Safiya 20 salin bi hêrana dexil û dan debara xwe dike

Safiya Eregli ya ku debara xwe bi xebata li aşê ku 20 sal berê li gundê Şakitan ya Geverê ava kirî dike, tevî temenê xwe yê dirêj tevahiya rojê dixebite. Safiya ya genim, nok û garis di aşê xwe de dihêre, dibêje ku roja naxebite xwe nebaş hîs dike.

MEDİNE MAMEDOGLU
Colemêrg - Li Colemêrgê, keda jinan xuyayî ye û jin di her qadên jiyanê de hene. Ji koçeriya li çiyayan bigire heya xebitandina aşan a li bajêr, jinên Colemêrgê debara xwe dikin û tevahiya rojê dixebitin. Safiya Eregli ya 80 salî, ku li gundê Şakitan a giredayî Geverê dijî, di aşê 20 sal berê ava kirî de bi tena serê xwe dixebite. Safiya tenekeyek genim, nok an jî garisê welatîyên derdorê tîne ber aşê wê tenê bi 10 hezaran çêdîke û bi wê dahata ji aş digire debara xwe dike.
"20 sal in ez divî aşê de dixebitim" 
Safiya ya piştî ku hevjinê wê jiyana xwe dest da, ji bo xwedîkirina zarokên xwe bi salane di aş de dixebite û wiha got: “Wê demê tû kar tunebû, bi tenê bûm, min bi zarokên xwe re dest bi vî karî kir. Ez bi salan e li vir dixebitim. Ji ber ku ez karê xwe baş dikim, bi gelemperî mirov min tercîh dikin. Ew genim yan jî nokên xwe tînin û li vir ez pêşî wan şil dikim û dûvre davêjim makîneyê. Piştî ku hûr dibe, ard û genim dibe, mirov tên û berhemên xwe distînin. Berê me ev bi conî dikir, lê bi makîneyê karê xwe di demek pir kurt de diqedînin. Em li vir zû çêdikin. Berhem yek deqe jî di makîneyê de namîne.”
"Dema ez nexebitim xwe nebaş his dikim" 
Safiya diyar kir ku ew tevî temenê xwe yê mezin jî dema ku dixebite naweste û got, "Me 20 sal berê ev der vekir. Ez vî karî dikim, lê ez na westiyam, ji ber ku ez fêrî bûme. Di vî temenî de xebitîn pir xweş e. Dema ku ez nexebitim nebaş dibim, xwe xirab hîs dikim. Ez berhemên ji genim hûr dikim, mirov tên û wan bi pereyan dikirin. Niha gelek kar tuneye, lê payîzê dema rakirina genim zêde dibe.”
"Ez ji karê xwe pir hez dikim" 
Safiya anî ziman ku ew bi pereyê ji aş qezenç dike, zarokên xwe xwedî dike û bi vî rengî debara xwe dike û wiha dibejê, "Gava ku mirov tên vir û min dibînin dibêjin, ‘heyfa te ye’ lê çi bikim tiştek ku dikim nine. Mirov ji min re dibêjin 'kurên te baş ji vî karî fam nake, tu vî karî dizanê' û gazî min dikin. Divê em karê xwe bi awayê herî baş bikin. Ez bi perê ku li vir qezenc dikim debara xwe û zarokên xwe dikim. Ez serê tinekê bi 10 hezaran çedikim” û destnîşan kir ku ew ji karê xwe hez dike.