemên Zehra Ehnaş, ne tenê bi jinan ve sînordar in; ew dixwaze kevneşopiyên herêma xwe jî mîna bîranîneke dîtbarî bigihîjîne pêşerojê. Di tabloyeke wê de, fîgurek jinan a bi cilên kevneşopî yên Şafşavan cih digre; li derdora wê dîmenên ji jiyana gund hene.

Di hinek tabloyan de jî dîmenên ji xwezaya bakur an jî peyamên ji bo Filistînê tên dîtin. Zehra Ehnaş, Filistînê mîna "doza mirovên azad" bi nav dike û dibêje: "Carna ez her tiştî dihêlim û Filistînê xêz dikim. Ger li Filistînê xwîn biherike, ez nikarim li ser tiştekî din bixebitim."

Ruxmê zehmetiyan jî hunera xwe didomîne

Rêwîtiya hunerî ya Zehra Ehnaş, hêsan derbas nebûye. Zehra Ehnaş, diyar dike ku li Mexribê piştgiriya saziyî ya ji bo hunermendan kêm e û dibêje: "Heta karta hunermend jî pir tişt îfade nake; piştgirî kêm e.” Zehra, ruxmê hemû tiştan jî tu caran dev ji hunera xwe bernedaye û hewl daye bûyerên xwe di medyaya dîjîtal de parve bike hem ji şopînerên herêmî û hem jî navneteweyî eleqeyek mezin bibîne. Her wiha hunermendên din jî tecrubeya wê teqdîr kirine û ev eleqe bû sedem ku hunera xwe zêdetir bi pêş bixe.

‘Ez dixwazim jinên gund mafên xwe bi dest bixin’

Zehra Ehnaş, di dawiya axaftina xwe de xeyala xwe wiha tîne ziman: "Daxwazek min a sade lê kûr heye. Xeyala min ew e ku jinên li gundan bigihîjin mafên perwerde û perwerdeya pîşeyî. Hunerên  plastîk ne mîna bazirganiyek, mîna peyameke mirovî bên dîtin. Ez hêvî dikim ku ji hunermend û bi taybetî ji jinan re nirxê ku heq dikin bê dayîn.”